Pira Dîcleyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
 
== Nivîsara sernameyê ==
Pira Dehderî
Line 19 ⟶ 18:
Belê, çemê Dîclê ji bo Amediyan pîroz tê dîtin. Xelk bawer dike ku ava Dîclê raste rast diçe bihuştê (cenetê). Xwedê û firîşteyên (melekên )xwe li bihuştêne. Li ser bingeha ve baweriyê jin û keçên amedî êvara cejna qurbanê li ser kaxez daxwaz û gilinameyên xwe dinivîsin û diçin ser pira Dehderî. Dest bi dueyan dikin û nameyên xwe yên amadekirî di pirê re davêjin jêr, name bi avê re diçin bihuştê. Nameyên ku bi ava re birê dikin, di demeke nêzîk de digihên destê Xwedê û daxwaz û dueyên wan qebûl bibin.
 
 
Wek di wêneyan de jî baş xuya dike, pira Dehderî ya dîrokî, bi salan e ku nehatiye tamîr kirin û her ku diçe ber bi xerabûn û hilweşandinê ve diçe. Kamyonên mezin û giran û traktor bi barên xwe yên tijî ve, di ser re derbas dibin. Av jî binê lengerên wê dikole. Terk û tîş li kolon û lengeran ketine. Hinek kes bi krêder û dozeran axa derdora pirê dikolin û dibin. Hinek ciyên wê kirine ciyê qirş, qal û sergo. Heger bi lez û bez destwerdaneke neyê kirin heta çend sal paşê ev pira dîrokî dikare hilweşe û berhemeke meyê din jî ji navê wenda bibe. Pêwîst e ku şaredariya Amedê û dem û dezgehên navnetewî ku berhemên dîrokî diparêzin destê xwe sivik û lez bigrin û vê berhema hezar salan a dîrokî û bi taybetî ya kurdan biparêzin. Derdora pirê paqij bikin, rast bikin. Park û bexçeyan ava bikin û kulîlkan biçînin. Bala gel û turîstan bikşînin ser vê berhema dîrokî.
Amed Tîgrîs