Eskerê Boyîk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 91.34.140.17 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya MikaelF
Rêz 2:
== Jiyan ==
Eskerê Boyîk di sala [[1941]]ê de li gundê [[Qundexsaz]]ê (niha [[Riya Teze]]), li [[Ermenistan]]ê hatiye dinyayê.
 
Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31 ê tebaxa sala 1941 ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê.
Berê li gundê xwe, paşê li gundê cîran: [[Elegez]]ê xwendina navîn standiye. Sala [[1966]]an [[Enstîtuya bajarê Yêrêvanê]] ya [[Malhebûna Gundîtiyê]] xelas kiriye. Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê [[ermenî]] û [[rûsî]] çap bûne.
 
Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961 ê înstîtûta Malhebûna gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966 a bi qîmetên here bilind dewyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna gundîtîyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktorîyê).
Di salên [[1960]]î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine weşandin. Helbest û nivîsên wî rojname û kovarên mîna [[Özgürlük Yolu]], [[Riya Teze]], [[Deng]], [[Dema Nû]] da hatîye weşandin.
 
Sala 1974 a têza doktorîyê diparêze û navê doktorê êkonomîkîyê (aborîyê) distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew usa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna gundîtyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê dide. Di warê zaniyarîya aborîya (êkonomîka) gundîtîya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
 
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993 a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wur dimîne û pey ra berê xwe dide Awropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, kîderê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskarîyê, zanyaryê, civakîyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê edebyet, çand û dîroka kurdî da.
Her çiqas jî, di warê zanyarîya aborîya malhebûna gundîtîyê da bi cîanîna lêkolînên zanîyarîyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnemevan, pûblîsîst deng dabû.
 
 
Eskerê Boyîk bi ruhê xwe va helbestvan e. Di salên kare ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî edebyet e, jîyana wî da şaşî çê bûye, ku pêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşîya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtstanê nikaribû tenê bi nivîskarîya kurdî ebûra xwe û nefera bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwezim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgrêkên aborîya gundîtîya komara Ermenistanê, usan jî bi serketin rêya kar û barê edebyet û çanda kurdî da dimeşya.
 
Mijara helbestên wî zêdetir xweza û evînîye û bi devoka kurdên ermenîstanê nivîsîye.
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, edebyet û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993 a ra gava ewî Ermenistan pişt xweva hîşt, ji pey gelek zehmetîya ra (welate dereke da) jêra îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskarîyê, kurdzanîyê, bi tebyetî bi cîanîna lêkolînên di warê dîrok û ola kurdên êzdî va mijûl bike.
Gelek helbestên wî li tirkî jî hatîye wergerandin.
 
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtîya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, alîyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21 ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Li wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stiranbêjê kurdî bi nav û deng Nîzamettîn Arîç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqîyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weşena albima Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: „… di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cudaye. Helbestvanekî girînge. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kême. Merov dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike sitiran“.
Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: „Alboma „Azadî“ ji 10 sitiranan pêk tê. Hemû sitiran jî li ser helbestên kurdên Kafkasîya Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin“. Navê albomê ji navê helbesta hogerê min Eskerê Boyîke „Azadî“ hatîye hildan.
Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdarîya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên teye nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.
 
Gava Esker, ji bo sitandina xwendina bilind sala 1961 ê hate paytextê Ermenistanê Yêrêvanê
atmosfêra wur bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina edebyet, çand, huner û kurdzanîyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938 a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50 î mecal û îmkan kurdeyatîêra berfire vebûn, îmkanê ji bo nu va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, kîjan dişibîya Ronêsansa Awropa Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltîyên edebyet û çanda kurdî, her usa jî kurdzanîyê çê bûn: rojnema Rîya Teze ji nû va hate weşendinê, weşenên radîyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê heroj bi zemanê angor dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojhlatzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê ya Zanîyarîyê da beşa kurdzanîyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê da sêksîya nivîskarên kurd hate demezirandinê, weşenxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hate vekirinê. Em êdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civya. Bi dehan dûhatîyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwedina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşe ji edebyet û çanda kurdî xerîb girtibû, lê gîyanê kurdîtîyê û kemala helbestvanîya wîye xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê cîyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt.
 
Helbestê wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema „Rîya Teze” û bi radîyoyê bi zimanê kurdî hatin weşendinê. Lê sala 1966 a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê „Siverê” li Yêrêvanê hate weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hunurê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975 a bi sernavekî xweşik: „ Kulîlkên çîya“ hate weşendin. Wê pirtûka helbesta nav û deng û naskirin çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê usa jî ji sînorê wê dêr jî helbestvanê gênc ra anî. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hate weşendin. Pirtûk wergerandibû û weşabdibû sîyasetmeder û helbestvanê kurdî mezin Kemal Bûrkay.
 
Heta niha ev pirtûkên wî yê helbestan hatine weşendin: “Tîrênc”, “Kulîlkên Birîndar”, “Govenda Herfan”, “Duaya sere sibê”, “Oda çîrokan”, “Ez kilameke melûlim”.
 
 
Eskerê Boyîk şayîrê dewrana meye. Ji alyê xwendevanada hêjayî hizkirinê bûye. Dîharkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li cîyê pêwîst da jî kivş kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye sitiran. Şedetîke hêjatîya wîye helbestvanîyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê anîye nava helbestvanîya kurdî, qet misqalekê jî şayîrên berîya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêzîya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifşkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e.
Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêzîya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêzîya wî raxin li ber çavan û binirxînin.
Helbestê Eskerê Boyîk nazikin, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çîya pêk tên, tije rem, germayî û kela jîyanê ne:
 
 
Kulîyê nazik
Kulîyê berfê
Nerm dibarin
Têne erdê.
 
Usa qerqaş,
Usa amin,
Mîna têlê
Porê dya min.
 
Tên dipêçin,
Çîya, banîyê min
Ku ber sermê
Necemidin.
 
 
 
Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê bêjî ew bi germayî û hizkirna dilê xwe, heta bi „porê dayka xwe“ dixweze serma zivistanêda cihanê germke.
Lê gorî xeysetê xwe yê şermoke ew evîndarîya xwe berbi evîna xwe, ya cinsî, yanê ya himber qismî jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgorîyayê xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin:
 
 
 
Havînê sî xweşe
Zivistanê-tav
Biharê sî û tav
Hemêz dikin hev…
 
Ez sî me,
Tu-tav,
Were, domam, bihare
Em bigihîjne hev.
 
 
Çiqas xweş, çiqas bi hunera û helbestvanîyê ya bilind hatîyê gotinê. Helbestvan xwe wek “sî“ lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê.
Felsefa poêzîya Esker gelekî kûre û bi pêra jî di alîyê moralîyê û pisîkolojîyê da pir tehsîrdare. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan dike, ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn, loma jî bihara jîyanê bi ji hev hizkirinê, evîndarîyê û amintîyê xweşe.
 
Helbesteke biçûke din:
 
 
Ezê hildim îro vê
Dara bîêye beyanî,
Hubirêda kim dilê xwe ra
Nav esmanê sîn-sayî
Nemê tera binivîsim
Li ser pala vî çîyayî:
-Tu jî derê ber dêrî
Ku min bibe ronayî.
 
 
Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek, ku tenê efrandina Eskere… Helbestvan evîndarê xezayê, çîya û banîya, mêrg-çîmanan, kanîyên avsar û zozanan e. Zarotîya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, heywanan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî dêşe.
 
 
Berf barî rê û dirbê
Çîyê xitimîn,
Mij û dûman hatin serê
Rîya kimkimîn.
Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî
Li çîyê man,
Em vegeryan, gelo ça bû
Halê wan?
 
 
 
Helbestvan xwendevan jî bi xwe ra dike heyr û motac, evîndarê xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendîyê û hostatîya berhemdayînê, efrandarîêye, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav xweşikaya jîyanê da tên temam kirinê. Bêy vê faktora jîyanî bi tenê hostatîya helbestvan nikare tesîrê li ser gîyana xwendevanan çê bike. Ev herdu keremên Xwedê jî jî Esker ra hene.
Têma evîna berbi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da cîyê xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji wan helbestan dibare.
 
Gelek helbestvanên kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêzîya welatevîntîyê û miletevîntîyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nine, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya tirajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawarîya min helbesteke vê babetê ya here baş, ya here bi hunura helbestvanîêye bilind, ya naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me Eskerê Boyîk raberî xwendevana kirîye:
 
 
 
Kê nifir kir ku em wa bin,
Bê cî-sitar mîna gurê serê çîya bin,
Mala xwe da em bêpar û em bê war bin,
Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin.
 
Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin,
Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin,
Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq,
Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin…
 
Kê nifir kir, ku em awa tîş û par bin,
Dora me tev çavê sar û mejûyê har bin,
Rê jîyanê me ra ewqas zor û zemet û dijwar bin,
Em jî ser rîya, çav li derya, penaber û stûxwar bin.
 
 
 
Weke kifş dibe, li ber rewşa milete girane tirajîk helbestvanê dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike, ku her bi tenê boyî we yekê bala me bikşîne ser kêmanî û şaşîyên nava civaka me kurdan da çêbûyî, ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tel û tûj, ku me kurdan ra dibêje tê bêjî tên “xwerinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî- “fikirînê”.
Poyêzîya Eskerê Boyîk ya welatevîntîyê xurte him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê . Em êdî wê yekê nabêjin, ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagerkirên Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntîyê-miletevîntîyê: “Heta kengê ?”, “ Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihare”, “Kurdistan” “Cimeta xwe ra”, ”Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”, “Ewra bare xwe dagirtîye” û gelek gelekê din. Lê evîndarîya wîye weletvanîyê xweşbînî ye. Ew bi şerdarya gelê xwe yê azadarîyê da baware, bi hîvî û gumane ku gelê wîyî mêrxas wê serkeve û ji zulma dagerkiran rizgar be:
 
 
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyraqa wê be,
Edlayî tifaqa wê be
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Tavê qelema wê be,
Çavê alemê lê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Lawê Kurd egîtê wê be,
Îro be yanê sibê be,
Ez zanim Kurdistanê çê be.
 
 
 
Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeryê jî balkêşin. Kurteçîrok , şano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qimetkirin.
Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin, ku roman li ser doza tirajêdîya êl û eşîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê.
Şanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”,
“Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almanîyayê demên dirêj hatine lîstinê.
 
 
Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eşkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karaktêr (xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat . Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giştî, temamî û sipêsîyalîst (pêşekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beşeke gelê me kurden êzdî da eva êdî cîyê ecêvmayînê ye. Di vî ware zanîyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weşendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.
 
Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdîyatîya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne menîya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê (civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdarîya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatîya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola musulmantîyê, ku piranîya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandîyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew sîyaset berdewam e.
A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtîyê ji alîyê zanyarîyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn.
 
Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdîyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji alîyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima musulmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatîya di navbera kurdên musulman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” , lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkanîyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretîyê kirine nava vî gelî û cîyê dilêşîyê jî ewe ku her tiştî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtîya wan wêran dikin.
 
Derheqa wê dutîretîyê ji alîyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe “ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partîyake ermenîya ya desthilatdar ya miletçî, nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendîyên şexsî u qazanckirina navên arzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan… Pak bû xelkê bi alîkarîya rewşembîrên wure kurd ( li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ Rewşenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdîyan” neçûn “. ( rûp. 6). Piştî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêlîya bicîanîna lêkolînên zanîyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên usa hebûna ( yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastîya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin (bûyarên birakujîyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdîyên” sexte û miletçîyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtîya xwe înkarkirina…” ( rûp.7). Pêwîste em li vê tangê wê rastîyê kifş bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewşenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêşin da dimeşîya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçîyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd.
 
 
Vê tangê da usan jî balkêşin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdîyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuqurîya, “Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestîyê”, analîza hinek qewlên êzdîyan û hvd…
 
 
Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û usa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan (2004 û 2008) hatîye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagerkirên Kurdistanê, cihana musulmanîyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdîyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtîyê mêze dike û tiradêjîya kurdên êzdî wek ya temamîy kurdan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên musulman wek beşeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdîyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkîya Osmanîyê û xulamokên wan kurdên musulman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began.
 
***
 
 
Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) sêksîya, beşa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûşkî bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan ra bona weşendinê rêkomêndasîya (kefîldarîya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê ra bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye.
 
 
Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojîya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt ra “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.
 
 
Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asîya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtîya Kurden Qazaxisuanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endemê Yekîtîya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê edebyeta Qazaxa- Abay ji rûsî weldigerîne kurdî, bi alîkarîya Ezîzê Zîyo temamîya belgeyên KGB yên li ser sirgûnîya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkazîyayê berbi Asîya navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Pirof. Knyazê Îbrahîmî edebyetzan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktorîya Kinyazê Îbrahîm û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almanîyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdîyan hebû: “Mala Êzdîyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkarîyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.
 
Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzanîyê-êzdîzanîyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konfêrans û çalakîyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdîyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdîyan” bi deha pirtûk daye weşandin.
 
Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. Nîşana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsîyê, dexesyê, çevnebarîyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbirîyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdarîyê ya mezin jî carna carnûsîyê û dexesîyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatîyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêzîya Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan.
Di ware îsanetîya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên, heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên welatîyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin sîyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastîyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane.
 
 
Eva xên ji hestên berpirsîyarîyê ji dilovanî û dilsozîya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatîyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronakbirekî angorî wî wê peyda bibe û cîyê wî tijeke, dilêşîya xwe bona çêbûna wê zîyanê û kêmasîyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne.
Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meşîyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyarîyê, ku ew îro 70 salîya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi şabûn û hêvîya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyarîyê yên nû.
 
 
Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtîya Niviskarên walatê sovêtê bû, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd.
 
 
Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, şanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da (sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvanîya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Alîyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weşendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkazîyayê sirgûnî wur kiribûn.
Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyarîyê-pûblîsîstîye, rêsênzîyayên ser nivîskar û zanîyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her usa jî pêşgotinên pirtûkên kurdîyê. Bi pêşgotinên wî hatine weşendinê: romana Hecîyê Cindî „Hewarî“ (Weşena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatîyên Wezîrê Eşo „Parîyê Berdamayî“ (Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“ (Weşena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Hecîyê Cindî û Emînê Evdal (Weşena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetîyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).
 
 
Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye.
Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgîya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).
 
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanîyarîyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojneme û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2010), „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatîya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdîyatî gerekê bibe warê zanyarîyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Rîya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.
Eskerê Boyîk niha jî li [[Almanya]]yê dijî.
 
== Berhem ==