Xurs, Qoser: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Haco (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Haco (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 7:
Rê di ber ji Hecî Faris rê dîsa bi hêl a çepê ve dizîvire, li daw a sikur a qerraşan di fetile, piştî qiyameyek kurt, îcar ber jêre datê, di ser ji '' boriya senteralê '' rê derbas dibe (berî ku ceryan ji kendav a kebanê were anîn, di binya gund ê Hemziyan re hilberîngeh a elektrikê hebû û bi ava wê boriyê di xebitî, lê piştî hatin a ji kebanê, îdin hate betal kirin, niha Xwedê zane wek gelek avahiyên herêmê bûye hêlîn a mişk û maran...) Di vê navê de divê merev bêje ku li kuraya newalê çem ê Xursê û dehlên qeraxên çem xuya dibin. Piştî ku merev di çengoyekê re di zîvire û îcar ber ê xwe dide qiyame (berjore)yeke din, li mil ê çepê gund ê Hemziyan derdikeve pêşiya merev. Ji xwe avahiya van gundan bi gelemperî di yek tayî dene, ango xanî û avahî zor di şibin hev. Kevirên '' şehkirî '' berê bi kils û nikarê, van çend salên dawî bi perakêt û qûm û çimento hatine lê kirin. . .
 
Li pêy Hemziyan îcar piştî fitleke din merev dighêje [[Elîpaşa]]... Ew jî li mil ê çep ê reya dimîne. di vê navê de ji dûr ve Xursa navê, bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe. her wiha hemû dehl, rez û çandiniyên zeviyan li ber çavan xwe radixin. Dar û berên [[zeytûn]], [[hejîr]], [[dilb]], [[kenêr]], [[behîv]], [[bihîvtalk]], [[guhîj]], [[teew]], [[guz]], [[mişmiş]], [[sipîdar]], [[helalk]], [[dêlî]] û [[mêwênmêwê rezanrêz]], [[bîh]], [[qizwan]], [[benîştok]], [[berû]], ber bi bilindahiya çiyan ve [[mazî]], [[encas]], [[xox]], [[hirmî]], [[sêv]] û hin cûre darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin...
 
Ji gund ê Hecî Faris heta bighê Elî Paşa, li herêmê wek '' Xurs a jêrîn '' tê bi nav kirin. Ji Xurs a navê re jî; ji ber ku li navbeyn a gundên jêr û jor e; '' Xurs a navê '' ango [[Xurs]] a ku li nava gundên Xursê dimîne hatîye gotin. Xurs a navê ;li ser panavekê ava ye û li ser du çeman e... Çemek jê ji hêl a gundên Xubaz tê, ji kaniya '' Eyn Mecnûn" dertê, çemê din jî ji Xurs a jor, ji ser ê kaniyê dertê. piştî merev Xurs a navê derbas dike; rê ber bi bakur ve dighêje herdu Xubazan. yek Xubaz a jêr, yek jî ya jorîn tê zanîn. bi hêl a çepêde rê îcar li derûdor a kela şêxilqesir di fetile û dighêje gundik ê Çelebiyan. Merev wir jî derbas dike, ji îcar rê piştî '' kevir ê idêska '' dibe du şaxan; hêla rastê Meşkîna û Heftê xwe han, hêl a din jî dighêje gund ê İzêr. divê merev bêje ku di li ser pir a gundê ji izêr rê du sê mal ava bûne. ji wê derê re jî di bêjin '' Eyşibîb ''... Ew rêya ku li binya Eyşibîb dîsa dibe du şaxan, şax ê çepê, diçe gund ê Bavina û yê rastê jî diçe dighêje Gund ê Izêr.