Muhemmedê Şoşikî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 31:
=== Zarokatî ===
 
Pêxember Mihemed li bajarê [[Meke]]yê li [[Erebistana Siyûdî]] ê di sala [[Fîl]]î de li dû mirina bavê xwe hatiye dinê. Navê bavê wî Ebdullah (bi [[erebî]]: عبد الله) û navê diya wî jî [[Amîne]] (bi erebî: ''Amina'') ye. Mihemed ji malbata [[haşimî]] û ji eşira [[Qureyş (eşîr)|qureyşiyan]] e. Di şeş saliya xwe de diya wî Emîne dimire û Mihemed diçe ba bapîrê xwe [[Ebdelmutelib]] (bi erebî: ''Abd al-Muttalib''). Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Mihemed diçe mala apê xwe [[Ebû Talib]] (bi erebî: ''Abu Talib'') û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortaniya xwe de Mihemed ji bo eşîra xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Mihemed bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mirovan ji wî re "Mihemedê Emîn" (bi erebî: ''Mûhemmed'ul Emîn'') digotin. Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mirov dikanî jê bawer bike, dilsoz".<ref>Îbn-î Îshaq, Siyerê Nebî</ref>
 
=== Xortanî û destpêka pêxemberiyê ===