Têmûrê Xelîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Têmûrê Xelîl''', sala [[1949]]a li paytexta [[ErmenîstanErmenistan]]ê, li bajarê [[Rewan]]ê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta [[fîzîk]]-[[matêmatîk]], sê salan (1974-1977) li gundê kurda – [[Sîpanê]] dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “[[Rya teze]]” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981-1984an da [[rêdaktor]]ê [[radyoya kurdî ya Yêrêvanê]] bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “[[Golos kurda]]” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû [[kovar]] û rojnamên [[kurdî]] yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi [[Cegerxwîn]], [[Qanatê Kurdo]] û [[Ebdurehman Qasimlo]] jî hene.
 
Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya [[Komela Xwendkarên Kurd]] bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya [[Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê]]. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “[[Kurmancî]]” ya [[Înstîtûya Kurdî ya Parîsê]] ye, endamê redaksyona kovara “[[Roja Nû]]” bû.