Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
B EmrahÖ navê Kobanî guherand û kir Kobanê
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{Bêçavkanî}}
{{Infobox bajar
| nav = KobanîKobanê
| navê_fermî = {{ziman|ar|عين العرب}} ''ʿAyn-ul-ʿArab''
| nexşeya_cihan = Sûrî
Rêz 9:
| dûgel = [[Sûrî]]
| parêzgeh = [[Heleb (parêzgeh)|Heleb]]
| navçe = KobanîKobanê
| nahiye =
| gelhe = 62.634
Rêz 22:
| malper =
}}
'''KobanîKobanê''' ({{bi-ar|عين العرب}}, ''ʿAyn-al-ʿArab''), bajarekî kurdan e, li [[başûr rojavayê Kurdistanê]], ew li ser sînorê di navbera [[Sûriye]] û [[Tirkiye]]yê de ye, li hemberî bajarê [[Sirûc]]ê yê li aliyê tirkî. KobanîKobanê nezîkî 160 km bakurî rojhelatê [[Heleb]]ê ye, KobanîKobanê li rojhelatî [[Firat]] e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.
 
Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, [[Ermenistan]] jî di nav de. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên [[Berazî]] û [[Kêtikan]] in. Serdarên navdar yên Berazan [[Bozan Beg]] û [[Hirço Beg]] bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar [[Besrawî Axa]] bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) [[Riha]]yê bû, di [[Meclîsa Millî ya Mezin]] a [[Enqere]]yê de. Kurê birayê wî Hirço, [[Şahîn Şahîn]], di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû û Hirço yek ji sazdarên komeleya [[Xoybûn]] bû. [[Şêx Salih]], ku ji [[Amûdê]] hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî [[Mele Mislim]], Miftiyê Kobaniyê, [[Meçhan Axa]] ji [[Kaniya Ereban]], dengbêj [[Mişoyê Bekebûrê]], Baqî Xido, hunermend Reşîd Sofî, [[Miço Kendeş]] ( Miço Kendes) û herweha birêz [[Polat Can]] û [[Jan Dost]], çendek in ji nivîskar û rewşenbîrên kobanîKobanê yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaniyê pîşesazî jî berfireh bû.
 
== Navê ''KobanîKobanê'' ==
 
KobanîKobanê li dû ketina Dewleta Osmanî, li dawiya [[şerê cîhanî yê yekem]] ji aliyê fransiyan ve li ser rûbareke di navbera gundê [[Kaniya Ereban]] (di kutûgên Osmaniyan de: ''Arabpinar''{{Çavk}}) û gundê [[Kaniya Murşid]] de hat şênkirin. Kurmancên herêmê navê ku fransiyan destpêkê li vê şûnê kiribûn "Companie" (ligor nivîsa kurmancî: ''Kompanî'') ligor zimanê xwe wergerandin ''KobanîKobanê''{{Çavk}}. Pêş 60 salan, kesên şênkirina wê dîtibûn, dîroka şênkirina bajêr dizanibûn. Lewma navê ''KobanîKobanê'' di arşîvên Osmaniyan de tune. Navê erebî ''Eyn el-Ereb'' ji navê ''Arabpinar'' hatiye, yanê wergera navê kurdî "Kaniya Ereban" e. Ligor nivîskarê kurd [[Şahîn Soreklî]]{{çavk}} ji hinek kesên ji herêmê, herêma ew bi xwe lê ji dayik bûye, bihîstiye, navê "Kaniya Ereban" li wê şûna li ser rûbarê, îroj rojhilatê KobaniyêKobanêyê, hatibû kirin, çimkî havînê koçerên ereb pezê xwe lê av didan. Ta pêş destpêkirina raperîna sûrî, erebên ji berriya di navbera [[Reqa]]yê û KobaniyêKobanêyê de havînan pirêzeyên (erdên) kurdan li dû paleyê ji wan dikirîn û pezê xwe lê diçêrandin. Payîzê dîsa li warên xwe vedigeriyan.
 
== Xaknîgarî ==
 
Firehbûna erdê KobaniyêKobanêyê 3000,23 km 2 ye. Hêjmara şîniyê wê li gorî serjmara dewletê di sala 2000î de 204.653 mirov in{{Çavk}}. Li gorî nexşeya Kurdistanê, KobanîKobanê û herêma [[Deşta Pîrsûsê]] yekser bi Rihayê ve girêdayî bûn. Di nav dewleta Sûrî de KobanîKobanê bi Helebê ve girêdayî bû. Li rojavayê bajarê KobaniyêKobanêyê bi 30 km çemê Firatê (Ferêt) derbas ji aliyê Tirkiyeyê derbas aliyê Sûriyeyê dibe. KobanîKobanê bi derûdorê 80 km dûrî bajarê Rihayê ye.
 
KobanîKobanê, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê bi 150 km dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê ye [[Kaniya Murşid]]. Li başûrê wê bajerokê [[Sirrîn]]ê heye û li başûrê rojhilat bajarê Reqayê heye. Li aliyê rojhilat bajarokê herî nêzik [[Tilebyad]] e. Bajerokê herî nêzik li rojava [[Kaniya Dilh]] ([[Cerablus]]) e (li rojavayê şûna Ferat dikeve nav erdê Sûriyeyê).
 
Herêma KobaniyêKobanêyê ji zewiyên deştî û yên qeracî (girên ne weqa bilind) pêk dihêt. Gundên li aliyê rojhilat ta gundê Tilêcbê wek gundên Deşta Pîrsûsê dihên nasîn. Li başûrê bajêr Girê Miştenûrê heye û ger mirov ji wir ber bi bashûr ve biçe, erd bi piranî qeracî ye. Li dû derûdorê 30 kîlometrên mirov dîsa digihê Çemê Ferêt, çimkî Ferat li dû ku dikeve nav erdê Sûriyeyê xwe ber bi rojhilat ve badide. Rojên îroj av li KobaniyêKobanêyê, bi taybetî salên bêyî berf û kêmbaran, hindik e. Ta dû nîvê yekem ji sedsala 20an golek li Kaniya Murşid hebû û rûbarek ber bi rojhilat ve diçû, di navenda KobaniyêKobanêyê re derbas Deşta Pîrsûsê dibû. Li Kaniya Ereban jî kaniyek hebû, ji bilî ava [[Qinaya Romanan]]. Hemî bi derbasbûna demê re miçiqîn.
 
== Aborî ==
 
Di herêma KobaniyêKobanêyê de bêtir ji 300 gundan hene. Pirraniya xelkê bi çandiniyê û karên pê ve girêdayî ve mijûl in. Li gundan xwedîkirina dewêr jî heye. Li bajêr şûnên tamîrkirina otomobîlan, traktoran û patosan hene. Pêş kirîza dawîn û koçkirina xelkê bajêr tulumpeyên avê û “ẍerrazeyên” kolandina bîrên avê jî li vir dihatin çêkirin. Çiqa şêniyê bajêr û gundan xwe bi karan ve mijûl dike jî, bêkarî bi zêdebûna jimara şêniyê herêmê re bêtir bû. Bi encamê di van salên daîn de bi hezaran derketin derve û li bajarên Sûriyeyê, Lubnanê, Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê, heta li Cezayirê û şûnên din dest bi karkirinê kirin. Di van salên dawîn de gellekan ji wan pere ji derve ji xwediyên xwe re dişandin.
Ji bilî çandina gênim, cehê, û babetên din, di van salên dawîn de çandina darên fistiqan û zeytûnan jî li herêmê zêde bû. Çandina bembû bi encama kêmbûne avê sal bi sal kêmtir bû.
Wekî gellek herêmên li rojhilatê Helebê, KobanîKobanê jî ji lêniherîneke pêk-û-pêk ya hukûmeta sûrî dûr ma. Kurdbûna xelkê herêmê jî bêguman bandora xwe hebû. Av û elektrîg bi şêweyeke berdewam nebûn, karxaneyên mezin li herêmê nehatin birêxistin û zanîngeh li bajêr bi rê neketin. Ligel wê jî xwediyên şehadeyên bilind di zêdebûnê de bûn.
 
== Jiyan ==
 
Daniştvanên KobaniyêKobanêyê [[Kurmanc]] in û zimanê wan yê devokî Kurmancî ye. Ta pêsh çend salan jinên bajêr û gundên wê kincên Kurmancî, Kiras, xeftan, derpeyê dirêj di bin de, bervanek û sixme li xwe dikrin û jinan kofî, keçên berbext tac û rext didan ser serên xwe. Mêran kiras li xwe dikirin û çefî û egala erebî bi kar dihanîn. Lê di van salên dawîn de, bi taybetî li bajêr, pirraniya ciwanan, bi keçan û lawan ve, dest pê kirin kincên ewropayî li xwe kin.
Xelkê herêma KobaniyêKobanêyê bi mazûvaniya xwe navdar in, mêvanhez in. Gellek ji Kurdên aliyê [[Tirkiye]]yê salên heştêyan bi alîkarî û ma’zûvaniya wan derbas welatên din bûn.
Çiqa rewş aborî ya hinekan ji daniştvanên herêmê ne weqa baş bûya jî xelkê herêmê ta çend salan berê di jiyana xwe de bextiyar bûn. Ji ber ku pirraniya xelkê endamên eşîran bûn, endamên civatê bi hev re alîkar bûn.
Li herêmê dawetên bi dahol û zurne, govend û şahî, payîzê, dema ciwan li dû mewsiman dizewicîn, hebûn. Bi dehan, li hinek şûnan bi sedan, merî û mêvan beşdare van dawetan dibûn. Li KobaniyêKobanêyê û doraliyên wê hinek xwaringehên mezin di salên dawîn de vebûn. Dema Newrozê bi hezaran derdiketin ser kaşê Miştenûrê bo pîrozkirina cejna neteweyî.
Ev hemî ji meha 1emîn ya sal 2014 û şûn ve bi encama koçkirinê û penaberiyê hat guhertin.
 
== Çand ==
 
Ji her sê herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê li herêma KobaniyêKobanêyê eşîrtî û dilsoziya bi erfên eşîrvaniyê re herî bi hêz bûn. Van erf û toreyan ji alîne din bêtir li vê herêmê domandin, çimkî peywedniyên şêniyê gundên KobaniyêKobanêyê û KobanîKobanê bi xwe bi bajarên mezin re bi sînor bûn. Çiqa van toreyan ta dawiya sedsala 20emîn û çend salên destpêka sedsala 21emîn domandin jî, ew êdî sal li dû salê qels bûn. Jimareke ji sedeman rola xwe di vî warî de leyiztin. Yek ji wan hêsanbûna bidestxistina bernameyên bi sedan dezgehên televizyonî yên satelîtî bû. Sedemeke din zêdebûna perwerdeyî û bilndbûna jimara kesên bi şehadeyên bilind bû. Heye ku bandora kobanîyîyênKobanêyîyên nuhaniha li welatên din dijîn jî ne biçûk be, lê bandora partiyên siyasî, bi taybetî ya PKK di şkandina rê û rêçikên toreyên eşîrvaniyê de mezin bû. PKK ne tenê li herêma KobaniyêKobanêyê, lê pêş wê li herêmên kurdî yên aliyê Tirkiyeyê jî bandora toreyên eşîrvaniyê sist kir, çimkî wefadariya bêyî şert-û-merc ne êdî ji serokê eşîrekê re, lê ji serokê partiyê re dixwazt. Parastina jinê û veqetandina wê ji mêran pêş zewacê yek ji erfên eşîrvaniyê yên herî bi hêz bû. Rastiya ku PKK bi qayilî yan bêqyîleya xwediyan keç dibirin çiyê û dikirin gerîla mofirkeke grîng ya toreyên ehîrvaniyê şkand, bo nimûne.
Bi destpêkirina “raperîna sûrî” re û bi zêdebûna çalakiyên ciwanan re li KobaniyêKobanêyê, êdî keç jî bi şêweyeke bêtir serbest beşdare xwepêşandanan û kombûnan dibûn. Lixwekirina kincên ewropayî li şûna cil-û-bergên kurmancî rojane zêde dibû û guhertineke zû û bêtevdêr cîh digirt. Bi serperesştiya PYD û desthelatdariya wê re rewş êdî ji gellek aliyan ve dihat guhertin. Bi encama mercên bi vê yekê ve girêdayî û bandorên din yên “raperîna sûrî” êdî rola eşîran bi bû yeke bêyî bandor. Û kesayetiyên hêzdar yên di nîvê sedsala 20emîn de li herêmê hebûn, wek Hirço Begê, Bozan Begê (Hirço û Bozan Şahîn, serokên eshîrên Beraziyan), Besrawî Axa (Serokê eşîrên Kêtikan) û Mechan Axa (Serokê eşîrên pîjî), bo nimûne, li holê nebûn.
Pêş ketina Dewleta Osmanî zarava, şêweya lixwekirinê, stran û toreyên herêmên KobaniyêKobanêyê, Sirûcê û Rihayê wek hev bûn. Ya rast KobanîKobanê wê demê nebû. Hemî gundên li rojhilatê KobaniyaKobanêya îroj wek “gundên Deşta Sirûcê” dihatin nasîn. Bi danîna sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê re vê çanda hevbeş dest pê kir sal il dû salê sist bibe, lê ligel mayîna sînor, danîna mayînan û derbasbûna bi dehan sal jî, gellek ji erfên çandî, bi taybetî yên gundiyan wek hev man. Bêyî guman perwerdebûna bi encama du sîstêm û du zimanên ji hev cuda de bandorên xwe dileyizin.
Divêt bihêt gotin ku gellek ji toreyên şêniyê herêma KobaniyêKobanêyê/Surûcê di heman demê de bi yên Êzîdiyan re hevbeş in. Zaravayên wan, lixwekirina cil û bergan û erfên zewacê û şîngirtinê ji gellek aliyan ve ji hev nêzik in.
Berê li herêmê sofîtî, terîqet û mirîdiya şêxan jî hebûn, lê bi destpêkirina sedsala 21emîn re bandora şêxan û melleyan li ser şêweya jiyana xelkê hema-hema nema.
Mişoyê Bekebûrê, Xidoyê Hindawî, Hemedê dûman û Baqî Xido ji stranbêjên herêmê yên kevn û navdar in. Yek ji berhemên devokî yên li dû Baqî Xido manî Destana dewrêşê Evdî ye, ku ji aliyê Shahînê Bekirê Soreklî ve wekî ku Baqî bi xwe gotibû hatiye nivîsandin, xwendin û li ser DVD tomarkirin. Stranbêjên din jî dê hebin ku li hinek gundan navdar bûn, çiqa berhemên wan yên tomarkiriî nebin. Berê li vê herêmê stranbêjî û hunermendî ne şanên serbilindiyê bûn, lê ev niherîn di nîvê duyemîn yê sedsala 20emîn de hat guhertin û nifşekî nû ji stranbêjan û hunermandan hanî holê, wek Baran û Miço Kendeş, Reşîd û Xalid Sofî, Ehmedê Çep û yên din.
Ji ber ku perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û afirandina berhemên bi kurdî dikaribû bibûya sedema girtinê, berhemên wêjeyî yên nivîskî ta nîvê duyemîn ji sedsalan 20an hindik bûn, lê ji salên 1970yan û şûn ve, bi taybetî li dû bicîhbûna jimareke ji rewşenbîran li derve, pirtûkên wêjeyî yên ji nivîskarên kobanîyîkobanêyî dest pê kirin derkevin. Heye ku berhemên Shahînê Bekirê Soreklî û Jan Dost serkêşiya van berhemên wêjeyî kiribin. Bi hatina salên dawiya sedsala 20emîn re jimara nivîskar, rojnamevan û hunermendên ji herêmê di zêdebûnê de bû û îroj bi dehan ji wan hene.
Bi hatina meha 10emîn ya sal 2014 re KobanîKobanê û tevahiya gundên pê ve girêdayî hema-hema, bi encama hêrşa Da’ishê, bizdandinê, heta hêvotina revê, ji xelkê vala bûn. Mirov nema dikaribû wek civata herêmekê gotina “xelkê herêma Kobaniyê”Kobanêyê” bikira.
 
== Eşîr û êl ==
 
Li herêma KobaniyêKobanêyê û ya [[Pîrsûs]]ê eşîrên Kurdanên navdar ji demên par ve hebûne. Ta nîvê dûyemîn ji sedsala 20emîn beglerên wek Bozan Begê û Hirço Begê (Bozan û Mustefa Şahîn li Mekteleyê) ji [[Berazî]]nên û Besrwaî Axa ji Kêtikan xwediyên pêkanî û rolên mezin bûn. Mechan Aẍa jî serdarekî Pîjan bû (li Kaniya Ereban bû). Gelek axa û malmezinên Kurdên li vê herêmê bi nav û deng bûn. Herêma KobaniyêKobanêyê yek ji herêmên Kurdistanê û Sûriyeyê ye ku tê de bandorên erf û adetên eşîrvaniyê zindî man û di zihniyeta daniştvanên herêmê de xwedan rol bûn. Eşîrên din jî li herêmê hebûn, wek Şêxiyan, Bêskan, Zirwaliyan, Zînikliyan, [[Şedadî]]yên, I’lêdînan, Mi’êfiyan û yên din. Hinek ji wan şaxên ji eşîrên mezintir bûn wek ya Berazîyên û ya Kêtikan.
Hevgirtina endamên eşîran û bandora wan di salên dawîn de kêm bûn. Bi hatina sedsala 21emîn re bandor ji gelek alîyen ve bi sînor bû û li herêmê beg û axayên navdar û bi hêz nemabûn.
 
== Gund û Navçe ==
 
KobanîKobanê ji çar navçeyan pêk dihêt: Navçeya KobaniyêKobanêyê bi xwe, Şêxên li Rojava, Sirrîn li başûr û Çelebî li rojhilatê başûr. Şêxên bi xwe ne gundekî Kurdên e. Ew li aliyê rojhilatê [[Çemê Firatê]] hema - hema gundê tenê ye ku gundekî Ereban e. Li doraliyên Sirrînê û Çelebiyê çend gundên Ereban jî hene. Bêhtir ji 321 gund li herêma KobaniyêKobanêyê hene. Helinc, Şêran, Şerran Tilêcbê (Til Hacib), Tilxezal, Bozik, Qilhedîd, Qûmlix, Minaz, Mezrê û Sûsan hinek ji wan gundan in. Gundê Kaniya Murşid li rojhilatê KobaniyêKobanêyê û gundên Kaniya Ereban û Mikteleyê li rojhilatê wê di salên dawîn de bûn beşên ji KobaniyêKobanêyê.
 
== Bermayiyên Dîrokî ==
 
Li hinekan ji gundên herêma KobaniyêKobanêyê bermayiyên dîrokîyên kevnar hatine dîtin, lê bi piranî ji wan şûnan hatine rakirin û li kevnarxaneyên bajerên mezin, yek ji wan Heleb, hatine bi cîh kirin. Gelekên din hatine dizîn û wenda bûne. Li Şêranê, ji bo nimûne, dû pêkerên şêranên ji kevirê reş hebûn, lê ji wir hatin birîn û li Reqqayê hatin danîn. Li ser Girê Miştenûrê şikeftên dîrokî hebûn, lê hinek ji wan hilweşiyan yan tiji xwelî bûn. Li herêmê gelek zêwiyên ''pîroz'' berê hebûn, lê bi derbasbûna demê re neman. Zêwîya Xanmamed û Zêwîya Kurikê dû ji wan in.
Demekê dêrên Ermeniyan jî li KobaniyêKobanêyê hebûn. Ya mezin ji wan li nêzikî xwendegeha Ermeniyan ya li başûrê navenda bajêr bû û du dêrayên biçûktir hebûn, lê bi mişextkirina an ji Ermeniyan rê dêrên wan jî neman. Dest pêk a sedsala 21emîn ji bilî 2-3 Ermeniyan kesek li KobaniyêKobanêyê nemabû.
 
== Ermenî û Endamên Netewe/olên din ==
 
Divêt bihêt gotin ku rola Ermeniyan di şênkirin û pêşvexistina KobaniyêKobanêyê de pir mezin bû. Ermenî dest pêka salên sedsala 20emîn ji aliyê Tirkiyeyê rewiyabûn û hatibûn nav Sûriyeyê. Gûman tê de niye ku ew bi alîkariya desthelatdariya Fransî li KobaniyaKobanêya dest pêkê hatibûn bi cîh kirin.
Bi kêmasî te dawiya salên 50ahn piraniya şêniyê beşê bakûr ji KobaniyêKobanêyê, beşê li bakurê rûbarê, Ermenî bûn, lê Ermenî li aliyên din jî hebûn. Dêrayeke wan ya mezin û yek yan dû dêrayên biçûk hebûn. Her weha xwendegeheke Ermeniyan li kêleka qada bajêr hebû. Pîşesazên KobaniyêKobanêyê te dawiya salên 50han hema-hema hemî Ermenî bûn, ji makînêsan û ''lihêmciyan'' bigir ta ne'ilbend û kulavçiyan û qilêçiyan. Dest pêkê ew her wûha xwediyên qehwexaneyan û firoşgehan bûn, wekî ''Qehweya Karmên,'' ''Dukana Lîwon'' ya ku gelek ji babetên meyê û cigareyan difirotin, û dukana Canîgê Qesab. Berber û ''qondrecî''yên dest pêkê jî yan Ermenî yan Sûryanî bûn. Gelek şagirtên Kurd li ber destê Ermeniyan fêrî karên pîşesazî bûn. Piraniya şofêrên des tpêkê jî Ermenî bûn, wek Almaz Bêdo û lawên wî; wek Lawo û brayê wî Stîpan.
Navbera KurmancÊn û Ermeniyan gelekî baş bû û gelek ji wan hevalên ji hev nêzik bûn. Çi kêşeyên olî ta salên 50han di navbera Kurmancên Misilman û Ermeniyên Xiristiyan de nebûn. Hemî Ermeniyan bi Kurmancî dizanibûn û gelekan ji wan wek Kurmancan dipeyivîn. Di nav Xiristiyanan de çend malbatên Sûryanên jî hebûn, wekî Mecîdê berber. Salên 40an bi kêmasî du malên Yahûdiyan jî li KobaniyêKobanêyê hebûn.
Li herêma KobaniyêKobanêyê Ereb nebûn, ji bilî ma'mûr û cendirmeyên li KobaniyêKobanêyê bixwe. Ger çend malbatên ji paşerehên Erebî hebûna jî ew bi ziman, ferheng û adetên xwe bû bûn Kurmanc.
 
== Dîrok ==
Rêz 89:
 
Ji roja ku Rojavayê Kurdistanê ji bakur hate qutkirin û heta roja me ya îro, gelê Rojevayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalakî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Her wiha jî serok eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina Komela [[Xoybûn]] de rolek sereke leystine.
Her wiha jî Birayê wî Bozan Beg ji aliyê destlatê ve hatiye binçav kirin. Di heman dem de, gelê KobanîKobanê wek hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Başûr jî kirine. Di havîna sala 1979-an de Serok Apo ji bakur derbasî rojevayê Kurdistanê bajarê KobanîKobanê bû û pişt re jî KobanîKobanê bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partisan û şervanên PKK. Wis ajî KobanîKobanê bû yekem qada ku himbêza xwe ji şoreşa PKK re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li sere çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li sere çiyayên Kurdistanê şer dikine.
KobanîKobanê di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kirin, wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji şehîdên qehreman.
 
Ev bajarê kurdan, di 19 temûze 2012´an de kurdan bi tememî dest danî ser hemû sazîyên wê yên rêveberî, leşkerî û sîyasî hemûyan û xweserîya denezand. Ev roj, weke roja ku di dîroka kobanêKobanê de û di dîroka kurdistanê de bi navê kobanêKobanê rojeka dîrokî ya ku ket dîroka kurd û kurdistanê de.
 
{{Gotara bingehîn|Berxwedana KobaniyêKobanêyê}}
 
Li beşê "Rewşa Siyasî" binihêre.