Xanedana Eyûbiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 112:
| nîşe =
}}
Malbata '''Eyûbiyan''' li hawîrdorî [[EranÎran]]ê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke [[kurd]] bûn, ji êla Rewadiyan bû. Ji vê êlê [[Şadî]] bi herdû kurên xwe re Esededîn [[Şêrko]] û [[Necmedîn Eyûb]] ji gundê [[Ecdankan]]ê çûne [[Bexda]]yê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li [[Tikrît]]ê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta [[Mucehededînê Gîtanî]] de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala [[1136]] li Tekrîtê [[Selahedîn Eyûbî|Selahedîn]] bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedînê [[Zengî]] xwediyê [[Mûsil]]ê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê [[Belbek]]ê.
 
Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû [[Şam]]ê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê [[Heleb]]ê. Nûredînê Zengî [[Hims]] û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû.