Kemaledînê Yûnis: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
agahî var kir
Rêz 34:
Mûsa Kemaledîn di sala 1156an de li bajarê Mûsilê ji dayik bûye û di sala 1241ê de jî, dîsa li Mûsilê wefat kiriye. carna wek '''Mewsilî''' jî tê naskirin. Navê wî yê rast ''Mûsa bin Yûnus bin Muhammed bin Men’a'' ye. ''Kemaledîn'' jî bernavkekî wî ye.
 
Mûsa Kemaledîn zanayekî xurt bûye, zêdetir matematîkzan û astronom bûye.<ref>[[Îbn Xelikan]], [[Mirina Zadegan (pirtûk)|Mirina Zadegan]] (Wefatul Ayan) cild-5, r. 311, 318</ref>
 
Mûsa Kemaledîn, pêşî perwedehiya xwendinê li ba bavê xwe Şêx Yûnis Rizaedîn kiriye, xasma dersên [[fiqih]]ê wergirtiye. Piştî xwendina li cem bavê xwe di sala 1175an de çûye [[Bexdad]]ê di [[Medreseya Nîzamiyeyê]] xwendina xwe pir pêşve biriye. Li cem [[Şerafedîn Tûsî]] perwerdehiya matematîkê girtiye. Ji bilî xwendina olî û matematîkê, zêdetir li ser [[mentiq|zanista mentiq]], [[metafizîk]], [[fizîk]], [[Bijîşk|tib]], [[hedîs]], û [[tefsîr]]ê gelek berepêş çûye. Li ser berhemên [[Betlemyûs]] xebitiye pirtûka wî a ''[[Almagest]]''ê, cebir û arîtmetikê jî hîn bûye.
Zanayên wek [[Esîredîn el-Ebherî]] û gelekî zanyarên navdar di binê bandora wî de mane.<ref>http://rehber.ihya.org/yenirehber/kemaleddin-ibni-yunus.html</ref>
 
Kesên [[Ewropa]]yê ji zanistên wek fizîk, astronomî û matematîkê hez dikirin. Wî demê li welatên Ewropayê kesên ji evan zanista bizanîbyana pir kêm bûn ji ber wî di zanistê de xwe li welatên misilmanan digirtin, li ser evan zanistan mijarekî hebû kesî nikarîbû bersiv bida gelên Ewropayê mijarên li ser evan zanistan hebana dişandin welatên misilmanan çumkî wî demê [[Serdema Zêrîn a Îslamê]] bû li ser zanistê misilman pir pêşve bûn. Rojekî mijarekî li ser zanistê hebû kesekî nizanîbû ku serrast bike şandin Mûsilê cem Mûsa Kemaledîn û Mûsa bersiv da û serrast kir.
 
== Berhem ==