Xedîce bint Xuweylid: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Yasinop hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Ev rupel pevuste were mêzekirin Navê wî jî were guherandin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
'''Xetîce bintî Huweylîd''' (erebî خَدِيجَةُ بِنْتِ خُوَيْلِدٌ‎, )
Mizgîn/Hêjmara 42 - '''Hz. Xetîce''' (X.j.r.) di dîroka Îslamê de cihekî gellek girîng digre. Ew bi îffet û exlaqê xwe û bi paqijiya dilê xwe di nav pîrekên Mekkê de gellek cuda ye. Ew bi van taybetiyên xwe yên xweş di dema nezaniyê de tê naskirin.
 
Hz. Xetîce (X.j.r.) di nav ereban de ji qewmê Qureyşê ye. Malbata wê di nav Mekkê de bi dewlemendî û bi camêriya xwe tên naskirin. Navê bavê wê Huweylîd, navê diya wê Fatima ye. Hz. Xetîce bi nifşa xwe him ji alî dê, him jî ji alî bav digihîje Hz. Muhemmed (s.X.l.). Mihemed
 
Hz. Xetîce beriya bi Hz. Muhemmed (s.X.l.) re bizewice, du car zewicîbû. Pêşî bi Atîk kurê Ezîz re zewicîbû. Ji Atîk keçikekî wê çêbibû. Atîk demek paşê miribû. Piştê mirina Atîk Xetîce ji qebîla kurên Temîma bi Ebû Hale re zewicî. Ji Hale jî keçikek û kurek wê hatin dinyayê. Lê demek paşê ew jî mir. Û Hz. Xetîce jinebî ma.
Piştê mirina Ebû Hale Hz. Xetîce êdî bi yekê re nezewicî. Pêşniyarên ku ji bo zewacê jê re dihatin vedigerand û nedipêjirand.
 
Wek em zanin; di dema nezaniyê de li Mekkê pîrekan pirr zordestî didît. Dema mêrê pîrekekî bimiriyana û pîrek jinebî bimana, êdî wî pîrekê û zarokên wê pirr zehmetî dikşandin û ji bo wan êdî jiyanek pirr bi êş dest pê dikir. Pirê caran nedihîştin wî pîrekê li gor daxwaza xwe bi yekê baş re bizewice. Wek eşyayekî dihat hesibandin. Pîrekekî ku mêrê wî bimriyana, ji malbata mêrê pîrekê kî wê bixwestana wê pê re bizewiciya. Yan jî wê weka karkiroxa di mala xwe de dihewand û karên xwe pê didan kirinê.
 
Lê rewşa Hz. Xetîce mîna wan pîrekên xizan nebû. Ew piştê her du mêrê xwe jî, neket bin destê yekê. Lewra him malbata Hz. Xetîce -wek apên wê- lê xwedî derketin û nehîştin Hz. Xetîce bibe bindestê yekê, him jî ji her du mêrên wê jî jê re mîratek baş mabû. Ji aliyek din jî jixwe Hz. Xetîce pîrekekî pirr bi aqil û serwext bû û dikaribû ji heqê xwe derketa. Ji ber van sedeman Hz. Xetîce zehmetiyên ku pîrekên Mekke yên xizan dikşand, nekişand û nedît.
 
Lê piştê mal û milk êdî li ser milên wê mabû, ew bi bazirganiyê re mijûl dibû. Mekke welatekî girtî bû. Aboriya gelê Mekkê ji du tiştan dihat. A yekemîn ji mala Xwedê (Ke'be) dihat. A duyemîn jî ji bazirganiyê bû.