Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Çavkanî
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Heseni (gotûbêj | beşdarî)
Min agahîyên nû ên di derheqê helbestê de îlave kir.
Rêz 7:
Di helbestê de bibîrxistin, [[nîgaş]]<ref group="Nîşe">xeyal</ref>, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin<ref group="Nîşe">îfade</ref> zêdetir porkirî ye, [[bilêvkirin]] zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî<ref group="Nîşe">melodîk</ref> e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.
 
Di pêșketina ziman de helbest xwedî rolek girîng e. Di helbestê de peyîv dikare bi çend wateyan were fêmkirin. Bi vê șiklê her xwendewan û guhdar gor xwe ji helbestê maneyan hildigire, hestgerm dibe, ango helbestê di xeyala xwe de dineqșîne û ji nû ve watedar dike.
Helbestvanê Tirk (eslê xwe ereb e) Ahmet Hașîm helbestê lîsana di navbera peyîv û mûzîkê de, zêdetir nêzikî mûzîkê ye dihesibîne. Gor wî maneya helbestê ya herî baș, ê ku di xeyalên xwendewan û guhdar de tê neqișandin e.<ref>Hayati Baki: Șiir ve Hakikat. Ankara 2015, Rûpel 26</ref>
 
==Çima Helbest?==
Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye".<ref>Kovara Nûbihar 135, Stembol, Bihar 2016, Rûpel 4</ref> "hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wusa tîne ziman:
 
„Her çi qasî jiyana me ji ber metirsiyên ewlehî û aboriyê bi xem û qesewetê hatibe dorpêçkirin jî jiyan bi awayekî didome. Di vê jiyana nîvço de em hewl didin ku xwe biparêzin û jiyana xwe watedartir bikin. Bêguman „gotin“ nikare rê li ber van neçêyiyan bigire. Lê qet nebe bi „gotin“eke jidil em hem xwe ji neçêyiyan dûr dixin him jî ruh û giyanê xwe ji gemariya her kêlîk dixwaze jiyana li me bike dojeh diparêzin, Ji roja roj ta îro ew hewldan bi avayekî didome.
 
Ger lu’luê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer și’rê Mele bîn, te bi Șîrazî çi hacet / Meleyê Cizîrî
 
Ev beyta li jor bi me dide zanîn ku și’r ne tenê vegotineke ciwakariyê ye an belaxat e. Herwiha ne ragihandina fikr, hizr an ramanekê ye. Și’r di heman demê de sekneke li hember jiyanê ye. Hewldan û rêwitiya ber bi ruh û giyanî ye. Têgihîștin, nasîn û duristkirina têkiliya di navbera „heyîn“ û „hebûn“ê de ye. Ev çalakiya hiș û dilî li ser rastiya heqîqetê bilind dibe. Lê ne rastiyê, ji bo bidestxweveanîna rastiyê rê û rêçikên wê șanî me dide.
 
Helbest karê ponijîneke xwerî ye. Ew, hêlên me yên herî mirovane dipelîne û hebûna me ya li vê dinyayê watedartir dike. Bi saya wê em xwe û derûniya xwe dinasin û di atmosfereke aram da dijîn. Helbest, ew tișta ku em dihizirin, lê em nikarin vebêjin e. Ew cihê sitarê ye, me ji xir û cir û kul û belayan diparêze. Dengê bêdengiya me, bendergeha neçariya me ye.
 
Helbest neynikeke ku em bi wê pergî xwe tên. Vêca kesê bi avayek ciddî li xwe mêze bike û hay ji jiyana xwe hebe, dê hewqasî nirx û rûmetê bide helbestê jî. Rabûn û rûniștineke nelirê, herwiha nîșaneya jiyana me ya tevlihev û girîft e jî.“
Kesên ku helbestan dinivisînin re jî [[helbestvan]] an jî şaîr tê gotin.