Eskerê Boyîk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 31.17.155.20 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 2A02:8109:10C0:51A0:B0E3:A6AE:37BB:A086
Rêz 1:
'''Eskerê Boyik''' (z. [[1941]], [[Ermenistan]]) helbestvan û [[nivîskarekî Êzîdîkurd]]ê [[Ermenîstan]]ê ye.
 
== Jiyan ==
 
Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31 ê tebaxa sala 1941 ê li gundekî Êzidiyankurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê.
 
Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961 ê înstîtûta Malhebûna gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966 a bi qîmetên here bilind dewyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna gundîtîyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktorîyê).
Rêz 18:
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, edebyet û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993 a ra gava ewî Ermenistan pişt xweva hîşt, ji pey gelek zehmetîya ra (welate dereke da) jêra îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskarîyê, kurdzanîyê, bi tebyetî bi cîanîna lêkolînên di warê dîrok û ola kurdên êzdî va mijûl bike.
 
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtîya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, alîyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21 ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Li wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stiranbêjê kurdî bi nav û deng Nîzamettîn Arîç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqîyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weşena albima Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: „… di nav êzîdiyênkurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cudaye. Helbestvanekî girînge. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kême. Merov dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike sitiran“.
Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: „Alboma „Azadî“ ji 10 sitiranan pêk tê. Hemû sitiran jî li ser helbestên kurdên Kafkasîya Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin“. Navê albomê ji navê helbesta hogerê min Eskerê Boyîke „Azadî“ hatîye hildan.
Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdarîya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên teye nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.
Rêz 195:
Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgîya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).
 
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanîyarîyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojneme û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2010), „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatîya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdîyatî gerekê bibe warê zanyarîyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Rîya Teze jî cêrga „Gundên Êzîdiyankurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.
 
== Berhem ==
Rêz 224:
 
 
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
 
[[Kategorî:ÊzîdînasHelbestvanên kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên êzîdî]]
[[Kategorî:ÊzîdiyênKurdên Ermenistanê]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1941]]