Omer Dilsoz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
[[Omer Dilsoz]] [[lîsteya nivîskarên kurd|nivîskarê kurd]] e.
 
Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hate dinê. Di 23 saliya xwe de romana xwe ya yekemîn Hêviyên Birîndar weşand û pê re salên pêş Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Evrazên Çiyan, dîwana Bila Gotineke Min û Te jî Hebe nivîsandin. Ligel karê nivîskariyê rojnamegeriyê dike û li bakurê Kurdistanê dijî.
Dilsoz di sala [[1978]]’ê de li gundê [[Gûzereş]]ê ku bi ser Çelêya [[Culemêrg]]ê ye, çavên xwe li dinyayê vekirin. Li gund dest bi xwendinê kir. Piştre li Culemêrgê, di salên lîseyê de ket dû nêçîra peyvan û rahişte pênûsê. Êdî hevala wî ya herî dilsoz pênûs û razên wê ne.
 
Piştî valakirin û xirakirina gundan ji bêgaviyê ew jî ligel malbata xwe li [[Culemêrg|Culemêrgê]] bi cî bû. Ji sala 2005ê ve ye li Amedê dijî û ligel nivîskariyê bi karê rojnamegerîyê jî mijûl e.
 
Herweha di gelek kovarên wekî [[Gula Tamara]], [[Nûbihar]], [[Tîgrîs]], [[Vesta]], [[Kulîlka Ciwan]], [[Kovara W]], [[Çirûsk]], [[Peyv]], [[Nûbûn]], her wiha rojnameya [[Azadiya Welat]] û [[Tûrik]] û hin malperan de [[wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com]] nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.