Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Haco (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 46:
== Jiyan ==
 
Daniştvanên Kobaniyê [[Kurmanc]] in û zimanê wan yê devokî Kurmancî ye. Ta pêsh çend salan jinên bajêr û gundên wê kincên Kurmancî, Kiras, xeftan, derpeyê dirêj di bin de, bervanek û sixme li xwe dikrin û jinan kofî, keçên berbext tac û rext didan ser serên xwe. Mêran kiras li xwe dikirin û çefî û egala erebî bi kar dihanîn. Lê di van salên dawîn de, bi taybetî li bajêr, pirraniya ciwanan, bi keçan û lawan ve, dest pê kirin kincên ewropayî li xwe kin.
Xelkê herêma Kobaniyê bi mazûvaniya xwe navdar in, mêvanhez in. Gellek ji Kurdên aliyê Tirkiyeyê[[Tirkiye]]yê salên heştêyan bi alîkarî û ma’zûvaniya wan derbas welatên din bûn.
Çiqa rewş aborî ya hinekan ji daniştvanên herêmê ne weqa baş bûya jî xelkê herêmê ta çend salan berê di jiyana xwe de bextiyar bûn. Ji ber ku pirraniya xelkê endamên eşîran bûn, endamên civatê bi hev re alîkar bûn.
Li herêmê dawetên bi dahol û zurne, govend û şahî, payîzê, dema ciwan li dû mewsiman dizewicîn, hebûn. Bi dehan, li hinek şûnan bi sedan, merî û mêvan beşdare van dawetan dibûn. Li Kobaniyê û doraliyên wê hinek xwaringehên mezin di salên dawîn de vebûn. Dema Newrozê bi hezaran derdiketin ser kaşê Miştenûrê bo pîrozkirina cejna neteweyî.