Şihabedînê Suhrewerdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
→‎Jiyana wî: MükaelF ca bike nav zimane cihane
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 38:
Di felsefeya [[rojhilata navîn]] ya li dû îslamê de [[fîlozof]]ê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên [[misilman]] û gelek fîlozofên [[ewropa]]yî vekiriye. Niha gava me felsefeya wî ji we re diyar kir, hûn ê bibînin ku birastî jî gelek fîlozofên dû wî ji ramanên wî kedî bûne. Navê felsefeya wî weka ekolekê tê binavkirin. Felsefeya îşraqî an jî îşraqiyyûn felsefeya Suhrewerdî ye. Ango Suhrewerdî avakarê felsefeya îşraqî ye.
 
Navê wî Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek e. Kunya wî bi temamî wisa ye. Şêx Şîhabûddîn Ebû'l futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê maqtûl. Ji ber ku di zanyariyê de pêşketî û deriyê gelek zanînên di tarîtiyê de vekiriye kunya wî bûye Ebû'l futûh, ango bavê yê ku deriyan vedike. Ji ber ku di dema xwe, di warê zanyariyê de hempayê wî tunebûye jê re gotine Şîhabûddîn, ango stêrka olê. Ji ber ku hatiye kuştin jî peyva maqtûl ango yê ku hatiye kuştin li navê wî zêde kirine. Lê ew herî zêde bi navê Suhrewerdî hatiye naskirin. Vî navê hanê jî ji warê xwe girtiye. Lewra bi eslê xwe ji Suhrewerd'a Îranê ye. Suhrewerd bajarokekî girêdayî Zencanêye, di nava [[Tebrîz]] û Tehranê[[Tehran]]ê de ye.
 
Suhrewerdî ji malbateke zana tê. Wekmînak apê wî zanyarê navdar [[Evdilqadirê suhrewerdî]] ye. Bave wî [[qazî]] bû û ji ber ku derew lê hat kirin, dema Suhrewerdî hê şeş mehî bû hate daliqandin. Wekî din jî em dikarin navê yekî gelek navdar bidin ku dîsa ji malbata Suhrewerdî ye. Akşemseddîn'ê mamosteyê Fatîh Siltan Mehmed neviyê Suhrewerdî ye. Akşemseddîn lawê Hemzeyê kurê Suhrewerdî ye. Di derbarê jidayikbûna wî de dîrokên cuda tên nîşandan. Lê bi gelemperî di warê jidayikbûna wî de dîroka nava 1115 û 1191'ê tê dayîn. Ew jî weka bavê xwe ji dest desthilatdarên wê demê tê kuştin. Lê yê ku wî dide kuştin kurdê herî navdar Selheddînê[[Selahedînê Kurdî (Eyyûbî)Eyûbî]] ye. Niha em derbasî felsefeya wî bibin.
 
Suhrewerdî bi navê felsefeya îşraqî (ronahî) felsefeyeke nûh ava kiriye û em dikarin bi hêsanî bêjin him li ser fîlozofên rojhilata navîn, him jî li ser fîlozofên ewrûpayî bandoreke mezin hildaye. Wekmînak Bergson, felsefeya xwe ya bi navê Instuisyonizm'ê ji ber Suhrewerdî hildaye û pêşva biriye. Çawa ku Suhrewerdî bandor daye fîlozofên dû xwe, wisa jî ji yên pêş xwe bandor girtiye. Herî zêde ji [[Zerdeşt]] û Mazdek bandor girtiye. Bingeha felsefeya Suhrewerdî li ser peyva ronahiyê ava dibe. Vê Zerdeşt girtiye û felesefeya xwe bi vê peyvê daye destpê kirin. Li gorî suhrewerdî meriv bi arava hiş û ramanê nikare bigihîje rastiyê. Ji bo bidestxistina zanîna berastîn pêjn û sirûş(îlham) divê. Mirov encax bi arava pêjn û sirûşê rastiyê kifş dike. Ehlê kifşê heçî dilê xwe pak bigire dê bêtir ji alema wateyê nêsîbî xwe bigire û bi vî rengî dê bigihîje ronahiyê. Suhrewerdî ronahiyê weka cewhera rastiyê dipejirîne. Li gorî wî em bi arava ronahiyê digihîjin heqîqetê. Weka kum e li jor jî hanî ziman, li gorî Suhrewerdî hiş û aqilê mirovan nikare wan bigihîne rastiyê. Ji bo têgihaştina rastiyê divê mirov çirûskekê di kûrahiya hundirê xwe de bibînên û bi wê çirûskê bigihîjin heqîqetê.