'''TesalonîkîSelanîk''' an jî [[Selanik]]'''Teselonîkî''' (bi [[Yewnanî]]: Θεσσαλονίκη ''Thessaloníki'', bi [[Tirkî]]: ''Selânik''), bajêrê mezin yê duyê û paytextê devera [[Makedonya]] ya [[Yewnan|Yewnanê]] e. Ji Selanikê ra dibêjin 'symprotevousa' anko ''tevpaytext'', ji ber dîroka dirêja wê û giringî ya stratejik û aborî ye wê. Bi awayekê gelek fermîtir ji Selanikê ra dibêjin ''Paytextê Karûbarên Kultûrî''. Selanikê 13 [[şehredarî]] hene, û li goreyê [[serjimêr]]a 2001'ê, hijmara akinciyên wê 809,457 kes in. Tesalonîkî bajêrekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji [[pêvendgeh (hub)]]ên [[rojhilata Ewrûpayê]] e. Du zanîngeh li vî bajêrî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajêrî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a [[Bîzantî]] û [[Osmanî]] yên dîrokî li vî bajêrî hene.
Mistefa Kemal [[Ataturk]] li Tesalonîkiyê hat ser dinyayê.