Şahmaran: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Rêz 9:
Dîroka Şahmaranê, pir kevn e. Gava ku mirov li ser dîroka wê dihizire, mirov pir dîrokeke kûr û bi hizir dibîne. Di nava xalkê de dîrok û çiroka Şahmaranê ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xalkê de weke wêne dageriya rûmetê û xweşikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û esilbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xalkê de pir mazin bahsa Şahmaran mazin tê ser ziman. Ji demên berê ve bahsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroka Şahmaranê, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman. Di demên berê de, li ser Şahmaran vegotin û çîrokên ku dihatin vegotin, di wan de hinekî "bawerî" ji pir mazin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, bahsa Şahmaranê tê kirin. Deme ku bahsa wê tê kirin, bi rêz û hûrmet tê behskirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Şahmaran ve, bi hizreke mazin ye civakî re gelek nirx û kevneşopiyên mazin hatina jiyîn û têne ser ziman. Deme ku bahsa Şahmaran tê kirin, bi rêz û hûrmet tê behskirin. Bi zêdêyê li Herême Botanê, di nav kurdan de, Şahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, deme ku mirov diçê herêmên din yên [[Kurdistan]]ê ji, mirov rastê wê têt. Lê divêt ku me bahsa hebûne şahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xalkê de tê ser ziman û vegotin bênine ser ziman.
Şahmaran, hizreke civakî
Şahmaran, nêvî mirov û nêvî mar bû. Bi vê yekê re, deme ku bahsa wê dihata kirin, dihata vegotin ku ew ji aliyê wê jin ve ku lê dihata meyzendin, dihata dîtin ku dinyê de, ti kesek weke wê ne xweşik bû. Ti kesek li ser wê re ne xwediyê xweşikatiyekê bû. Bi vî awayî bahs dihata kirin. Ji vî alî ve, deme ku bahs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweşkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne şahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Bi vê yekê bahsa Şahmaran dihata kirin. Bi vê yekê re divêt ku mirov bêje ku Şahmaran, ne tenê dageriya xweşkatiyê bû. Ew dageriya rûmet û hebûnê ji dihata dîtin. Ji ber vê yekê, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi naqş hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtan ve di hundurû de dihata dalaqandin. Mala ku wêne Şahmaran têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mazin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, "xalîçe"yeka ku wêne Şahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê ji bi xwe re dibîr.Ev yek, weke kevnşopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneşopiyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîroziyê ji bi Şahmaran re bi vê kevneşopiyê re bêne ser ziman. Ji ber ku ev yek weha bi pîrozî hebû.
|