Muhemmedê Şoşikî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 48:
== Dema Medîneyê ==
Yesrib (Medîne) ewdem di civateke ji Mekeyê cûdatir bû.
Berî her tiştî Hezretî Pêxember eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medîneyê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate misilmanan “[[umet]]” û civata cihûyan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cihûyekî dewlemend ket destê misilmanan û hemû cihû ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî bi misilmanan dikirin.
Mihemed sê caran bi pûtperestên (muşrikên) Mekeyê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li [[Bedr]]ê cengek qewîn çêbû. Misilman serketin û hemû qenîmeta muşrikan ket destê wan. Di şerrê [[Uhud]]ê de misilman perîşan bûn, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Mihemed li sere çiya cîhkiribû û ji wan re gotibû: “Çi dibe bila bibe, ji cihên xwe neleqin”, dîtin ku wa misilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li misilmanan xistin. Misilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û şehîd ket, wek Hemze.
Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Mihemed umeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekeyê Kebeyê [[tewaf]] kin, “[[umre]]”. Li [[Hudeybiye]]yê, gundekî nêzîkê Mekeyê muşrikan rê li wan girtin. Pêxember Mihemed nexwest şerr çêbe û bi serokên qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û misilmanan qebûl kirin:
Rêz 62:
* Sala peymanê kes ji Medîneyê naçe Mekeyê, li di salên dû re misilmanê bikaribin biçin Mekeyê ji bo hec û umre.
Dema salên peymanê Hz. Mihemed çû Mekeyê leşkerên bi hêz wek [[Xalid ibn el-Welîd]] (bi erebî: ''Khâlid ibn al-Walîd'') û [[Emr ibn el-Asî]] (bi erebî: ''Amr ibn al-’Asi'') û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekeyê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Hz. Mihemed bajarê Mekeyê bê şerr ji muşrikan stand.
Bi kesên derdorê Mekeyê re cengek çêbû. Di wê cengê de misilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.
Di sala 632'an de Hz. Mihemed ziyareta dawî li Mekeyê kir. Li wir di xutbeya (bang) xwe ya dawî de ji umeta Îslamê re nesîhet kir. Got:
{{Jêgirtin|"Misilman birayê misilman e, Ewsal çû ber Rihma
== Navên cudayî yên Mihemed pêxember ==
|