B (tîp): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê
nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б
(gir) û б (hûr) dihat nivîsîn. <ref>http://www.kulturname.com/wp-content/Denge-B.pdf</ref>

== Girdek û hûrdek ==
Rêz 9:
* Tîpa hûrdek: '''b'''

== Dîrok ==
{| class="wikitable"

! Egyptian
[[Pr (hieroglyph)|Pr]]
! [[Phoenician alphabet|Phoenician]]
[[Bet (letter)|bēt]]
! [[Greek alphabet|Greek]]
[[Beta (letter)|beta]]
! [[Etruscan alphabet|Etruscan]]
B
! [[Roman alphabet|Roman]]
B
! [[Anglo-Saxon runes|Runic]]
[[beorc]]
! [[Uncial script|Uncial]]
B
! [[Insular script|Insular]]
B
! [[Blackletter script|Blackletter]]
B
! [[Antiqua (typeface class)|Antiqua]]
B
! [[Roman script|Modern Roman]]
B
|- style="background-color:white; text-align:center;"
| [[File:EgyptianB-01.svg|64px|Egyptian hieroglyphic house]]
| [[File:PhoenicianB-01.svg|45px|Phoenician beth]]
| [[File:Beta uc lc.svg|50px|Greek beta]]
| [[File:EtruscanB-01.svg|30px|Etruscan B]]
| [[File:RomanB-01.svg|20px|Roman B]]
| [[File:Runic letter berkanan.svg|15px|Runic B]]
| [[File:UncialB-01.png|20px|Uncial B]]
| [[File:Insular-b.svg|40px|Insular b]]
| [[File:Blackletter b.png|40px|Blackletter b]]
| [[File:Francesco Torniello da Novara Letter B 1517 (coloured).png|50px|Antiqua B]]
| [[File:ModernRomanB-01.png|50px|Roman B & b]]

[[File:B cursiva.gif|thumb|[[English cursive]] B and b]]

Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran,
bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk,
bûn, bûstan…”
Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û
”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba,
bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…”
Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwe
ne bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman û
zaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wan
zimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike:
- kurdiya başûrî2: waran
- hewramî: waran
- zazakî: varan
- pehlewî: varan
- mazenderanî: variş
- avestayî: vara-
- belûçî: gwariş
Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiya
başûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî
”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”… <ref>http://www.kulturname.com/wp-content/Denge-B.pdf</ref>

{{Tîp}}