Yaşar Kemal: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 23:
Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda. Wê heyamê, helbestên wî di kovara [[Mala Gel]] a Edeneyê ya bi navê ''Kovara Nihêrînan'' de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên wî di kovarên wekî [[Ülke]], [[Kovan]], [[Millet]] û [[Beşpınar]]ê de derçûn.
 
Di sala 1951ê de hate [[Stembol]]ê, di rojnameya [[Cumhuriyet]]ê de, nivîskariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê "''Di Mezintirîn Çewlîga Dinyayê De Heft Roj"'' ve "Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê" wergirt. Di sala 1952yan de, pirtûka wî ya bi navê [[Keleka Havînê]] hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, [[Memedê Zirav]] di sala 1955an de derket. Di navbera salên 1955-1984an de 33 pirtûkên wî yên ku ji [[çîrok]], [[roman]], [[hevpeyvîn]] û [[bend]] û [[gotar]]an pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.
 
Yaşar Kemal bi roman xwe ya pêşîn Memedê Zirav ve Perrûya Romanê a Varlıkê wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê. Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Sala 1974an, bi pirtûka xwe ya bi navê Qetla Sûka Hedadan ve Perrûya Madaralı ya Romanê wergirt. Di sala 1977an de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir ve ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin. Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsa axa Torosan, Çuqurovayê û mirovên Çuqurovayê bi awayekî karîger, bi teswîrên bêhevta li tevnê dixe, ku ev yek girîngtirîn taybetiya nivîskariya wî ye.