Şihabedînê Suhrewerdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
→‎Jiyana wî: MükaelF ca bike nav zimane cihane
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 36:
== Jiyana wî ==
 
Di felsefeya [[rojhilata navîn]] ya li dû îslamê de [[fîlozof]]ê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên [[misilman]] û gelek fîlozofên [[ewropa]]yî vekiriye. Niha gava me felsefeya wî ji we re diyar kir, hûn ê bibînin ku birastî jî gelek fîlozofên dû wî ji ramanên wî kedî bûne. Navê felsefeya wî weka ekolekê tê binavkirin. Felsefeya îşraqî an jî îşraqiyyûn felsefeya Suhrewerdî ye. Ango Suhrewerdî avakarê felsefeya îşraqî ye.
 
Navê wî Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek e. Kunya wî bi temamî wisa ye. Şêx Şîhabûddîn Ebû'l futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê maqtûl. Ji ber ku di zanyariyê de pêşketî û deriyê gelek zanînên di tarîtiyê de vekiriye kunya wî bûye Ebû'l futûh, ango bavê yê ku deriyan vedike. Ji ber ku di dema xwe, di warê zanyariyê de hempayê wî tunebûye jê re gotine Şîhabûddîn, ango stêrka olê. Ji ber ku hatiye kuştin jî peyva maqtûl ango yê ku hatiye kuştin li navê wî zêde kirine. Lê ew herî zêde bi navê Suhrewerdî hatiye naskirin. Vî navê hanê jî ji warê xwe girtiye. Lewra bi eslê xwe ji Suhrewerd'a Îranê ye. Suhrewerd bajarokekî girêdayî Zencanêye, di nava Tebrîz û Tehranê de ye.