Felsefeya îslamê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Felsefeya Îslamê''' [[Rojhilata navîn]] ya [[Îslam]]ê
Didi ramana îslamê ya zû de ku digihê felsefeya [[Serdema Zêrîn a Îslamê]] ya navbera sedsalên 8-12an berbi du hêlên sereke ve bi pêş ketîye: hêla pêşî kelam e ku bi awayê serekî bi gelşa îslamê ya teolojîkî ve pêwendîdar e û Mu´tezilî û Eş´erîyan digire nav xwe ku pêşeng û destpêkarê kelamîyên (mitekelimûnên) vê beşa kelamê ji herdu hêlan re Hesen el-Besrî (m. 728) tê dîtin. Lê serek û îmamê Eş´erîyan Ebû Hesen Elî Eş´erîyê (m. 935) neviyê Ebû Mûsa bû û yê Mu´teziliyan jî Wasil ibn ´Eta (m. 748) û dû re jî Ebû Elî ibn el-Cebayî (933) bû.
Ya din jî ew felsefe ye ku di manekirina Arîstotalî û platonîya/eflatûnîya) nû de hatîye dîtin. Ew jî ji hêla fîlozofên dînî yên mîna [[Farabî]] (m. 950), Îbn Sînayê (m. 1037) xwedîyê dibistana Avicenna, [[Ibn Ruşd]]ê (1126-1198) xwedîyê dibistana Averroes û yên din mîna [[Bîrûnî|Ebû Reyhan el-Bîrûnî]] (m. 1048) ve hatibû têkel û yekkirin.[36] Ya rastî dema meriv li destpêka felsefeya îslamê dinihêre meriv dibîne ku bi saya çend desthilatdarên mîna xelîfeyê emewî [[Xalid bîn Yezîd]] (m. 704), xelîfeyê Ebbasî Me´mûn (m. 833) û wezîrê navdar Caferê Bermekî (m. 805) ku ji zanînên kevnare re yên farisî, hindî û babîlî bi giştî û yên antik û yûnanî bi taybetî hezkirineke wî ya pir hebû, dest pê kirîye. Bêguman wergerên mezin yên siryanîyên nestûrî ku bi rastî ne bi tenê wergêr û miqelidên bi nivîserên yûnanî yan jî yên din ve bûne, lê herweha yên mîna Hineyn ibn îshaq (m. 873) û Yehya ibn ´Edî (m. 974) di heman demê de berhemên zanistî yî felsefî yên giring dane.
Lê berhemên wan bêhtir wergêr û berhevokên kurt bûne ku pêwîstîya wan bi bingehekî berfirehtir hebûye. Ji ber vê jî piştî van, meriv dikara fîlozofê yekemîn ku bi erebî berhem dane, ronakbîrê hevdemê Hineynê navdar [[Kindî|Ebû Yaqûb el-KindîKîndî]] (li dor salên 866) bihejmêre. Ew ji wergêrên navbihurî hem bi dindarîya xwe û hem jî bi nezanîna xwe ya ji binî bi zimanê sirynî (aramî) û yûnanî ku li kêleka yê erebî du zimanên mezin yên hingê bûne, ji wan cuda bûye.
Kindî fîlozofê pêşî yê îslamê bû ku bi tenê ne fîlozofekî heyranê kelamê bû, lê herweha ew heyranek ji yê felsefê bû jî; ji ber vê jî em dikarin doz bikin ku ew di xeta navbera felsefe û kelamê de radiwestîya û herduyan pêkve didêrand, lê ew li ser [[astronomî|stêrnasîyêstêrnasiyê]] jî dixebitî û di felesefeya xwe de bi kar dianî.
Ev beşa zanîna felsefê di nav îslamê de bi wergerana ji zimanên bîyanî di dema xelîfeyê ebasî Mensûr (754-773) de jî bi wergerandina kitêbên [[Arîstoteles]] û Îsaxocîya Furfûriyûs domand. Ji bilî van, her di dema Mensûr de hinek nivîsarên Aristoteles, kitêbeke Betlimus, bingehê endazyarîya Euqlides û hinek berhemên yên din jî hatin wergerandin.
Lê xebat û niqaşên ser kelam û felsefê hê bêhtir di dema Xelîfe Me`mûnê kurê [[Harûn Reşîd]] de bi pêş ketin ku bi taybetî jî piştî avakirina Beyt el-Hikmetê wî gelk wergêrên mîna Yuhenna ibn Masûye, Hineyn ibn Îshaq (809-873) ku berê me qal kir, Îshaqê (m. 911) kurê wî, IbnÎbn Naîmeyê Himsî (m. 835), û gelekî din lê civand û berhemên hêja bi wan da nivîsîn û wergerandin. Herweha piştî wan jî gelekên mîna Ebû Bişr meta ibn Yûnus (m. 940), Yehya ibn ´Edî (m. 974), Qusta ibn Luqa (m. 900) û gelekên din jî li rêça wan domanid.
Di dema Me`mûn de û piştre jî herçiqas xebatên felsefî jî hêdî hêdî dihatin kirin, lê giranîya xebat û nîqaşên ilmî û dînî bêhtir li ser kelam û eqîdeyê û di navbera mu´tezelî û eş´erîyan de diqewimîn. Lê herweha wan ev devçengî û minazereyên xwe yên ser afirandin, dad û hebûn û wehadanîyetê û sifatên Xwedê bi rîya nezerîyeyên mentiqî û ilmê felsefeya arîstoyî û eflatûnî pêk dianîn.
Ji bilî Kindî Bêguman ev xebat û pêşveçûnên ser felsefê kêm zêde hin bi hin domandin lê di vê pêlê hemî de pêwendîya mitesewifan bi felsefê re gelekî kêm bûye û di gelek waran de dijî gelek nêrîn û nezerîyeyên fîlozofan bûne jî heya dema [[Farabî]] (m. 950) û Ibn Sîna (m. 1037) û peyrewên wan ku bi wan re hê bêhtir bala mitesewifan çû ser xebatên felsefî.
===Tesewif===
Rêz 29:
Çendî ku ev li ser pêwendîyên [[Xwedê]] û merivan û cîhan û axretê weha bi fena, beqa û wehdetê û yên din dibêjin jî lê [[Hedîs]] û [[Quran]] bi xwe van pêwendîyan bi awayekî ne mîna yên jorî dîyar dikin geva ew dibêjin: ”Xwedê ji şahdamara meriv jî nêzîktir e û ew kull ul-wicûd û kull ul-Îlm e û bi hemî karê merivî dizane û hemî fikrên wî dixwîne”.
Hinekan jî dîyar kirîyekiriye ku mistika hevmaneya tesewifê di girekîya kevn de bi maneya çavgirtin e û ji gotina ”myein” tê. Nexwe di tesewifê/mistîkê de ger meriv di rîyên naskirî de jî here, yan jî zihna xwe li ser bixebitîne jî hinek tiştên ku meriv nikaribe bibîne û bigihîjê hene. Ji ber vê jî hinekan jê re gotîye: ”mistîk ew çemê mezin yê rûhî ye ku di nav dînan/olan de diherike”. Li gorî wan çi jê re ”zanîn”, çi ”ronahî”, çi ”evîn” û çi jî ”tuneyî” bibêjin, ya rastî ew ”têgihîştina yek rastîyekê ye”.
Lê li gorî wan ew rastîya ku armanca mistîkê/tesewifê ye bi bîrbirineke bi tenê nayê zanîn û ne felsefe û nejî hiş û aqil têra têgihîştina wê nake, lê hew bi zanîna dil (marîfet) belkî hinek hêlên wê têne dîtin.
Rêz 49:
Li gorî mitesewifan destpêka sofîtîyê digihîje heya [[Mihemed|Mihemed Pêxember]] ku delîla xwe jî ji ayeta serê sûreyê 17an yê ”Esra bi ´Ebdihi leylen/- - -” û ilmê xeybê jî jê gihaye kurap û zavayê wî [[Elî|Îmamê Elî]] dû re di sedsala nehan de mitesewifan ji gelek hedîsên ku di nav yên ku bi fermî hatine civandin de nînin, jî sûd wergirtine.
 
Piştî van, fîlozofê mezin [[Xezalî]] (1058-1111) ku ekolekê di tesewifê de danîye çendî ku serê pêşî li ser rêbaza [[IbnÎbn Sîna]] ya eflatûnîya nû demekê domandîye jî heya ku mamosteyê wî Ciwînîyê (m. 1085) serekê Medreseya nizamîye mirîye ku Hamid ketîye cihê wî û bûye berpisîyarê Medreseya NîzamîyeNîzamiye. Xezalî 5 salan serektîya Mederesê kirîyekiriye, lê dû re piştî kuştina Nîzam el-Milk ji hêla îsmaîlîyan/batinîyan ve û mirina mezinê wî Melikşah jî êdî wî hêdî hêdî dest ji dersdanê berdaye. Gava Xezalî dest ji dersdanê berdaye û vale maye di demeke kin de li ser pirsa hiş/aqil, zanîn û bawerîyê/yeqînîyê pê re hinek şik û guman peyda bûne. Di wê demê de ew nêzî çend mehan bêmane li derûdoran gerîyaye, lê di pey de ji nedî ve li gorî serpêhatîyên wî ji canibê Xwedê ve bawerî û ewleyiyek ketîye dilê wî û pê re jî hinek ramanên ji yên berê cuda ketine serê wî. Piştî hingê ew dijî eflatûnîya nû nêrînên Aristo, Farabî û Ibn Sîna û peyrewên wan derketîye, li ser hinek dîtinên wan ew rexne kirine ku bi taybetî jî ev ramanên wan dijî nessa Quran û Hedîsê dîtine:
Afirandina gerdûnê
Sîfatên Kirdigar/Sani´/Xwedê
Rêz 69:
Di biwara evîna tesewifî de piştî Hellac û Ibn Sîna, yê ku berî serdema Mela ew bi awayekî bi rêkûpêk parastîye, Ibn Erebî ye ku evînê mercekî çêtirîn yê tesewifê dîtiye. Herweha ew di biwara wehdetê de jî li pey dîtina Xezalî çûye, lê dema ew bi evînê re jî gihandîye hingê rêbaza Wehdet el-wicûdê jî ku berê Hellac û Bestamî destnîşan kiribûn parastîye û weke bavê Wehedet el-Wicûdê hatîye dîtin. Herweha têgeha wî ya insanê kamil ku Xwedê ew di şeklê xwe de afirandîye, vedigere ser ramana Hellacê Mensûr ku dewreke sereke di xebata ser pêwendîyên Xwedê û merivan de digire. Li nik Ibn Erebî xwdayî û merivî ne du siruştîyên dijî hev in, lê belkî li nik mertebeya hebûnê ew du rûyên taybetmendî yên diyarbûnê ne. Lahûtî rûyê derûnî yê herhebûyî ye û nasûtî jî bergîdana rûyê zahirî yê hebûyî ye ku hadis/peydabûyî ye.
 
Divê li vê derê di biwara wehdet el-Wicûdê de li ser [[Baba Tahirê Uryan Hemedanî]] (935-1010) jî bê rawestan ku yek ji şair û mitesewifê Wehdet ul-Wicûd parêz yên pêşî ye. Ew li Hemedana rojhilatê Kurdistanê hatîye dinê û di serdema desthilatdarîya deylemî û ya kakewîyên pey wan de ku heya sala 435/1043an li Hemedanê hikim kiribûn, jîyaye. Wî helbestên xwe bi zaravayê lûrî û goranî nivîsîye ku tê de tesewifa Ehlê Heq/Yarsanî bikar anîye û wehdet el-Wicûdê parastîye û piştgirîya Hellacê Mensûr kirîye.
 
Çendî ku Hemedanî yek ji mitesewifên şair û wehdet el-wicûd parêz bû jî lê piştî wî, hê di dema Ibn Erebî de û bêhtir jî piştî wî serdema mitesewifên şair dest pê kirîye ku şairên mîna Ettar (m. 1229), IbnÎbn Farid (m. 1235) û Celaledînê Îranî/Rûmî (m. 1273) û yên din dest pê kirine di şi´rên xwe de babetên xwedayî û mistika rehmanî honane.
 
Piştî van jî divê li ser heranîyê mezin î navdar Ibn Teymîye (1263-1327) jî bê rawestan ku yek ji rexnegirê fîlozof, mentiqî û kelamîyan bû. Li gorî wî wan bi minaqeşe û gutûbêjên xwe nikaribûye tiştekî sererast bikin û li ser ramanekê bibin yek. Ji ber vê jî wî hew bi ayatên Quranê girtîye û ji bo hemî tiştî ew pêşnîyaz kirine ku ger weha bê kirin hingê tu dijberî û cudahî dê nemîne.
Rêz 79:
Herweha terîqeta Rufa´î ya Ehmed Rufa´î (1175), terîqta Neqşebendî ku li ser navê Behaedîn Nexşebendî (1318-1389)[69] belav bûye, lê danerê wê yê rastî Yûsuf Hemedanîyê (1140) kurd e ku jê gihaye şagirdê wî Abdulxaliqê Gujdewanî (m. 1189), lê dû re bi awayekî derbasî ser navê Nexşebendî bûye. Digel ya Ehmed Yesewîyê (1166) tirk yê xelîfeyê Yûsuf Hemedanîyê navbihurî ku hevdemê Gujdewanî bû û yên hêla Hind û Pakistanê yên mîna Ferxanîyê Hindî (m. 1235), Bextiyar Kakî/Kakeyî (m.1265), Ehrarîyê Neqşebendî (m. 1490) û gelekên din ku hejmara wan bi sedan in.
 
Piştî Ibn[[Îbn TeymîyeTeymiye]] û xirecira navbera fîlozof û kelamîyan ku sedsala 13em û 14em êdî giranî ketibû destê kelamîyan û felsefe û tesewifê cihê xwe ji terîqetê re hiştibû. Ji nav kelamîyên herdu sedsalên jorîn meriv dikare navên vanên jêrîn bide: Hafizidîn Nesefî (m. 1301 yan jî 1310), Ibn Xeldûnê (1332-1406) ku çendî li ser kelam û felsefê xebitîye jî lê hê bêhtir di nav koma tarîxnasan de bi navûdeng bûye, ´Adudedîn Îcî (m. 1355), Sa´dedîn Teftezanî (m. 1390) ku şerhek li ser kitêba Necmedîn Nesefî (m. 1142) ya eqîdeyê/kelamê nivîsîye. Ji bo sedsala 15an jî meriv dikare navên Senûsî (m. 1490), ed-Dewanî (m. 1501), Berqelî (m. 1573) ku hevdemê Mela ye, Siyelkûtî (m. 1657) û Bacûrî (m. 1860) bide.
 
Bêguman di nav mitesewifên şair de divê behsa kesên mîna Sadîyê Şîrazî (1184-1292), Hafizê Şîrazî (1325-1389-90), Camî (m. 1492) Fizûlî bike ku piştî wan jî êdî dor tê ser [[Melayê Cizîrî]] (1570-1640), [[Ehmedê Xanî]] (1650-1707), [[FeqiyêTeyranFeqiyê Teyran]] (1590-1660 yan jî 1563-1660), Bateyî (1417/1491 yan jî 1680-1760) û yên din. [71] Sembolên evînê di şi´rên şairên îranî de jî heman yên Mela ne, ji bilî Mem û Zînê
 
Piştî van ku êdî sîyasetsiyaset ketîyeketiye nav terîqetê, çendî ku ne şair be jî divê ji hêla terîqet û tesewifê ve Ehmed Sindîyê (1564-1624) navdarê bi Îmamê Rebanîyê nexşebendî ku xwe weke mucedidê hezarê duyem daye nasîn û ji dêla Wehdet el-wicûdê ve Wehdet eş-şihûdê pêşnîyaz kirîye, yekî girîng e di terîqetê de. Ew hevdemê Melayê Cizîrî bûye û ji bo Wehdeta Wicûdê rexne li IbnÎbn Erebî girtîye. Herweha Ekberî (1556-1605) jî ku hemdemê wî bûye nêzî du sed sal dû re jî [[Mewlana Xalid]]ê Şehrezorî yê Zilcenaheyn ku hem terîqata Qadirî û hem jî ya Neqşebendî temsîl dikir weke micedidê sedsala 18emîn hatîye dîtin.
 
== Çavkanî ==
 
[[Kategorî:Îslam]]
[[Kategorî:Felsefe]]