Feqî Huseyîn Sagniç: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Feqî Huseyn Sagniç''' (1926 - [[12'ê adarê]] 2003) nivîskar û zimanzanê [[kurd]] bû.
Feqî Hûseyîn Sagniç di [[1926]]an da li [[Kehnîyamîran]] ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê[[Xorûs|Xoros]]ê navça Hîzanê[[Xîzan|Hîzan]]ê bajarê Bedlîsê[[Bedlîs]]ê ye. Ew salek piştî bizava [[Şêx Saîd]] hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navça Xîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştanda bûm, bavê xwe winda kir û sêwî ma. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bû berxwan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavaniya wa sê sal li pey hev domand. Di wê navê de wî [[Quran]] xwend. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çû gundê Oranisê li medresa Seydayê ([[Mela Osmanê Xorosî]]), dest bi Nûbara[[Nûbihara biçûkan|Nûbar]]<nowiki/>a [[Ehmedê Xanî]] û fiqha[[Fiqih|fiqh]]<nowiki/>a [[Erebî]] kir.
 
Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domand. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî di ciyên wanda wî rencberî kir. Dûre ew çû leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriya, di navça Tetwanêda[[Tetwan]]êda rûnişt. Wan mala xwe jî anî wir. Ji bo pêkanîna aboriya xwe, dest avête xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrand.
 
Li ber wan karên xwe yên aborî de, xebatên wî yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna felsefa metafizîk û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşiyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Wî xebatên sîyasî tenê bi medresiyan re dikir. Di wan demanda baweriya bi dibistanan tuneye. Û bi wan ra pêwendî jî çênenedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Dîyarbekir bi [[Canip Yildirim]], [[Edîp Altinakar]], [[Musa Anter]], [[Yusuf Ezîzoxlu]], [[Selahedîn Cizrelî]] û bi [[Mustefa Ekîncî]] re çêdibe. Ev dîtin û pêvendiyên han, piştî dawiya sala [[1959]]an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”e de bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe pêşdixîne.
 
Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala [[1964]]an dive revoke. Lê piştre xwe radest dike û dikeve zîndana Tatwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derdikeve. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî [[Partiya DemokratkDemokrat a Kurdistanê - Bakur|Partiya Demokrat]] a [[Kurdistan]]a Tirkiyê dadimezrînin. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, bi rêya hevalekî xwe dibe endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî tên girtin. Dûre gelek caran tê girtin û gelek dadgeh lê tên vekirin.
Feqî Hûseyîn Sagniç, di navenda Çanda Mezopotamya de dersên [[Zimanê kurdî|zimanê Kurdî]] dide. Di damezirandina Înstûtiya Kurdî ya Stenbolê de cîh digire. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara Înstûtiyê ye û her wiha di bûltenên Înstûtiyiê de, nivîsan dinivîsîne. Lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derdikevin. Her wiha ew bi giranî bi Kurdî dinivîsîne.
 
Mamosta Feqî Huseyn, gelek caran jiber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû. Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand.
Roja 20 ê çiriya paşîn (sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma. Roja 12 adara [[2003]] roja çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy çoçu ser heqî ya xwe. Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamosta pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt. Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin.
 
'''[[Hasan Kaya|Hesen Kaya]] derheqê Apê Feqî de dibêje:'''
 
"Ji bo Apê Feqî xebat pîroz û ser her tiştê re bû. Ape Feqî jî bo ku pîrtûka xwe yê [[Dîroka Wêjeya Kurdî]] biqedîne bi salan li malan xwe li ser kompîtura xwe rojê deh saetan rûdinişt û wî berhem qedand. Piştê ku berhem bi dawî bû Apê Feqî berhemê anî û teslîmê min kir. Da min ku ez wî sererast bikim. Piştê ku berhem ji ber destê min jî derket û ji bo sererastkirina helbestê di berhemê de wî û Aysel Xanim dest bi xebatê kirin. Rojê heşt-neh saetan li avahiya enstûtiyê dixebitîyan. Di çarem roja xebatê de piştê ku civîna çarşemê jî qediya, sed heyf û xebînet seyda dozdehê şevê de li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind xwîn çû mejiyê wî. Seyda çil û çar roj di komayê de dimîne û çil rojê wî yê di komayê de derbas dibe û bijîşkan ji bo ku Apê Feqî dijî an jî najî wî û xezmên wî re hevdîtinek bikartîne. Jina wî, kurê wî û keça wî ji Apê Feqî dipirsin hela dijî an jî najî. Lê ji wan pirsan diyar nabe ku Apê Feqî dijî an jî najî. Hesen Kaya dibêje ez jî di nav xizmên wî de bûm. Min jî ji Apê Feqî re got: "Seyda! Pirtûka te çap bûye û li çapxaneyê ye." Çavê wî zîq li min ma. Devê xwe lepitant. Pişt re jî min got: "[[Seyda]]! li [[Iraq]]ê dewletan [[Kurd]]an avabiye. Soz ku tu rihet bibî emê herin tû yê li Zankoya [[Hewler]]ê li ser pirtûka xwe konferansekê li dor bixî." Piştê van gotinan şabûna xwe bi avayekî diyar nîşan da. Apê Feqî ne mirovekê wisaye ku şûna wî were tijîkirin."
 
'''Berhemên Mamoste Feqî Huseyîn yên ku hatine weşandin ev in:'''
*1. ''Yûsiv û Zuleyxa-, ''1998 - ( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
*2. ''Çîrokên Kurdî, -''1999 -( (Fablên Kurdî)
*3. ''Hêmana Rêzimana Kurdî-, ''1991-
*4. ''Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1-, ''1991-
*5. ''Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2-, ''1992-
*6. ''Portreler, –2000''2000-( Bi Tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jiyanê ne)
*7. ''Dîroka Wêjeya Kurdî-, ''2002-(700 rûpel, sed mixabin ku mamosta vê berheme xwe nedî û çû ser dilovaniya xwe. Dema di komayê da bû pirtûk ji çapê derket. Pirtûkê birin ser ciyê wî. Mamosta vê berhema xwe ya giranbûha bi du siterkênsterkên çavan silav kir.)
 
== Girêdanên Derve ==