Albert Einstein: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B min dema vê jiyannameyê guherand.çimkî bi kurdî tekstên bi vî rengî pirani bi dema niha ya çîrokî tên nivîsîn.spas |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 24:
Einstein, li [[Ulm]]ê, di 14'ê adara [[1879]]'an de, wekî zarokekî malbateke [[cihû]]yên [[Almanya]] ên xwedî [[raman]]a azad, ji dayîk dibe. Bavê wî [[endezyarî|endezyar]] e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert, zarokatiya xwe li [[München]]ê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di [[dibistan]]a navîn de, hez ji pergala (sîstem) hîndekari ya Almanî nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van [[azmûn]]ên pêşwext, li hemberî meqamên fermî yên Almanî dibe [[dijmin]] û neyar. Şert û mercên neyînî yên aborî, di sala [[1894]]'an de, malbata Einstein'î ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide [[Mîlano]]yê. Lê Eistein ji bo hîndekariya xwe temam bike li Münchenê tê hiştin. Einstein bi hinceta [[nexweşî|nexweşiyê]] piştre tevî malbata xwe ya li [[Îtalya]]yê dibe. Einstein gelekî hez ji Îtalyayê dike û li wê derê di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta [[Cenove]]yê 160 km rê, bi armanca gerê bi meşê dibihûrîne.
Einstein piştre serî li
Dema ku
Karê li ofîsa Patentê gelekî li gorî Einstein bû. Dema ku li ofîsa xwe îcadên dihatin şandin lêkolîn dikir, di nav karê xwe de bêyî zêde xûya bike, ji xwe re wext peyda dikir. Wê demê, dest bi nivîsandina gotarên fîzîkê kir. Nivîsên xwe ji [[Annalen der Physik]] a di rêveberiya [[Wilhelm Wien|W. Wien]] ku bi cismên reş namdar bû re, dişand. Di 1901an lêkolînek, di 1902’an de du, û di 1903`an de û 1904`an de lêkolînek pêşkêş kir. Hemû jî di warên dînamîkzanî û dînamîka germ de, lêkolînên kûr bûn.
|