Eliyê Teremaxî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 26:
}}
 
'''Elîyê Teremaxî''' (z. [[1591]]- [[1653Hekarî]] - m. ?[[1653]]) [[nivîskar]] û [[zimannas]]ekî [[kurd]] bû. Ew bi navê gundê xwe hatiye naskirin.<ref>http://www.kovarabir.com/eliye-teremaxi-u-ditinen-wi-yen-li-ser-reciken-rezimana-kurdi/</ref>
 
Eliyê Teremaxî zimanzan û wêjekarekîwêjevanekî kurd ê navdar e. Ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mosil, Besra, Bexdad û “Camiu’l-Ezher”a Misrê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.
Di dema Eliyê Termexî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji kitêbên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi kurmancî kitêbek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev zimanzanê kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê farisî û kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.