Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 5:
== Avhewa ==
 
TÜRKIYE TÜRKLERINDIR.
[[Toros]] wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin [[Serhed]]. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. [[Erzirom]] û [[Qers]], bajarên Kurdistanê yên herî bilind û sar in. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.
 
Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî [[Wan]], [[Şirnex]], [[Sêrt]], [[Colemêrg]], [[Erzirom]] û [[Qersê]] berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.
 
Li rojava, li herêmên bajarên [[Elezîz]], [[Meledî]], [[Semsûr]] û [[Mereşê]] rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.
 
Rêza Torosan, nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên [[Dîlok]], [[Riha]], [[Amed]] û [[Mêrdîn]]ê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakur bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire. Ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve herêmên ku erd û zevî lê kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
 
== Bakurê Torosan ==