Felsefeya îslamê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 61:
Ey dost ger tu evîndarekî pirsiyarîxwazê ser çaresiya gelş û zehmetiyên evînê û zanîna wê û arezûmendê diyarkirina rê û dirbên wê yên eseyî û rast î, were pirsên xwe ji min bike ku ez miftiyê vebuhtîkirî ji bo bersiva çareseriya gelşên evînê me. Çunkî di destekî min de hedîsên pêxember (e. s.) in û di yekî de jî deqên Qur`an û ayetên wê ne (ku ez di fitû û bersivên xwe de xwe didim ser wan).
Yek ji dijraberên Xezalî li ser rexneyên wî li fîlozofên berî xwe mîna Ibn Sîna û yên din [[Fexredîn er-Razî]] (1149-1209) ye ku di pirsa dijîtîya nessê de cewaba Xezalî dide, lê di biwara sidûrê de jî ew dijî nêrîna Ibn Sîna derdikeve ku di gelek warên din de jî pê re hemfikir e.
 
Herweha di vê navê de divê [[Ibn Tufeyl]] (m. 1185) û hemşerîyê wî Ibn Ruşdê Qurtubî Averroes (1126-1198) jî neyên jibîrkirin ku evê dawî rexne li Îbn Sîna û Eflatûnîyên Nû yên ereb digire. Li gorî wî Ibn Sîna û Eflatûnîyên Nû baş di ramanên Arîsto û Plato de negihane û ew bi şaşî mane kirine. Çendî ku wî bi xwe jî felsefeya rojava ya Aristoyî û Eflatûnîya nû parastîye û gelek berhem ji fîlozofên ewrûpî bi taybetî jî ji Aristoteles û Platon/Eflatûn wergerandine erebî.
Rêz 75:
Piştî van jî divê li ser heranîyê mezin î navdar Ibn Teymîye (1263-1327) jî bê rawestan ku yek ji rexnegirê fîlozof, mentiqî û kelamîyan bû. Li gorî wî wan bi minaqeşe û gutûbêjên xwe nikaribûye tiştekî sererast bikin û li ser ramanekê bibin yek. Ji ber vê jî wî hew bi ayatên Quranê girtîye û ji bo hemî tiştî ew pêşnîyaz kirine ku ger weha bê kirin hingê tu dijberî û cudahî dê nemîne.
 
Çendî ku hê di dawîya serdema zengîyan û destpêka ya eyûbîyan de jî avakirina xankahan dest pê kiribû û xankahên pêşî jî li Şamê ji hêla Nûredîn Mehmûd Zengî ve û li Misrê jî ji hêla [[Selahedînê Eyûbî]] ve hatibûn avakirin[68] jî lê piştî Ibn Erebî û heya radeyekê peyrewên wî yên mîna Konevî û yên din, êdî tesewif bi temamî ketîye xankah û dergahên terîqetê û vê jî bi terîqeta Qadirî ya [[Evdilqadirê Geylanî]] (m. 1166) dest pê kirîye ku di sedsala 9an de ji Hindê û Mexribê/Fasê hêdî hêdî ketibû nav civaka îslamê.
 
Herweha terîqeta Rufa´î ya Ehmed Rufa´î (1175), terîqta Neqşebendî ku li ser navê Behaedîn Nexşebendî (1318-1389)[69] belav bûye, lê danerê wê yê rastî Yûsuf Hemedanîyê (1140) kurd e ku jê gihaye şagirdê wî Abdulxaliqê Gujdewanî (m. 1189), lê dû re bi awayekî derbasî ser navê Nexşebendî bûye. Digel ya Ehmed Yesewîyê (1166) tirk yê xelîfeyê Yûsuf Hemedanîyê navbihurî ku hevdemê Gujdewanî bû û yên hêla Hind û Pakistanê yên mîna Ferxanîyê Hindî (m. 1235), Bextiyar Kakî/Kakeyî (m.1265), Ehrarîyê Neqşebendî (m. 1490) û gelekên din ku hejmara wan bi sedan in.
Rêz 81:
Piştî Ibn Teymîye û xirecira navbera fîlozof û kelamîyan ku sedsala 13em û 14em êdî giranî ketibû destê kelamîyan û felsefe û tesewifê cihê xwe ji terîqetê re hiştibû. Ji nav kelamîyên herdu sedsalên jorîn meriv dikare navên vanên jêrîn bide: Hafizidîn Nesefî (m. 1301 yan jî 1310), Ibn Xeldûnê (1332-1406) ku çendî li ser kelam û felsefê xebitîye jî lê hê bêhtir di nav koma tarîxnasan de bi navûdeng bûye, ´Adudedîn Îcî (m. 1355), Sa´dedîn Teftezanî (m. 1390) ku şerhek li ser kitêba Necmedîn Nesefî (m. 1142) ya eqîdeyê/kelamê nivîsîye. Ji bo sedsala 15an jî meriv dikare navên Senûsî (m. 1490), ed-Dewanî (m. 1501), Berqelî (m. 1573) ku hevdemê Mela ye, Siyelkûtî (m. 1657) û Bacûrî (m. 1860) bide.
 
Bêguman di nav mitesewifên şair de divê behsa kesên mîna Sadîyê Şîrazî (1184-1292), Hafizê Şîrazî (1325-1389-90), Camî (m. 1492) Fizûlî bike ku piştî wan jî êdî dor tê ser [[Melayê Cizîrî]] (1570-1640), [[Ehmedê Xanî]] (1650-1707), Teyran[[FeqiyêTeyran]] (1590-1660 yan jî 1563-1660), Bateyî (1417/1491 yan jî 1680-1760) û yên din. [71] Sembolên evînê di şi´rên şairên îranî de jî heman yên Mela ne, ji bilî Mem û Zînê
 
Piştî van ku êdî sîyaset ketîye nav terîqetê, çendî ku ne şair be jî divê ji hêla terîqet û tesewifê ve Ehmed Sindîyê (1564-1624) navdarê bi Îmamê Rebanîyê nexşebendî ku xwe weke mucedidê hezarê duyem daye nasîn û ji dêla Wehdet el-wicûdê ve Wehdet eş-şihûdê pêşnîyaz kirîye, yekî girîng e di terîqetê de. Ew hevdemê Melayê Cizîrî bûye û ji bo Wehdeta Wicûdê rexne li Ibn Erebî girtîye. Herweha Ekberî (1556-1605) jî ku hemdemê wî bûye nêzî du sed sal dû re jî [[Mewlana XalidêXalid]]ê Şehrezorî yê Zilcenaheyn ku hem terîqata Qadirî û hem jî ya Neqşebendî temsîl dikir weke micedidê sedsala 18emîn hatîye dîtin.
 
== Çavkanî ==