Mihemed Şêxo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 19:
== Jînenîgarî ==
 
Hunermendê kurd [[mehelmî]] ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê [[Gîrbanîn]]a [[Qamişlo]]yê tê dinê. Navê wî yê rastî [[Mihemed Salih Şêxmûs]] [[mehelmî]]e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê [[Xecok]]ê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala [[1959]]´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala [[1969]]’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li [[Lubnan]]ê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li [[Bêrût]]ê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala [[1972]]’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê [[Koma Serkeftin]] komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî [[Başûrê Kurdistanê]] dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe [[Şam]]ê, li wir kaseta xwe ya bi navê ''Ay Gewrê'' derdixe. Lê li wir dewleta [[Sûriyê]] Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da [[Îraq]]ê û di nav refên [[pêşmerge]]yan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li [[Rojhilatê Kurdistanê]] ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma [[Îran]] ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.
 
Mihemed Şêxo di [[9'ê adarê|9'ê adara]] [[1989]]'an de çû li ser mafeya xwe. Li [[Qamişlo]]kê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.