Nasyonalsosyalîzm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 80 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 2:
 
== Nazîsm û bîrdoziya wê ==
tu puta madre enano de mierda te pillo y te parto adolfo
 
Nazîsm, bîrdoziya wê, li ser asasê netewperestiya hişk ava ya. Di temenê wê de, weke li ser temenê "tûxmekÎ" ava ya. Tuxm û cûrahiyên din herê nakê. Ew mirovê ku ji wê tuxmî bê, xwe li ser tûxmê din re dibîne. Ya ku herî zêde di temenê vê de ku bi bandûra jî, bûna desthilatî ya. Desthilatî û tûxmîtî, bi hev re, di temenê bîrdoziyekê de bi hev re hatina hunandin û tûxmê desthilatdar weke tûxmê herî bilind ku li ser hemû tûxmên din re hatiya dîtin a. Hîtler, vê bîrdoziya netewperestî û faşîştî di pirtûka xwe ya ku navê wê "Cenge min" de têne ser ziman. Hîtler, ol jî, bikarhanî. Sedemeke wê ya herî mazin ku wê bi milyonan Cîhû qatilkirin ew bû. Di sembola xwe de Xaç bikar hanî. Xaç, sembola Xirîstaniyê jî ya. Di baweriya xwe de, Hitler, wilo ola xirîstiyatê, weke temenê bijart.
 
Netewperestî xala herî giring ya li pêş bû ku Hîtler li ser bîrdoziya nazîsmê û faşîzmê afirand û hanî ser ziman. Li Almanya, "tenê, neteweke alman", wî xwest ku hebe û li ser awropa ra bi desthilatdar bê. Ku leşkerekî kevn bû Hîtler, di sale 1921´ê de keta "partiya alman ya Karkeran de û piştre navê wê weke "Partiya Alman ya Karker û Sosyalst guharand. Di politikayên xwe de pirr zêde netewperest û di politkayên aboriyê de jî, Dewletîtiya almanî derxista li pêş. Hemû tişt, kira ya dewletê. Piştî ku bû andam û serekê partiyê, piştre xwe di nav bi rêxistin kir û tabûra xwe ya pêşî ya ku bi navê "tabûra bahoz(Sturmabteilung)" tê zanîn û navê wê yê kin jî "SA ya, bi rêxistin kir. Hitler, ji bo ku pêşî li eyelete Bovyara bibe desthilatdar bidest bixwe, derbeya braxane karkir bike. Lê li wir bi ser neket û hat girtin û piştre ket hepsê de û 5 salan di hapsê de ma, Di wê demê de, wê pirtûka xwe ya bi navê "Cenge min" nivîsand.
 
Her çend ku tê gotin ku ew bi dijmatiya cîhûtiyê jî bû, lê divê ku mirov bibêje ku wî xwest ku hemû komên din ên li Almanya ji nava almanan paqij bike, Pêşî, herkesekê li Almanya bike alman. Rewşenbîr û hemû kesên ne alman, hatina girtin. Mirovên weke Albert Ainstein ku wê piştre weke fizîkvanên mazin weke yên xwediyê teoriya "rolatîvê" derkevina pêş ku bi aslê xwe Cîhû bûn, bazdana Emarîka. Yên ku nekarîn bazdin jî, hatina girtin û şandina wargehên esîran.
 
== Taybetmendiya Naziyan ==