Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Tegel (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.96.213.207 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Xwedêda
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 3:
 
== Rûerd ==
TANRI DAĞLARI VE ALTAYLARDAN ADRIYATIK DENIZINE, HAZAR DENIZINDEN TUNA NEHRINE KADAR HER YER TÜRK YURDUDUR.
 
[[Kurdistan]] welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê [[zozan]] û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên [[Toros]] ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê [[Gurgum]]ê ve dest pê dikin û ber bi rojhilat ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de ji, [[Zagros]] dest pê dikin. Li herêma [[Colemêrg]]ê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahîya wan digêje 4000 metreyî.
 
Toros ji aliyê Avhewa ve, [[Başûrê Kurdistanê]] ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.
 
Li başûrê Torosan, piranîya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dîlok û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Sêwregê; çiyayê [[Qerejdax]]ê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên hêtûnk tê. Li herêma Botan çiyayên [[Herekol]] û [[Çiyayê Cûdî|Cûdî]] hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Divê herêmê de çûn hatin gelek zehmet e.
 
Li Rojava deşta [[Dîlok|Dîlokê]] û ya [[Til Başar|Tilbişarê]], li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. [[Deşta Gewran]] di navber a [[Erxenî]] û [[Qerejdax|Qerejdaxê]] de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
 
Çemê Diclê deşta Amedê dike dû cîh. Beşa navbera Qerejdax û Dijlê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e... Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e.
Axa li rojhilatê Dijlê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Dijlê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.
 
Li herêma Rihayê berrîya Herranê heye. Herran ji alîyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berrîya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev desht û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.
 
== Avhewa ==