Perçeyek ji gotarê ''Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin'' ya [[Celadet Bedirxan]]:
'' Melayê [[Jaba]] di mafê Şeref-Xan de gotiye: Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di Colemêrgên e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ku cîhê hikûmeta Colemêrge peyda bû ye. Eşhar û ebyat bi [[ziman]]ê [[Kurmancî]] û [[Farisî]] zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da çûn li ser mafeya xwe bû ye û di nêv [[Colemêrg]]ê de medfûn e.
Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê [[Şerefname]] Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên [[Bidlîs]]ê ye, û me tu şihrên wî bi Kurmancî ne dîtine."
[[Wêne:Sharaf Khan Bidlisi Statue at Slemani Public Park.jpg|thumb|Peykerê Şerefxan li [[Silêmaniyê]] ]]