Celadet Alî Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 28:
Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
 
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî[[Îngilîzî]], [[Fransî]], [[Almanî]], [[Tirkî]], [[Farisî]], [[Erebî]], Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
 
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye.
Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên [[Mîr Bedirxan]] e.
 
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.
Rêz 110:
Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
 
Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dewleta Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.
 
 
== Berhem ==