Mewlana Xalidê Kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
'''Mewlana Xalid''' yan jî '''Mewlana Xalidê Kurdî''' (z.1773, [[Şehrezûr]] - m. 1826, [[Şam]]) helbestvanekî [[kurd]] û [[alim|alimekî]] zana yê [[Îslam|Îslamê]] bû.
 
Xalidê Kurdî yê Şarezûrî murşidekî kamil, xwenasekî bêlef, xweşpeyvekî zanayê hazicewab, mirovekî kûrgerm, zatekî xwedanbereket, herweha bi bîr, bi hiş û aqildar, bi peyvzan, ciwanekî xwînşêrîn, pisporekî hunermend, tevdezanekî bîrewer, herweha helbestvanekî Lahûtî bûye. Herweha hîmdar û Şêxê duyemîn ê rêçika Nexşebendî jî bû. Gelek mirîd û peyrewên Mewlana li Kurdistanê, xasma li bajarê [[Şehrezûr]] û [[Silêmanî|Silêmaniy]]ê, herweha li [[Tirkiye|Tirkîyê]], li [[Îraq]] û [[Îran|Îranê]] hebûne. Ji ber hindê nasnavê Diyaudîn (Ruhniya dîn) û Qutb-ul ´Arifîn (Mezinê zaneyan) jê re rewa hatibûne dîtin. Lê zêdetir ew li [[Kurdistan]]ê bi şahê Nexşebend tê binavkirin.
Mewlana Xalid di 1773-an (1193) de li gundê Qeredaxa grêdayê bi Cafê ve hatiye dinyayê û di 1826-an (1242) de, 16-ê Zilqe´ideyê şeva înê di navabera mexrib û ´eşayê de li şamê, li Taxa Salihiyeyê, ji nexweşîna Ta´ûnê çavên xwe ji jiyanê girtine.