Felsefeya îslamê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "'''Felsefeya Îslamê''' Rojhilata navîn ya Îslamê Di ramana îslamê ya zû de ku digihê felsefeya Serdema Zêrîn a Îslamê ya navbera sedsalên 8-12an berbi du..."
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
 
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 49:
Li gorî mitesewifan destpêka sofîtîyê digihîje heya [[Mihemed|Mihemed Pêxember]] ku delîla xwe jî ji ayeta serê sûreyê 17an yê ”Esra bi ´Ebdihi leylen/- - -” û ilmê xeybê jî jê gihaye kurap û zavayê wî [[Elî|Îmamê Elî]] dû re di sedsala nehan de mitesewifan ji gelek hedîsên ku di nav yên ku bi fermî hatine civandin de nînin, jî sûd wergirtine.
 
Piştî van, fîlozofê mezin [[Ebû Hamid Xezalî]] (1058-1111) ku ekolekê di tesewifê de danîye çendî ku serê pêşî li ser rêbaza [[Ibn Sîna]] ya eflatûnîya nû demekê domandîye jî heya ku mamosteyê wî Ciwînîyê (m. 1085) serekê Medreseya nizamîye mirîye ku Hamid ketîye cihê wî û bûye berpisîyarê Medreseya Nîzamîye. Xezalî 5 salan serektîya Mederesê kirîye, lê dû re piştî kuştina Nîzam el-Milk ji hêla îsmaîlîyan/batinîyan ve û mirina mezinê wî Melikşah jî êdî wî hêdî hêdî dest ji dersdanê berdaye. Gava Xezalî dest ji dersdanê berdaye û vale maye di demeke kin de li ser pirsa hiş/aqil, zanîn û bawerîyê/yeqînîyê pê re hinek şik û guman peyda bûne. Di wê demê de ew nêzî çend mehan bêmane li derûdoran gerîyaye, lê di pey de ji nedî ve li gorî serpêhatîyên wî ji canibê Xwedê ve bawerî û ewleyiyek ketîye dilê wî û pê re jî hinek ramanên ji yên berê cuda ketine serê wî. Piştî hingê ew dijî eflatûnîya nû nêrînên Aristo, Farabî û Ibn Sîna û peyrewên wan derketîye, li ser hinek dîtinên wan ew rexne kirine ku bi taybetî jî ev ramanên wan dijî nessa Quran û Hedîsê dîtine:
Afirandina gerdûnê
Sîfatên Kirdigar/Sani´/Xwedê
Rêz 65:
Herweha di vê navê de divê [[Ibn Tufeyl]] (m. 1185) û hemşerîyê wî Ibn Ruşdê Qurtubî Averroes (1126-1198) jî neyên jibîrkirin ku evê dawî rexne li Îbn Sîna û Eflatûnîyên Nû yên ereb digire. Li gorî wî Ibn Sîna û Eflatûnîyên Nû baş di ramanên Arîsto û Plato de negihane û ew bi şaşî mane kirine. Çendî ku wî bi xwe jî felsefeya rojava ya Aristoyî û Eflatûnîya nû parastîye û gelek berhem ji fîlozofên ewrûpî bi taybetî jî ji Aristoteles û Platon/Eflatûn wergerandine erebî.
 
Yek ji peyrewê rêbaza Ibn Sîna ya îşraqî [[Şihabedînê Suhrewerdî]] (1191) bû ku li Helebê bûye û navdarê bi Kuştîyê Şehîd e. [[Şemsedînê ŞehrezorîŞehrezûrî]] (m. 1281) ku gelek berhemên wî ji farisî wergerandîne, dîyar dike ku wî du hikmet: yê zewqî/xweşî û yê lêkolînî pêkve civandîye. Ew di dîtina xwe ya îşraqî de wacib ul-wicûdê diparêze û rexne li dîtina Ibn Sîna ya wicûd el-Wacibî dike. Bingehê felsefeya îşraqî ”zanîna nûrê/rohnîyê” ye ku gelek fîlozofên pêşî mîna Platon, Hermes, Empedeqlus, Phisagorus, Aristo û yên din li rojava û Camasif, Zerduşt û yên din li rojhilat parastine.
 
Di biwara evîna tesewifî de piştî Hellac û Ibn Sîna, yê ku berî serdema Mela ew bi awayekî bi rêkûpêk parastîye, Ibn Erebî ye ku evînê mercekî çêtirîn yê tesewifê dîtiye. Herweha ew di biwara wehdetê de jî li pey dîtina Xezalî çûye, lê dema ew bi evînê re jî gihandîye hingê rêbaza Wehdet el-wicûdê jî ku berê Hellac û Bestamî destnîşan kiribûn parastîye û weke bavê Wehedet el-Wicûdê hatîye dîtin. Herweha têgeha wî ya insanê kamil ku Xwedê ew di şeklê xwe de afirandîye, vedigere ser ramana Hellacê Mensûr ku dewreke sereke di xebata ser pêwendîyên Xwedê û merivan de digire. Li nik Ibn Erebî xwdayî û merivî ne du siruştîyên dijî hev in, lê belkî li nik mertebeya hebûnê ew du rûyên taybetmendî yên diyarbûnê ne. Lahûtî rûyê derûnî yê herhebûyî ye û nasûtî jî bergîdana rûyê zahirî yê hebûyî ye ku hadis/peydabûyî ye.