Mele Sîracê Xelîlî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Yaw ev rûpel çima ewqas dirêje ? Wey wey wey wey Ca kategori ce bikin Jîyana wi Pirtugen wi
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
B Guhertoya 617950 ya 85.106.23.79 (gotûbêj) şûnde kir
Rêz 13:
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1930]]
[[Kategorî:Mirin 1983]]
 
KİTÊBA GULCİVÎN
 
DÎWANA QESÎDÊN HELBESTVAN MELE MUHAMMED SÎRACEDDÎN KURÊ MELE EBDULHEKÎMÊ XELÎLÎ. XUDA REHMA XWE Lİ WAN BİKÊ, AMÎN YA RABBEL’ALEMÎN.
 
 
***
(fa’ilatun fa’ilatun fa’ilatun fa’ilun)
 
Herkesê kû lê binêrê ew bi qelsîtî yeqîn,
Herdu çavê wî wekî çavê çilîsta ro nebîn.
 
Ev du xet roja biharî jê di çin şewq û beraq
Ma ne hêjaye kû em navê wê deynin Gulcivîn.
 
***
 
Di peyra kitaba rustedar e, şîretê Loqmanê Hekîm ê gotine ji lawê xwere.
 
***
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
MUHAMMED SÎRACEDDÎNÊ XELÎLÎ
 
NİVÎSANDİNA KİTABÎ (MÎLADÎ 1978, HİCRÎ 1398)
 
 
Elmusahhih Wenneşir Muhammed Siddîq Ataç El Xelîlî
 
Wergerê ji tîpê ‘ErebÎ bi yê Latînî Qasim Qaraca ê Xelîlî
Bismi-llahi-rrahmani-rrahîm. We bîhî neste’în.
 
***
1
Binavê Rabbê Pur Xeffar
(Mefa’îlun Mefa’îlun Mefa’îlun Mefa’îlun)
 
Binavê Rabbê pur Xeffar, Kerîm Rahîm û Rehmanî,
Celîl û Xaliq û Settar, ‘Ezîm Qadir û Mennanî.
 
Îlahî tu Xudayê min, tu şafîyê çi derdê min,
‘Efûke tu xetayê min, çikû her tu dilovanî.
 
Çikû rehma te barane, tijî kir erd û esmane.
Jibo derdê me dermane, di nalim ez ji kovanî.
 
Gunahê min purin mislê, turab û seng û hem remlê,
Îlahî l’min neke hemlê, giran ta bikme fîxanî.
 
Fe-wellahî gunehkarim, ji rehma te ricakarim.
Wekî bilbil bi hawarim, ji bo m’ kamil ke îmanî.
 
Tu îmanê bike kamil, tu nefsa min bike ‘adil.
Gunahê min bi ke za’il, tu qelbê min ke rehmanî.
 
Bide min ‘ilmekî nafi’, ‘emelek salih û rafi’.
Zimanek zakir û nabi’, çu benda Ehmedê Xanî.
 
Derê te her kuşayîde, li ber wê mewsim û ‘îde,
Li ber min daniye cîda, di nalim qelbê elwanî.
 
Di nalê her dem û gavê, wekî êsîrke derdavê,
Di çê jê xîwn wekî avê, gelo dermanê min kanî?
 
Eger pirsa te dermane, bike hêvî ji Rehman e,
Ji şahê erd û esmane, bi bê l’derdê m’ ke dermanî.
 
Bike tewbe ji ewzar a, di her sibh û di êvara,
Çikû Rabbê me Xeffar a, Xudanê wa’da Qur’anî.
 
Heye wî rehmetek wasi’, û nûrek muşriq û sati’,
Hene min pur guneh tabi’, li ber ‘efwê tune kanî?
 
Sîraceddin ji xew rabe, di hikmê wî tu derya be,
Ku bê wî çîz tuca nabe, rica ke şubhê dîwanî.
 
 
***
 
 
 
 
2
Bi Zanin Hun Bira Cumle
(Mefa’îlun Mefa’îlun Mefa’îlun Mefa’îlun)
 
Bi zanin hun bira cumle, ku dunya faniye bi-llah,
Muhaqqeq dê bi çê boşê, ji xeyrî zikrê heq Ellah.
 
Tu nafikrê li xwe insan, çewan tu hatî dunyayê,
Bi vê husn û bi vê şeklê, tu xulqandî Xuda Ellah.
 
Ji yek nuqta jin û mêrî, di malzarokê de çil roj,
Buyî xwîn paşî bû goşt pa-şî bû suret ji nik Ellah.
 
Di çar heyva de ruh berda, bi ser laşê te de miskîn,
Bi dest û pê bi çav û guh, tu ‘ebdê Xaliq e Ellah.
 
Di zik de neh miha da te, heyat û rizq û hem şehwet,
Tu qulbandî çep û rastê, tebarek sed te’alellah.
 
Bi sehl û merhemet pur hen-gî milyaket tu anî xwar,
Diya te xew nehati ta, tu razandî bi-‘ismi-llah.
 
Heta kû tu buyî zarok, tu piştî bûyi pazdeh sal,
Ne heyf û sed xebînet kû, ne hişyarî lî-‘emri-llah.
 
Çiqa kû tu dikê gunhan, heman ew her di dê ni’met,
Weger kû tu bi kê tewbe, qebûl dîse di kê Ellah.
 
Xuda gotî me ne xulqand, ne cinn-û hem me ne insan,
Ji xeyrî kû bi kin ta’et, ji bona Rabbê xwe Ellah.
 
Me navê qet ji wan rizq û, me navê bidne min xwarin,
Muheqqeq raziq û ê pur, quwet her dem ewe Ellah.
 
Xuda dan bo te heft e’da, tu bigre pê derê agir,
Heqê her yek eda ke da, nebê ‘asî li cem Ellah.
 
Ewî çavê di reş dan te, bi bînî tu bi wan asar,
Bi gir ‘ibret bi wan hem tu, bi xwêne pê Kelamu-llah.
 
Heramî pê nezer yek car, ne ke ew tîrê Şeytênin,
Zina çavan eve lateq-rebû gotî Kitabu-llah.
 
Kesê kû dagirê çavan, b’heramî dê di heşrê de,
Xuda dê dagirê çavê, wî agir got Resulu-llah.
 
Ji bona his bikê we’z û, hedîsê daye te dû guh.
Di emrê dîn û dunyayê, bi zanê nehy û emru-llah.
 
 
Neke casûsî –yû hem his, neke xeyb û seb û sazî,
Risasê kû helandî wê, tijî guh kin bi van te-llah.
 
Xuda da te zimanek tu, bi xwêne pê kitaba wî,
Bi ke pê şukr û pê xeyrî-yû we’zê tu l’’ibadi-llah.
 
Derew xeyb û seb û fitne, neke pê her tu wê gem ke,
Bi wê paşî tu wê bê da-leqandin nav ‘ezabu-llah.
 
Zikê te çêkirî ev rû-vî yû nav û tihêl gurçik,
Bi ke tê de helal xwarin, kû têr bû bêje hemdu-llah.
 
Heramî qet nexwe lewra, kû xwîn û goşt ji wê çê bûn,
Du’ayê te qêbûl na bin, ti jî dê bê ji naru-llah.
 
Bi dawa xwe helal fê’lê, bike zarok bi dê bo te,,
Bi bînê lezzet û keyfê, ku kir bêje tu bismi-llah.
 
Heqê wê tû zina’ê qet, nekê lewra di ‘uqba’ê,
Lehî bû pêteyê agir, ji wê der tên me’aze-llah.
 
Ewî dest û telî dane, bidê pê xeyr û pê danê,
Cihadê pê bikê na ên, hisabê ni’metê Ellah.
 
Bi wan zulmê meke lê ger, tu pê bukjê yekî bê heq,
Ceza’ê te bi zan agir, muheyyaye li ba Ellah.
 
Du lingê muntazam ser wan, di çê û tê bi serbestî,
Here baskî riya heccê, weya mizgeft û ehlu-llah.
 
Emanet tu neçê baskî, dizî yan pêşiya xelqê,
Belê tê ser pirê şemtê, kevê nîv dijminê Ellah.
 
Ji bona van tevan hakim, heye yan zalim û ‘adil,
Dil û qelb e bizan ew a-mirê waye herê we-llah.
 
Di lêş de parçeyek ger ew, sahîh bê laşî tev sax e.
Weger mufsid bê laş cumle, xirab e got Habîbu-llah.
 
Heman her dem bike cehdê, di islaha dilê janî,
Eger tu kari bê wî qet, ne tirse tu ji xeyri-llah.
 
Neke dil hubba dunyayê, serê çiqqa gunahan e,
Ne bêje ez çiqa mêrim, me mal zahf e di erdi-llah.
 
Di paşî tê biçê gorê, te mal û mêr xuya nakin,
Zimanê te bi bê lal kû, te dîtin qasidê Ellah.
 
Pepuko kanî mêranî , feqîro kanî malê te?
Bike qencîy-yû e’malê, di xeyrê tu ji bo Ellah.
 
 
Çikû dost sêne milk û mal, yeke û ê duwê ehlin,
Ewê dîtir bi zan e’mal, di teqwa yan di sextu-llah.
 
Heta tu saxî mal dost e, heta ser tirbê ehlê te,
Tenê e’mal di tirbê de, heval e ta gihê Ellah.
 
‘Emel ger qenc e tirba te, di bê yek rewdeya cennet,
Weger pîs e di bê dozex, hewar jê naçê nik Ellah.
 
Wulo zane kû tu mislê, yekî rêweng û mêhvanî,
Dinê wek kolika nator, hesêb kin ya ‘ibade-llah.
 
Me mala rastî ‘uqbaye, dinê seyrane cismanî,
Ne heyf e vê di kin ava, di kin wêrane daru-llah.
 
Xwezî me b’wî bi vê fikrê, bi gir ‘ibret ji dunya’ê,
Li vêdê ew bi bê mutî’, li wêdê nîv rida-Ellha.
 
Di bînê ya kû qet çavan, ne dîtî hem ne hatî guh,
Ji keyf û ni’meta hazir, kirî bo ‘ebdê xwe Ellah.
 
Weger ‘asî bê hem dîsa, di bînê ya hisab na’ê,
Ji nar û dojexa pêxis-tî bona dijmina Ellah.
 
Belê herkes heye du aq-lê zikmakî - yû ‘elmandin,
Ku zikmakî nebê ‘elman-dî feyda kanî ‘ebde-llah.
 
Çewan roja ku bê feyde, kesê bê çav û hafiz bê,
Weha min dîtiye Şêrê, ‘Elî gotî welîyyu-llah.
 
Heta sed sal ku hê j’bêjim, xilas nakim tu ca hikmet,
Sîraco şîreta xwe tu, l’xwe ke her dem bi bêj Ellah.
 
Selat û pur selamê heq, li ser şafi’ Muhammed bin,
Di gel al û sahaba min, ‘efûke ya Xuda Ellah.
 
 
****
 
 
3
Qenç Guh Bidin Gellî Biran
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun )
 
Qenç guh bidin gellî biran, vê şîretê hiffiz bikin,
Da hil nedin barê giran, roja ji qebrê derkevin.
 
İnsan bi qelb sax e çira, çawa gotî Xeyrul-wera,
Wer ew mirî bê nîne ra, j’laşêra da hun zanibin.
 
 
Hemma wê her bikne zelal, jê der bixin pîsê fi’al,
Pur nur bikin rengê hilal, j’exlaqê qencî dagirin.
 
Sippî bikin bi xwandinê, hem b’zikkir û lmêj kirinê,
Le’’în ji ser wî berdinê, cihhê Xudê l’dinnê dilin.
 
Derdê di dil de pazdene, hirs û hesed sûî -zan e,
Hem şehwet û qehra tene, kibr û riya ‘ecbandinin.
 
Tammayî û lez û buxul, zehf bûne mal têr bûn cehil,
Bo ‘aliman re hem cedel, her yek bi yek derman di bin.
 
Dermanê hirs qenna’et e, her tiştê kû Rab dane te,
Ew tişt ji bo te babet e, yek gavî zêde xwe ne çin.
 
Adem bi hirsê dar kû xwar, çawa ji jorê hate xwar,
Bû ‘asiyê Rabbê Kubar, her weqtî vê fikrê bikin.
 
Bona hesed derman ev e, j’mehsûdê xwe tu tê deva,
Bo wê du’an roj û şeva, bi kin ji nûve tobe kin.
 
İblîs bi wê bûye le’în, Qabîl bi wê çû safilîn,
Xaliq du çavê wî derîn, kesê ji wê durî ne bin.
 
Zenna pîs tu derman bike, xwe b’’eybê xwe meşkûl bi ke,
Behsa musulmanan meke, hetta ku tu saxî ji bin.
 
Ete’mrûne-nnase hat, bo neshe bêjê bê xebat,
J’’eybê xwe kor bun lew necat, peyda ne kir bûn ta mirin.
 
Bo şehwetê derman bi zan, neçe civata tu jinan,
J’wan his neke beyt û stiran, bo te me şîret her evin.
 
Tîrê di Şeytênin nezer, kesê nekê di bê şeker,
Bo wî ‘ibadet; hat xeber, min dîtiye bawer bikin.
 
Qehrê tu ger derman bi kê, b’hilmê Xuda razî bi kê,
Şeytanê Mel’ûn pîs bi kê, j’pîsî devê wî der nexin.
 
Belê kesê serxweş bi bê, di qehrê ew çav sor di bê,
Şeytan li wî suwar di bê, wek kerê bê hefsar kirin.
 
Dermanê kibra ê ku wî, …………………bo xaliq û maxlûqê wî,
Xwe kêm bi kê hem bêjê wî, j’yek nuqte av em çêkirin.
 
Kesê di qelbê wî hebê, kibr wek misqalê zerre bê,
Di cennetê çûnî nebê, got qasidê insan û cin.
 
Bo rûmetê derman bi zan, qet nîne feyde j’kes ciwan,
İlla ji Rebbê asîman, hem xêr bi wê l’boşê di çin.
 
 
Şirka biçûk riya’îye, wê kêma gunha wek çiye?
Weke li Rebbê banîye,………….. b’emrê wî lê hîle kirin………………..
 
Dermanê ‘icbê ey heval, çiqqa bikin ‘ilm û fi’al,
Ger kû nedê te Zulcelal, quwwet hunê kengî bikin?
 
Kesê Xuda hez jê bi kê, wê qenciya xwe j’bîr bi kê,
Gunhê xwe wê l’bîra xwe kê, gotî Şefî’ê mey mezin.
 
Dermanê tem’a qelbê xwe, tu her sualê j’Rebbê xwe,
Bi ke ne j’dost û yarê xwe, ew jî wekî te hewce yin.
 
Tewekkulê li ser Xudê, kesê bi dê ew jî di dê,
Rizqek wulo ji dûr di dê, kû bîra wî qet ne d’birin.
 
Sabrê bi ke dermanê lez, tu car di şuxlan tû ne bez,
Tê paşî çê tilyê bi gez, Şeytan bi wê b’te d’leyizin.
 
Peyxemberê axir zeman, gotî sebir nîvê iman,
Hemme di nîv dil de tu dan, tiştê giran pê sehl di bin.
 
Derman bi ke bexîliyê, b’dana zekat û qenciyê,
Tirsê neke j’feqîriyê, Ellah e Rezzaqê mezin.
 
Bexîli yû îman kesî, nedî ketin qelbê kesî,
Yek toz e yek wek melkesî, her dû ji hevre dijminin.
 
Malê ku pur hej jê neke, zêdey kefaf telep meke,
Dînê xwe pê nuqsan neke, eger di kê pirsê ji min.
 
Mal ger helal bê ew hisab, ger kû heram bê tev ‘ezab,
Wekî wuloye malxirab, zêdey xwe mêl xweyî nekin.
 
Tu têr nexwe hinda welê, ma lazim e qulpik hilê,
Lê paşî tê bêjê melê, seyda bi lez limêj bi kin.
 
B’têr bûnê qelb ruh jê di çê, çawa dexil reng jê di çê,
Baran gelelk kû tê di çê, ev gotinê Peyxemberin.
 
Tişta nizanî qet me bêj, j’ber xwe ne be zimandirêj,
Pirsa xwe ya rojî limêj, ji ‘alimê xwe hun bi kin.
 
Ger tiştekî helal bi kê, ji cem xwe yan heram bi kê,
Biya nefs û zannê bi kê, îman û dîn herdû di çin.
 
Meqqersîyê neke filan, li salih û li ‘aliman,
Her dem bikin ikarma wan, lew warisê Muhammed’in.
 
Halê miqerris bêne bîr, Fir’ewn û Nemrûdê heqîr,
Ebûcehil tev çûn se’îr, le’net li wan her dem di bin.
 
 
Tixtorîyê l’qelbî bi ke, derdê ewî derman bi ke,
Hubba Xudê lê zêdeke, da şewq û tîrêj jê herin.
 
Kummê xwe bik qazî delal, tu l’xulwe çêkê ey heval,
Bêje dinê pûçe betal, l’bîra xwe bêne tû mirin.
 
J’dunyayê bigrin ‘ibretê, tê de ne bûrin lezzetê,
‘Emel bikin bo axretê, nef’a mezin hun jê bi kin.
 
Ya Reb bi lutfa xwe xefî , qelbê me bo xwe bik safî,
Bi heqqê Muhammed ew şefî’ê ummetê gel mêr û jin.
 
Sîrac bi ke wa’zê li xwe, teftîş bi ke ‘eybên di xwe,
Derman bi ke qelbê di xwe, belê asil ne gotinin.
 
J’ewwel heta exir-selam, hem gel selat û ihtiram,
Li ser hebîbê kû xitam, Xuda nebî bi wî kirin.
 
 
****
 
 
4
Ya Reb Bi Fatiha Kitab
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun )
 
Ya Reb bi Fatiha kitab, qelbêm veke b’heft ayeta,
Sabit bike b’enwar û tab, zail ke jê her ‘illeta.
 
Tu b’hurmeta El-beqerê, j’min bib heçî gunhê berê,
B’du sed û heştê-w şeş perê, min tu bide pir hikmeta.
 
B’’İmran û du sed gewhera, j’min tu muhû ke deftera,
Fisq û fucûr û kedera, ‘ewnê di xwazin em ji te.
 
Tu sed û heftê-w şeş ji hûr, ez wan Nisa’ê der qusûr,
B’rizqê me ke Rebbê şekûr, ya sahibê her minneta.
 
B’wan sed û bîst rengê te’am, şêrîn bi ke pê fah û kam,
Hêvî ji te Rebbê enam, mehrûm nekê j’Maideta.
 
B’En’am bi ke en’am li me, b’wan sed û şêst û pêncê me,
‘Efwê bi ke ewzarê me, ya ‘Xafirê her xet’eta.
 
L’E’raf di bin şeş darê şîn, gul du sed ez rewdê hişîn,
Gel Ehmedî ke hem-neşîn, vî bed-fi’alê bê mita,
 
Enfal û heftê-w pênc nehîb, hem dûr bike mel’ûn reqîb,
Paşî bi de wesla hebîb, l’nava buhuşt û cenneta.
 
B’Tewbet tu sed û bîst û neh, polan li cuzdanê bi neh,
Da kû ne bînim tirsê reh, êmin bibim beraeta.
 
Yûnis sed û neh mewcê av, me j’ûrê hûtî bêne nav,
Wan buxçe’ê bo çûn gulav, paqij ke e’da j’zilleta
 
B’wan sed û bîst û sê wedûd, min dûr bike j’qewmê cihûd,
Bu’den li-‘adin qewmê Hûd, binvîs ji qenca ummeta.
 
Yûsif sed û yazdih sitar, pê hifz bike me j’her fucar,
Nefsê derêxe j’tengêzar, paşî bide weslaeta.
 
Ya Reb çil û sê carê min, mehfûz bike eznarê min,
Re’dê nede lew barê min, nîne ji pêt û hirqeta.
 
Barê bi İbrahîm Xelîl, l’her dû dina min mek zelîl,
Pêncî yû dû wesfê cemîl, bo min bide gel rehmeta.
 
Ya Reb bi Hicr û zemzemî , mehrûm nekê me j’qulzemî,
Tu b’not û nih nava zemî-n ser min meke pehn û duta.
 
Hêvî ji te j’Nehlê ‘esel, sed û bîst û heşt reng……………… ji gul………………..
B’rizqê me kê ya Reb emel, me j’te eve her sa’eta.
 
Dîse bi ê Esra kirî, têr ke me j’ava kewserî,
Wek şîr sipî tam şekkerî, yazdeh digel sed ‘xurfeta.
 
Der Kahfê xwe min bik xefî, hem bo xwe ke dost û sefî,
Ez b’her sed û deh û şefî’an tu ne bêjê men eta.
 
Ya Reb bi Meryem gel Mesîh, nehwêt û heşt wesfê melîh,
J’min dûr bike wesfê qebîh, bid raciyê wan şefqeta.
 
Tu b’sed û sih û pênc resûl, de’w û rica me b’kê qebûl,
B’Taha nebî dijmin zelûl, tedmîr bi ke tu b’setweta.
 
İmdad ji te Şahê Kerîm, kû sed û dozdeh parçe xîm,
Ser min bikê lutfa ‘emîm, tu b’Enbiya w du qibleta.
 
Heftê û heşt Hecca ji min, mebrûr tu binvîse ji min,
Bed kar û fê’lê pîs ji min, lutf û ‘efû her dem ji te.
 
Tu bi strêne gunhê çûn, bid xatirê zendê bi xûn,
Ê qalû inna Mu’minûn, tu b’sed û hejdeh ‘xezweta.
 
Şêst û cihar texlîtê Nûr, bi’rjêne ser qelbê şerûr,
Werne derên…………………… dem şud tenûr………………, bo qabilê deh tebbeta.
 
Ya Reb tu Furqana Mubîn, der qebrê bo min ke qerîn,
Heftê û heft tirsa hilîn, tu b’de me xeyr û ni’meta.
 
Dîsa du sedd-û bîst û heft, j’wan gotinê bê hazz û bext,
Sadir buyîn j’bey-huş û mest, nenvîs ji Şe’r û fiqreta.
 
Not û sisê we’zê di pak, der qelbê min rûnêne çak,
Da’îm li bîrê bêne xak, hişyar bike wek Nemleta,
 
Heştê yû heşt ti’zkarê xweş, b’wan dil bike rehnî yû geş,
Fê’lê ne baş bik tar û reş, hikmet bide me Qisseta,
 
Şêst û nihan perde w hicab, deyne di nav berx û ziab,
Lê ‘Enkebût girtî zubab, nalîn di çê çerxa duta.
 
‘Xalib neke mel’ûnê Rûm, hêvî ji te Rebbê qeyûm,
Şêst roj nekê roja seyûm, hemlam nekê l’bê taqeta,
 
Hikmetê Loqmanê hekîm, tu sih û çar cara bi dîm,
Da kû nebim pîs û leîm, bim qabilê du xesreta.
 
Sih car li min ferda kû ez, bo te bi bim Secde bi lez,
Kû em ne dan qewmê terez, her an û hîn û muddeta.
 
Deyne li dûr bajarê dil, heftê yû sê dîwarê dil,
Kû qet nekin azarê dil, Ehzabê bavê murreta.
 
Merqed li min bik xweş mekan, wî deyne nava cennetan,
Rengê Sebe’ l’her du milan, wek pêncî yû çar beldeta.
 
Hemdî leke ya Fatirî, behra me kir şîn û girî,
Tu b’çil û pênc peyxemberî, hasil kê ram û telbeta.
 
Paşî tu Yasînê delal, bo min ke hem rah û heval,
J’heştê û sê rahê dalal, dûr ke bi şer’ û sunneta.
 
B’Safat û sed û heştê-w dû , car min hifiz ke ez ‘edû,
Nik qabilê welew ridû, ê kû ji qenca milleta.
 
Tu b’Sad û Qur’ana Kerîm, heştê yû heşt ayê ‘ezîm,
Rehnî ke pê çavê delîm, hem wech û dîm û cebheta.
 
Heftê yû pênc êlê ne baş, tu min ji wan ke dûr û şaş,
Da kû ne kim se’ya belaş, bid me tu başa Zumreta.
 
Ez Mu’minim dîsa bi te, b’fereşte û nebyê di te,
Heştê yû pênc carê ji te, hêvî bi dê her munyeta.
 
Ayatuke qed Fussilet, kelimatuke ma enfedet,
Pêncî-yû çar ismit bidet, b’wan berze ke me’siyyeta.
 
Şûra û rahê musteqîm, nîşanî min de ya ‘Elîm,
Pêncî-yû sê fikrê qedîm, ê bed bike dûr û meta.
 
Tu Zuxruf û zîna dinê, bik wek kulîlka tûtinê,
Heşt-yû neh carê dinê, amîn qebul ke de’weta.
Ya Satir û ya Mustecîr, j’Duxan û hem narê se’îr,
Pêncî-yû neh dehrê kebîr, min dûr bike j’wan zulmeta.
 
Tu sih û heft sûr û hisar, dair bike her çar kenar,
Da dest nedê nefsa ‘xedar, hem jê nekim Casiyyeta.
 
Xêr û xweşî her bik nesîb, hinga turab seng û kesîb,
Der wadi-yû cibb û qelîb, b’Ehqaf sih û pênc de’feta.
 
Tu b’sih û heşt sehba Xuda, zenba ‘efû ke tu ‘xeda,
Hem dûr nekê j’Muhemmeda, ser bin selat her sa’eta.
 
We-fteh lena fethen mubîn, tu bîst û neh nesr û mu’în,
Bid min ku dijmin bin bi xwîn, ya Fatihê her furceta.
 
Min bistirên ez her ziyan, der hifzê xwe d’kin ma-nehan,
Mî-sernehim ber asîtan, ez barê hejdeh Hucreta.
 
Sunda te bê Qaf û kitab, vî mucrimî dil çûn kebab,
Dûr kê ji wan ehlê ‘ezab, tu b’wan çil û pênc leyleta.
 
Hem bu’xçe ê ‘umrê ‘ezîz, şîn ke bi şêst gulnar û gwîz,
Bê ber neke seyf û pehîz, nik pel weşîn b’Zariyyeta.
 
Tûrê dilê min bik mekan, bona kelîmê da’iyan,
Hem çil û neh dengê ‘eyan, tê de bide ez bidme ta. …………….
 
Necma sureyya bik delîl, da em lirê nebne zelîl,
Wunda ne kin dînê xelîl, şêst û du cara ezbeta. …………………..
 
Pêncî-yû pênc heyvê ku her, şanî me dê wechê Qemer,
Lê têne dil ah û keser, xwîn jê di çê rengê şeta.
 
Rehman tuwî erhem tuwî, deyyan tuwî ‘ezem tuwî,
‘Xefarê her gunhêm tuwî, hem heftê yû heşt qebheta.
 
Eshabê rast û çep hene, ni’met hemîm wa têde ne,
Nihwêt û şeş wesfê tene, hafiz tuwî d’Waq’î’eta.
 
Tu bîst û neh qeydê Hedîd, bid kû bidim zora ‘enîd,
Lê tu neda be’sa şedîd, ya munzilê her ayeta.
 
Ê kû bi kin Mucadelet, bîst û du cara bik ‘xelet,
Bo min bide heyl û quwet, hem husn-û zenna-w nesreta.
 
Heşra me ‘evdalê pepûk, nek tu digel qewmê çirûk,
Bîst û çihar horî yû bûk, bik hem-reh û hem suhbeta.
 
Ya Reb kû Mumtehîn bikê, tu me j’’edûwan dûr bikê,
Sêzdeh gulan dil de vekê, ya Heq nedê qet zehmeta.
 
 
Çardeh Sefî hûr û melek, pê sûr bike ey dilpelek, ………………..
J’’işqa te nalîn çû felek, fe-qbil ‘ebîdek tewbeta.
 
Yazdeh neqil tu b’Cim’e kê, vî qeşmerî kolê xwe kê,
Wî j’ber derê xwe tit ne kê, b’kûve herê qencî ji ta.
 
We-hfezhu min kulli-l futûn, weqtel heyatî we-l menûn,
Yazdeh ji ê Mûnafiqûn, bo wî fida ke j’zehmeta.
 
Roja Te’xabûn ku werê, hejdeh zebanî ber derê,
Agir ji bîra wan herê, ev mucrimê reş-ka’xeta.
 
Dinya ‘xedar min dûr ke jê, dozdeh telaq min bedre jê,
Hê ez neberdame bejê, wunda ne kir me j’refqeta.
 
Ya Reb nekê Tehrîm li min, tişta helal kû daye min,
Dwazdih tekalîfa li min, bik sehl û qenc û raheta.
 
Sih rojê rojî tu ji me, meqbûl bike wan tu ji me,
Bi sûrê Mulk ma tu ji me, na kê gezer ez şeqweta. ………………
 
Nûn bo te bê sond û qesem, pêncî yû du êşû elem,
Berbad kun ez can û dilim, manendê mihr û zulmeta. ………….
 
Tu pêncî yû du salihan, bik piştemêr û rûgiran,
Da kû nebêjim el-eman, min hewlî yewm-îl Haqqeta.
 
Weqtê Me’aric kû melek, teyran kirin çûne felek,
Binvîs çil û çar reş belek, dagir ji xeyr û se’deta.
 
Tofan li dil ra bû yeqîn, Nûho bi lez bêne sefîn,
Lê bîst û heşt sef lê civîn, ser cûd qefîna ummeta.
 
Hem bîst û heşt Cin û tayar, gel marida kirne hewar,
Girtin li min her çar kenar, Asif li wan şûr bik duta.
 
Tu bik Muzemmil vî heqîr, bîst car bi rehma xwe kesîr,
Da kû ne tirsê j’zemherîr, bo ‘efwê her tu babeta.
 
Dîse ji dijmin bistirên, pêncî yû şeş perda çikên,
Bişkên li wan tîr û kevên, tu bik Mudessir ‘aleta.
 
Gava Qiyamet radibê, sewdan û hiş wunda dibê,
Çil tirs û bîm peyda dibê, bik peyre wî xwey-himmeta.
 
Dehrê kû çûn tu bêne dil, ‘ibret bide me b’ê ewil, ……………
Ba seh û yek barê li mil, ê pîs nebin xwey-kizweta.
 
Wel-Murselat sunda te hat, pencî neqil wan munserat,
Birjêne ser dil kû heyat, lê şîn bibê wek nexleta.
 
Nebe’tena anî ‘xefûr , feqbel de’ewnake şekûr,
Çil guneh û ‘eyb û qusûr, xwezya bi ê kû jê çita.
 
Wennazi’at tu min tucar, nek nav ewan qewmê kufar,
Weqtê mirin deyne sitar, tu çil û şeş hêtê duta.
 
Ez behrê ê kû bû ‘Ebes, tu min neke dîn û teles,
Gava herê bêhn û nefes, hem çil û du mu’cizeta.
 
Roja ‘umur bû Kuwwiret, nefs hînî bû ma-ehdarat,
Bîst û neh ay qed-urqîmet, îman heye b’wan ayeta.
 
Sunda me sûrê İnfitar, bê şek dizanim nozde car,
Kû her tuwî Rebbê ‘xefar, nenvîse me j’bêhurmeta.
 
Tu min neke j’Muteffifîn, gava didin nabin emîn,
Lê ‘adilin weqtê kirîn, tu b’sih û şeş cewhereta.
 
Gava sema bû İnşiqaq, teklîf neke ma-la-yutaq,
Da nav ‘eyal ez bim ‘uşaq, xwey bîst û pênc keyf sohbeta.
 
Sunda te bê zat-ul Brûc, b’alî xweve min bik ‘urûc,
Hem bi strên bîst û du sûc, ‘edlê neke l’jêrî-keta. …………………
 
Subhan ji te tu xaliqî, insan te j’ava dafiqî,
Çê kir bide me j’Tariqî, xêrê bi hivdih sûreta.
 
Sebbehna bi-smî rabbîna, el ‘E’la iz xeleqena,
La tunsina me-qre’tena, b’wan nozdihê hatin ji ta,
 
Ya Reb di roja ‘Xaşiye, atîne wechen na’ime,
Lî se’yiha hem radiye, hem bîst û şeş merfû’eta.
 
Ma ne te gotî wel- Fecir, b’qedrê wele-yalin ‘eşir.
B’sirra heyi d’şef’û wutir, seh car me bêxê cenneta.
 
Esleh bike qelb û kebed, b’ummul-qura ummul-Beled,
Ta bîst ji walid hem weled, binvîse xwey-meymeneta.
 
Şemsa duha dînê mubîn, ez behrê pazdeh rê meşîn,
Bik kehrebê şêvê reşîn, da qet nebînim zulmeta.
 
Leyla li qebrê kû kevim, bîst yek hevalan ez divim,
Da kû bi qencî xweş nivim, sehlê bike her zehmeta.
 
Weqtê Duha sunda te bê, tişta bi radiya te bê,
Bid ê li dergahê te bê, bêhtir ji yazdeh xidmeta.
 
Tu İnşirah bik sîneê, safî ke çûn ayîneê,
Heşt barê ser qûlî ke ê, deyne bi lez beyn-yusreta.
 
Ya Reb bi teşrîfa li Tîn, zeytûna ser tûr û sinîn,
Heşt car me dûr kê j’safilîn, bid me çi başe sin’eta.
 
Tişta nizanim bêje me, çewa te gotî ademe,
B’sûrê ‘Eleq bendê te me, nozdeh ji fikrê hikmeta.
 
Mûcib di wê şêva Qedir, pênc carî hê berya fecir,
Şanî me da rûh der-emir, deyne çiqa selameta.
 
Tu min ji şerr-il Berriye, dûr ke bi wan heşt deriye,
Binvîs ji xeyr-ul berriye, daxil ke nîva cenneta.
 
Gava zemîn bû Zelzelet, birjêne ser min merhemet,
Mîzan giran ke rengê heşt, etbaqê cennet ê eta.
 
Herçî kû min kir der zeman, ez bê heşî yû bê goman,
B’wan ‘Adiyat ke el-eman, heşif ke yazdih merreta.
 
Piştî mirin weqtê heşir, vî bed-fi’alê bê sebir,
Mehfûz bike hem der-qebir, b’wan yazdeha j’Qari’eta.
 
Tu mi b’Tekasur nek zelûl, da kû ne bim pîs û melûl,
Lê ger nekê tu min qebûl, nabim şekûr b’heşt ne’meta.
 
Sûnda te hatî wel-‘Esir, sê car bi wê sundê sebir,
Bid min ne kû bi’sû decir, da kû nebînim şiddeta.
 
Tu b’neh hurûfakê Xuda, rûreş nekê min der-‘xeda,
B’cahê hebîbit Ehmeda, nenvîse me j’Humezeta.
 
Vî leşkerê şeytanê Fîl, d’wan werke ger zehf û qelîl,
Pênc qumberê j’kevrê sicîl, kû qet nemênê j’wa kita.
 
‘Ebdê tene em wek Qureyş, wek wan bide me taze ‘eyş,
Çar weqtê salê êş û teyş, dûr ke ji me her zehmeta.
 
Îman bi dîn tê ta kî sax’ , hetta hebê ruh der-dimax’,
Qet ez ji Ma’ûn û firax’, men’ê nekim heft milleta.
 
Ez têhnî bûm hê l’vê derê, sê car me avde j’Kewserê,
J’hewdê resûl peyxemberê, exir zemanê ummeta.
 
Şeş car bibêjim ez bitûn, herçî di kin ew Kafîrûn,
La e’budu ma te’budûn, fedrib ‘eleyhim zilleta.
 
Nesrê bide dînê me her, sê car bi fethîn her çeper,
Estax’firullah ez xeter, bo min qebûl ke tewbeta.
 
Kafir hilak bûn ta ebed, Fil-cîdî heblun min – mesed,
Feydê tu nadê pênc meded, hem zêr û mal û dewleta.
 
B’İxlas xilaskê min ji bed, çar car bi heqqê xwe Ehed,
Her yek tuwî ya-Reb Samed, ez hewceyim bo rehmeta.
 
Pênc dehrî dûr ke me j’Feleq, bîra kû kafir tê de ‘xerq,
Bona dinalin bê feleq, inne ne’ûzo bik ji ta.
 
Hifzê di kim xwe b’Rebbê nas, şeş car ji weswasil-xenas,
Ê mufsdî bû cinn-û nas, Qur’an qebûl ke de’weta.
 
Mhemmed Sîrac gazî dikê, j’Rebbê mezin hêvî dikê,
‘Efwê ji gunhê wî bi kê, tu b’sed û çardeh sûreta.
 
Nîşebin: Malika ku tarî hatî nivîsandin, ji aliyê min ve li helbestê hatiyê zêdekirin. Sedem ev e ku her malikek li ser sûretekî Qur’ana Pîroz hatiye nivîsandin. Lê mixabin sûretek an helbestvanî an jî nivîskarî ji bîr kiriye. Û ji bilî vê jî hemû malik li ne li gorî rêzbûna sûreta bûn, ew jî min kirne rêzê de. Ez difikirim ku sedem nebaldariya destnivîskar e lê ne ya helbestvan e.
****
 
 
5
Hemd Ji Wî Rebbê Mezin Re -8 Sibat 1367-
( Fa’ilatun, Fa’ilatun, Fa’ilatun, Fa’ilun, )
 
Hemd ji wî Rebbê mezin re, wesfê wî naên ‘eded,
Ni’meta İslamê da me, ewe Ellahus-Samed.
 
Em ji pişta bavê mey adem derêxistin temam,
Da bû me ‘eql û tekelluf da bû me qelb û kebed.
 
Got: “Elestu b’Rebbikum” qey ez ne Rebbim bo hewe?
Wan “Bela!” gotin belê çiqqa ced û bavû weled.
 
Kafir û muşrik şikandin ‘ehd û soza Rebbê xwe,
Em Musulman man li ser ‘ehda xwe hetta ta ebed.
 
Ni’meta mestir gelo kanî ji vê kû her zaman?
Em bi navê wî dibakin ente Ellahun Ehed.
 
Piştî vê Wî kir mezin bona me İbrahîm Xelîl,
Em kirin ser milletê wî Baniyê Ummul-Beled
 
Paşî hê çêtir ewî ni’met li ser me kirne mij,
Em kirin nîv ummeta nebyê xwe Mîm û Hê û Med.
 
Sahibê Qur’ana mu’ciz sahibê tac û Buraq,
Bo gunehkara dikê mehder kû namênin meded.
 
Çêtir û hem xatemê cumle resûl û enbiya,
‘Aricê seb’ut-tibbaq pesnê ewî qet nîne hed.
 
Çawa kû bû qencê mexlûqan ji cin insû melek,
Ummeta wî çêtire j’wan umetê çûn sed bi sed.
 
Pişt û dîwarê me ye kengî di tirsin em gelek?
Kû mirin ser gorina me bête danîn kêl û hed.
 
Hin ji me bûn Malikî hin Henbelî hin Şafi’î,
Hin Henîfî tev heqin ‘xeyrî evan nînin sened.
 
Dîse hemd jêre kû em kirne ji Ehlê Sinneta,
Em nekirne Rafidî Şî’î Wehabî pîs û bed.
 
Ser ‘eqîda Eş’erî em dane der ‘ilm û ‘emel,
Ne j’ewan heftê-yû du êlê genî qelb û cesed.
 
Hin ji me kente tarîqa Kubrewî hin Qadirî,
Hin Tîcanî Neqşebendî rakib şêr û esed.
 
Hin ji me bûn peyrewê ‘xewsê li Be’xda hin ji me,
Bûn Refa’î bûn murîd hin jî dibê Seyda meded.
 
Ka ji vê çêtir behatir ka ji vê xweştir gelo?
Gih di xwênin Fatiha gih “Qul huwe-llahu ehed.”
 
Şukrê ser van ni’meta, ma kengî em dikne xilas?
Kû nedan em te j’ewê “Fil-cîdî heblun min-mesed.”
 
Ya İlahî qasî her tayê geya û dar û ber,
Qas çiyayê kû ji ‘erdê re kirin sing û weted.
 
Qas stêr û menzil û ebrac û eflakê sema,
Qas çiqa derdan û derman qas muwê post û lebed.
 
Qasî enfas û nerîna ins û emlak û zi-rûh,
Qas çiqa leptandin û seknê wekî rehn û cemed.
 
Qasî çiqqa lu’xet û herf û tekellum sewt û deng,
Qasî i’rab û bina’ê wek ser û ber cezm û şed,
 
Qas nufusa kû nivîsandî bi wan lewh û qelem,
Qasî ‘ilmê tu dizanê ta hebin ewlad û ced…
 
Ji tere Subhan nikarim bo te hijmêrim sena,
Ji tere hemd her wekî wesfê xwe daye bê ‘eded.
 
Ya İlahî ne te got ger hun bikin şukrê me dê,
Ni’meta xwe l’we ezê zêde bikim bê ‘edd û hed.
 
Tu li me zêde bike îman û İslam her demê.
‘Ef bike gunhê me ê hindik digel zehf û lebed.
 
Ev Sîrac ‘ebdek zelîl e wî guneh nayên hisab,
Lê belê rehma te zehfe ê bixwazê la-yured.
 
Pur selat û pur selaman tû bida ser Ehmedî,
Hem digel al û sehaba şubhê baran û beled.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
****
 
 
 
6
Felek Îro Li Min Rabû -13ê Gulanê 1373-
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun )
Li derna ( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun )
 
Felek îro li min rabû, qiyamet el-aman ya Reb!
Ji bo bilbil behar rabû, ji kû bînî gulan ya Reb!
 
Ku nîsan û gulan tev çûn, li dil hizn û keser pur bûn,
Birînê rîş hemî der bûn, fixan çû asiman ya Reb!
 
Îlahî her ji te ihsan, tu şîn bik çîçek û reyhan,
Bide ber pozê van teyran, ku pê bibne cuwan ya Reb!
 
Di piştî rohnikê meblûl, di gel bê emrîya men’ûl,
Bi Adem tobe kê meqbûl, te da koma giran ya Reb!
 
Mirand Idrîs li dunyaê, te cardî hem heyat daê,
Birî cennet jixwe naê, te kir terzî cilan ya Reb!
 
Nebî Nûh dayê te fulkek, xilas kir te bi wê qewmek,
Li ser Cûdî kirin destek, bi wan nû bû cihan ya Reb!
 
Xilas kir Hûd ji qewmê ‘Ad, ku pêre wan kirin ‘înad,
Fena kir te bi nar û bad, me gir ‘ibret ji wan ya Reb!
 
Devha Salih te j’yek kuçek, derxistî min qet nîne şek,
Ku kafira kuşt bûn helek, bi qîra qasidan ya Reb!
 
Xelîlê xwe te kir peyda, şikandin wî kevir tevda,
Te ewqa agirê ‘evda, kirî rewda cinan ya Reb!
 
Qewmê nebî Lût fê’lê pîs, kafir kirin man bê reîs,
B’kevra te kuştin ew xebîs, te dabû Lût eman ya Reb!
 
Zebîhê xwe te kir heyran, bi wî xewna ku dê xullan,
Di paşî kir feda qurban, te yek kebşo beran ya Reb!
 
Te Yûsif kirye zindanê, di piştî bîra Kin’anê,
Li Misrê ketye eywanê, bû sultanê tevan ya Reb!
 
Te Ye’qûb kir hezîn û kor, dema destê xwe hilda jor,
Te dayê Yûsifê wek hor, li ser rexma biran ya Reb!
 
Di piştî wî bela Eyyûb, te avêtin hemî miqrûb,
Te dayê xweş şirîn meşrûb, digel mal û kuran ya Reb!
 
Te Mûsa rakirî bindest, heta bû xortekî serbest,
Ji bo Fir’ewn kirî serdest, te xerq kir dûşiman ya Reb!
 
Te Yûnis kir zikê hûtî, bi wan lefzê ku wî gotî,
Derêxistî belê rûtî, ji bot e pasipan ya Reb!
 
Nebî ‘Îsa te da Meryem, şifa kir te bi wî ebkem,
Ji ber dijmin hilanî hem, te birye asiman ya Reb!
 
Selat û pur selam her dem, li ser wan bê heta Adem,
Tu heşra me bikê ba hem, bidê me mehderan ya Reb!
 
Çiqa tu hakimê hukm î, te heyrandin ‘eqil hemmî,
Bi tedbîra xwe ya Samî, bi teqlîba zeman ya Reb!
 
Bi van tev enbiyaê xwe, bi ehl û ewliyaê xwe,
Bibûre tu j’gedaê xwe, esîrê bargiran ya Reb!
 
Li dunyayê bidê rehmet, digel ram û digel dewlet,
Li ‘uqbaê bidê cennet, digel hûra hisen ya Reb!
 
Eger ez kêmê ‘ebda me, ji ber gunha di qeyda me,
Melûl û dîn û şeyda me, tuwî Rebb û Xudan ya Reb!
 
Bi te puşta me bin bara, me ‘ebdal û gunehkara,
Qewîne kî dikin zara, ‘efuwwê her kesan ya Reb!
 
Ricakarê du’a-goyan, kerîmê rûzê her rûyan,
Bibexş ber xatirê cûyan, bi Sîracî de wan ya Reb!
 
 
 
***
 
7
Subhan Ji Şahê Zulcelal -1365-
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun )
 
Subhan ji Şahê Zulcelal, ew sani’ê ‘erş û felek,
Her sin’et û hikmet li bal, ew xaliqê ins û melek.
 
Xulqandî insanek delal, ba şeklekî rengê hilal,
Dayê de qedd û wechê xal, nîne di rengê wî de yek,
 
Çêkir di mislê asiman, hem mislê ‘erdê bê goman,
Hejdeh hezar ‘alem heman, insan li wan kir mesterek,
 
Tişta heyî der ‘alemê, j’mexlûq û mesnû’an hemê,
Mewcûd kirin der ademê, da zanibê Ellah yek e.
 
Çawa ku got şêrê ‘Elî, serdarê xassan û welî,
Tu xwe nebîn esxer belî, ‘alem di te kom bû demek.
 
Ewwel li jorê tu binêr, wan ne felek tu bihijmêr,
Paşî li xwe meyze ke têr, wersel neh in laş te yek e.
 
Dozdeh brûc ‘ezman hene, laşê te dozdeh kun hene,
Seyyare tê de heft hene, e’daê te bûn şeş û yek.
 
‘Ezmên de ba w baran hene, hilm û dimû’ê te hene,
‘Ezmên de sayî ‘ewr hene, kêf û xedeb tên yek bi yek.
 
Tê de hene ev berq û deng, tu qîr dikê hem ken û beng,
Geh legleg î geh wek piling, hê jî hene bê şubh û şek.
 
Paşî li ‘erdê b’fekirî, Xaliq tu wek wî çêkirî,
Hun her du wek yek menzerî, nuqsan nehiştî zerre yek.
 
Şerq û cinûb şîmal û xerb, wek pêş û paş û rast û çep,
Va tê de ne ev roj û şeb, pêşî yek û paşî te yek.
 
Goştê te ax hestî çiya, pirça te wek dar û giya,
Xûn rengê ava kaniya, her dem diherkê wek şetek.
 
Ev me’denê wek zîv û zêr, mîjî di hestî de binêr,
Kurm û sipih wek kêz û mêr, mikrob wekî beqa belek.
 
Şubhê zemîn bûye misal, payiz zivistanê di sal,
Tu pîr dibê paşî de kal, nîne ‘eceb nîne meçek.
 
Sal sê sed û şêst roj hene, laş sê sed û şêst ra hene,
Wîna bihar havîn hene, zarokî xortanî te wek.
 
Meymûn hene rovî yû gur, va fisq û hîlê dizdê ger,
Şêr û se mîrî newbe ker, exlaq bi wehşan meşbehek.
 
Wek navê Muhemmed nebî, b’xettê qedîm tu çê dibî,
Ser mîm û dest hê çê dibî, zik mîm du ling dal nîne şek.
 
B’fedla Xudê ismê Hebîb, mu’min tu car nabin nehîb,
Kafir jî ku kente lehîb, hin wek beraz meymûn hinek.
 
Çawa hedîs qencê kelam, gotî di wê roja qiyam,
Herkes wekî fê’elê xwe tam, mesix dibê d’bê dehbe yek.
 
Laş hem weke bajarekî, xwey ‘esker û xunkarekî,
Qenc lê binêre carekî, da bigrê jê tu ‘ibretek.
 
Aqil di ser de rengê şah, rûniştî ba text û kulah,
Ser memleket hikm û nigah, herdem dikê b’cundê gelek.
 
Nobetçî wî wek çav û gûş, e’da hemî bûn zirxê pûş,
Metbaxçî hadim e berûş, ûr e dinan aşê şebek.
 
Katib wî hafiz e bizan, cazib e qemçûrçî heman,
Casûs xiyal e bê goman, qelb e wezîr û rêberek.
 
Heddad e namê tercuman, çiqa loxet zanê ziman,
Cellat du dest in ey cuwan, ser posteyal û wek çelek.
 
Cotarî yû şûv mêr û jin, ev tov e zarok şîn dibin,
Hin sêv in û hin wek gul in, hin tehl in û hin wek genek.
 
Hem şekletî qiyametî, çê kirye Rebbê ‘izzetî,
Ji weq’et û zelzeletî, di laşî tên ew yek bi yek.
 
Laş ‘erd e ku zilzal dibê, hestî çiya ye hûr dibê,
Qelb roj e ew tarî dibê, hewwas dirij hin kewkebek.
 
Mîjî ye esman şeqqî bû, xwêhdan ku behr e hişkî bû,
Ling merkeb e ‘etlandî bû, naçê li rê gav û piçek.
 
Wextê ku rûh derket ji bin, tişta di ‘erdê de hebin,
Avêt û ma vala kirin, rabû li lêş qiyametek.
 
Subhan ji wî şahê mezin, ew sahibê ‘erşê mezin,
Her wesfê qencî jêre bin, wî nîne şekl û sûretek.
 
Ellah ew e em ‘ebdê wî, Sîrac ji bo gunha ji wî,
‘Efwê bixwaze navê wî, Xeffar e rehm naê hedek.
 
 
***
 
 
 
8
Tişta Mirov Nizanê (22wê Sibatê 1372)
( Mefa’ilun, Fe’ûlun, Mefa’ilun, Fe’ûlun)
 
 
Tişta Mirov Nizanê, kesê bibêjê şaş e,
Ya jî nebînê feyde, zanîna wî belaş e.
 
Kesê bixwênê mewlîd, karê bikê melatî!
Wek min di vî zemanî, belê wellahî haşe.
 
Kesê bi dest û pê bê, xwedî nekê ‘eyalê,
Qet karê dîn û dunya, nekê bizan kelaş e.
 
Kesê bi ‘ilm û zanîn, bibê wekî Xezalî,
‘Emel nekê ji bo Reb, birincek bê tewaş e.
 
Destar hene bi xirxir, dihêrin dan û savar,
Dixun nanê ewan lê, çi feyda ew ne aş e.
 
Kesê ‘emel bi rûmet bikê bi cehd û te’bê,
Bila bi şev nerazê, paşî bê ew qeraş e.
 
Kesê ji bo dinya xwe, bidê we’z û dirûsan,
Xelîfe sed hezar bin, sefarek bê me’aş e.
 
Kesê ji her gunahan, bikê tewbe bi dev bes,
Hezar wirda bikêşê, d’‘efwê li jêrî kaş e.
 
Kesê wî pêş neraêx, ‘emel pêşya hevalan,
Bi navê bav û bapîr, dimênê her li paş e.
 
Sîrac li neqşê dunya, nebe xafil ‘ezîzo,
Cila tu l’ser dirûnê, merş e neku qumaş e.
 
 
 
 
 
***
 
9
Nîv Kufrî ye Feqîrî (1373)
( Mefa’ilun, Fe’ûlun, Mefa’ilun, Fe’ûlun)
 
Nîv kufrî ye feqîrî, nîv dînîtî evîndar,
Nîv mirin e esîrî, nîvê dehan yek û çar.
 
Tedbîr e nîv me’îşet, dostanî nîv qerabet,
Bazdan e nîv şeca’et, mekrûhî nîv gunehkar.
 
Nîv êş û jan çi ta ye, nîv rehm xwe ewr û ba ye,
Mewlîdxwên nîv mela ye, ‘eza ye nîvê muxtar.
 
Xortanî nîv musulman, awir ku nîv xeberdan,
‘Ewan e nîvê şeytan, rênçber bû nîvê cotar.
 
Ne lmêjker nîv nesar e, cahil ku nîv dewar e,
Şerwal ku nîv sitar e, j’aşê re nîv e destar.
 
Şivîl e nîv rê ye ew, susk û tivîlk çi nîv kew,
Nîv taştê xwarina dew, nîv zanebûn e guhdar,
 
Bêlûte nîv dîlan e, kavir ku nîv beran e.
Zindan e nîv ceban e, me’mûr e nîv giriftar.
 
Sebr e çi nîvê îman, rih qûş e nîv gulê zan,
Meydan e nîvê bêlan, çirav e nîvê cobar.
 
Defter ku nîv heval e, d’ber avêt nîv su’al e,
Nîv dehbe bê mital e, Sîrac e nîv şe’ar e.
 
 
 
***
 
10
Dilo Rabe Were Reqsê (10ê Gulanê 1373)
( Mefa’ilun, Mefa’ilun, Mefa’ilun, Mefa’ilun)
 
Dilo rabe were reqsê, li ber vê ‘ûd û vê naê,
B’hejêne xwe ji her du mil, li ber tebl û kemençaê.
 
Çi govend û çi dîlan e, ketî ‘erdê di vê ‘esrê,
Çi xulxul şewşewe rabû, li ser vî ehlê dunyaê.
 
Li alîkî bilûrzan e, li alîkî şi’irbêj e,
Li alîkî girî yû zar, li ê dî wey li min daê,
 
Li alîkî çi xweş roj e, li alîkî şevek tarî,
Li alîkî bihar û gul, li ê dî berf û badaê,
 
Li alîkî dikin ava, li alîkî kirin wêran,
Li alîkî evîndar in, li ê dî tawî yû baê,
 
Li alîkî dî sax in hem, li alîkî dî bê mar in,
Li alîkî ji nûka hêjî zaye nû bûye j’daê.
 
Li alîkî kur û bûk in, li alîkî girêdan reş,
Li alîkî dî derbest in, li ê dî man di bin taê.
 
Li alîkî kitabxwên in, li alîk sohbeta xass e,
Li alîk pez birin çêrî, li ê dî birne ber çaê.
 
Li alîkî dikin we’zê, li alîkî dikin bendê,
Li alîkî dikin tobê, li ê dî naê meraê.
 
Li alîkî diçin heccê, li alîkî diçin qudsê,
Li alîkî vexwar raqî, li ê dî şerbeta çaê.
 
Li alîkî di cem’ê de, li alîkî di qehrê de,
Li alîk girtina rojî, li ê dî bê limêj maê.
 
Li alîkî teheccud kir, li alîkî diçin dizyê,
Li alîkî du’axwaz in, li ê dî nav kuçik daê.
 
Li alîkî mutî’ê Reb, li alîkî senem parês,
Li alîkî dikin irşad, li ê dî man di beydaê.
 
Li alîkî qufirkol in, li alîkî dikin aşêv,
Li alîkî li ser kursî, li ê dî şahê bexdaê.
 
Li alîkî di germê de, li alîkî di berfê de,
Li alîkî di gemyan e, li ê dî man di ser maê.
 
Li alîkî ebûqat in, li alîkî ker û lal in,
Li alîkî xeberboş in, li ê dî got bi zanaê.
 
Li alîkî wekî şêran, li alîkî wekî rovî,
Li alîkî wekî mêşin, li ê dî gurgê çiyaê.
 
Li alîkî dikin parsê, li alîk parî tê ber dev,
Li alîkî dixun nextê, li ê dî mal sebîl daê.
 
Li alîkî kirin çar jin, li alîkî mirin bê jin,
Li alîkî di qesrê de, li ê dî gor xuya naê.
 
Li alîkî gelek merd in, li alîkî çiqa kund in,
Li alîk ew bi xwe naxwê, li ê dî daye ber baê.
 
Li alîkî şerabnoş in, li alîkî siyehpoş in,
Li alîkî Mem û Mecnûn, li ê dî Zîn û Leylaê.
 
Li alîkî me ew dost in, li alîkî hemî dujmin,
Li alîkî ‘ezazîl e, li ê dî melekê baê.
 
Li alîkî sewabdar in, li alîkî gunehkar in,
Li alîk ‘abidê Xaliq, li ê dî ‘ebdê dunyaê.
 
Li alîkî diçin cennet, li alîkî diçin dojê,
Li alîkî wekî teyran, li ê dî pê li pey naê.
 
Li alîkî me ew dîtin, li alîkî bihistî me,
Li alîkî nizanim hêj, li ê dî qet hisab naê.
 
Dilo hişyar bibe derkev, ji vê govend û vê reqsê,
Bigir hikmet bi fikrê xwe, nebe xafil li ber naê.
 
Ev e tev hikmeta Barî, cihan xulqand bi vî rengî,
Weha reng e di ‘uqbaê, bizan ey ehlê danaê.
 
Wekî lebt û sikûn û hem, wekî jor û wekî jêrî,
Terî yû hem zuwaî germ, di mûqabil de sermaê.
 
Wekî erd û wekî asman, wekî cennet wekî narê,
Wekî cinn û wekî ins û, melek şeytan û dehbaê.
 
Wekî camid wekî namî, wekî heywanê canîwer,
Wekî ax û wekî av û, wekî agir wekî baê.
 
Ji bona imtihanê daye me ev mirn û ev saxî,
Gelo kanî kî ye mûti’, kî ye emrê wî derdaê.
 
Çiqa tiştê ku xulqandin, hemî jevre kirin dijmin,
Ji ewwel ve heta axir, binêr dunya û ‘uqbaê.
 
Bi vê derketiye sirra : “Leyse kemislihî şey’un.”
“Welem yekun lehû kufuwen ehed” der erd û balaê.
 
Sîraco tu bibê hişyar, kelemça nefsê bişkêne,
Ne heyf e xwe bikê êsîr, bi vî ‘eql û bi danaê.
 
Dikim hêvî ji Rebbê xwe, bidêm nesret li ser nefsê,
Selat û pur selaman ser, nebî her weqt û anaê.
 
 
 
***
 
11
Ela Ey Ehlê Îmanê (5’ê Sibatê- 1371)
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun)
 
Ela ey ehlê îmanê, li dînê xwe bibe guhdar,
Bibe nobetçiyê huznê, şev û rojê bibe hişyar.
 
Bizan dujmin te pur zehf in, wekî şeytan û dunyaê,
Dikin paş dizyê her dem bo, ewê nefsa teyê xeddar.
 
Bi xef geh tên û geh zahir, di şeklê dost û yarî te,
Bi hîl û mekr û sehharî, dibên bo te em in tev yar.
 
Eger tu tit bikê wan wek, se wû tole d’hêjinin dûv,
Weger bêjî ewan rûnin, te hingîvin bi şubhê mar.
 
Bi hirs û yan hesed ya rûmet û yan kibr û yan ‘ucbê,
Ku bên te hilde mertalê, qena’ û zill û ifqitar.
 
Emanet da bi kîn û buxz û qehrê te nebin qoşmê,
Tuwê hingî di dest wan de, bibê bergîlê xwey hevsar.
 
Bike zikrê Xuda her dem, bibe mûtî’ê emrê wî,
Bi teb’ê xweş li nîv ‘ebdan, bibe wek sêveke berdar.
 
Divin ku te b’xirênin ew, bi mal û yan bi ehlê te,
We ya qesr û qonaxê te, we ya lawîniyê ey yar.
 
Hesêb ke xwe suwarê çîtika zarok li ser tingê,
Jin û ehlan wekî bûka, ku çê kirne ji kinc û dar.
 
Tu wan qesr û qonaxê xwe, bibîne xaniyê zarok,
Dikin ava heta nîro, dikin wêran ku bû êvar.
 
Bi malê xwe tu Qarûn bê, bi quwwet Rustemê Zal bê,
Bi qesran Şahê Kisra bê, bi ehlan Dawudê serdar.
 
Di yek lehza ji destê te, temam dê derkevê beyhûd,
Ji xeyrî salihê e’mal, tu nabîn feydeê yek car.
 
Bizane ev dinê qurs e, cihê te’lîm û dersa ye,
Di wê de ‘eskerê îro, siba mal cennet e yan nar.
 
Eger te’lîm û dersgirtin, wezîfa xwe bi rastî kir,
Tu dê terfiyekê taq kê, ji nik wî Erhemê Xeffar.
 
Weger tiştek ne ‘elmê hem, şikandî emrê sobayî,
Tuwê bê pîs nefer hem bin meşîa Hakimê Cebbar.
 
Tefekkur ke çiqa weqtê me bû zehmet ji qenca re,
Dizanim war ew e lê ka gelo ewna behar û dar.
 
Weger dunya temam pîs e, ji ewwel lê nexasim ku,
Digotin qernê me îro, ketî qernê dehan û çar.
 
Muheqqeq hun bizanin ku, ev e axir zeman e lew,
Çiqa nîşan me dîtin dîn, di mistê bûye nar û ar.
 
Emanet çû xiyanet hat, cehil pir bû ‘ilim kanî,
Heqî ket bin zikê batil, li me bêbav buyin serdar.
 
Dilan rehmet nama tê de, bereket çû ji ser ‘erdê,
‘Edalet çû ji nik hakim, jinan kanî heya û ‘ar.
 
Ji bo dunya dikin xwendin, dibin tacir diçin heccê,
Heçî mizgevt buyin vala, ku bû în pur kirin guftar.
 
Şivanê pez ewê ser rût, û xwas xweş çê kirin koçik,
Kuran dê w bav ji bona xwe, kirn cêrî yû xizmetkar.
 
Xwedî kirne mirîşk çiqqa kesê dewletlî yû zengîn,
Binêr dunya temam bûn katib û cumle buyin tuccar.
 
Bi vir sûnda dixwin hem ‘elb û kîlo gaz û metra xwe,
Kirin wan kêmî yû zêde, di nav rûn av kirin cobar.
 
Diqeyrênin diceyrênin, çiqa mizgevt belê paşî,
Cema’et tê de nabin ger hebin jê nîne zêdey çar.
 
Me dîtin ‘abidê cahil, ji xelqê re buyin rêzan,
Ewan û ‘alimê sû’ tev, li dîn wêran kirin dîwar.
 
Riba zehf bû ‘eraq pur bû, şehadet-zor û bê bextî,
Heqê hespan giran bû, jin beha bûn ta bi sed qintar.
 
Bi Qur’anê strazî her dikin ew xwende û fasiq,
Cilê mêşin dipoşin ser dilê gurgan û hem keftar.
 
Selamê ew didin ser xas û nasa rehma pismama,
Xuya nabê zekata xwe kirin şûna çiya digar.
 
Kuleh wunda bû hem pîrek suwar bûne li ser zîna,
Bi qencî kes emir nakê, j’neqencî nakê kes inkar.
 
Bi heqqê şehde wunda bû, li me zarok buyin amir,
Ketî bin emrê jin mêrik, jin û mêr tev de bûn tuccar.
 
Mezin rehmê qe nakin ser biçûka hem biçûkê me,
Qe nakin hurmeta pîra, hinek wek gur hinek wek kar.
 
Me mal pur bû feqîr nîne, zekata min ku bistênê,
Xwedî-eslê me bûne kêm, geda bûn walî yû muxtar.
 
Ji bo bav kur dibê dilêş, di havîna de tê baran,
Me’azin saz û mizrîq e, xuya bûn her bikin hawar.
 
Bi qamçî yû bi sola xwe xeber dan hev bi berqîyê,
Dikin le’nê li pêşîvan, evê paşiyê ya Settar.
 
Nema pur ku xweziya xwe, bixwazin em bi ê ku mir,
Ji zulm û kotekîya ku, ketî ‘erdê li ser ê jar.
 
Nema ku pur çiyaê zêr, ji bin ava Furat der bê,
J’sedan yek jê xilas bê not û neh bên kuştin û bê zar.
 
Nema pur ku li şerq û hem, li xerb û nîv ‘Erebistan,
Di ‘erdê de herin xwar pur gelek gund û gelek bajar.
 
Nema pur ku hinek ‘alim, mesix bin şeklê meymûna,
Ku heq wunda kirin batil kirn pîş û kirin iş’ar.
 
Nema pur ku bi insana re biştexlin gur û dehbe,
Nema pur ku jin û mêr nebne hewcey hev di îş û kar.
 
Nema pur ku nefîr ‘ama mezin rabê biqelhin mêr,
Serê pênceh jinê mêrek bibê malxwê bibê cotar.
 
Nema pur Mehdî zahir bê, le’în Deccal suwarê ker,
Nebî ‘Îsa ji ‘ezmana bibê nazil û bêtin xwar.
 
Nema pur derkevin Ye’cûc û Macûc ew ji bin seddê,
Vexun avê çem û behran, çikû zehf in gelek dijwar.
 
Nema pur Dabbet-ul Erdê ji nîv rukn û meqam bê der,
Dirifkin nas bikin herkes kî ye mu’mîn kî ye kuffaf?
 
Nema pur ku ji singa hafiza Qur’an bibê wunda,
Bimênê kaxezek vala nemênê gazî yû simsar.
 
Nema pur ku ji rojava ve roja me bibê tali’,
Derê tewbê werê girtin, li puştê bar bê her du bar.
 
Nema pur ku xerîb dîse bibê dînê me çawan ku,
Ji ewwel ve xerîb bû ey hevalo pur ke istixfar.
 
Nema pur ku wekî qewmê berê hin çê bikin esnam,
Çiqa îşê ku wan kir bûn, li nîva me biyê ichar.
 
Nema ku pur ne wî dîtin di dunyaê musulmanek,
Hemî kafir bibin carek ‘ezabê Heq li wan bê xwar.
 
Nema pur dê ji zaro şîrika xwe ku bibê xafil,
Hemildar ber biavêjin, bibin serxweş wekî meyxwar.
 
Nema pur ku sipî bin zarokê ser destê dayina,
Fena bin ‘erd û ‘ezman tev, li emrê Heq bibin guhdar.
 
Yeqîn nêzîk e ku rabin, li gora ku dibên ‘alim,
Belê em pê nizanin wek nişadir ew kesê seffar.
 
Ji bêhna zulm û bê bextî, li me poz hatiye girtin,
Bi miska qencî yû teqwa, xwe bêhnxweş kin gelî guhdar.
 
Limêj û rojî yû hecc û zekata xwe bi rastî kin,
Heta hun wan nekin kamil, j’xilasiyê re kanî çar.
 
Çewan ku zehmet e qencî, di vî weqtî wulo feyda,
Ewî zehf e. Çewan ku gotî serdarê sehab û yar:
 
“Kesê xwe boneta min bigrê nik ifsadê insana,
Ji xêra sed şehîda jê re kêm nîn e.” Ji vê hijmar.
 
Xuda tu b’hurmeta Wî kê, tu dînê me bikê mehfûz,
Me b’êxî ser riya Wî hem li emrê xwe me bik hişyar.
 
Sîrax ‘ebdek zelîl e ger nekê rehmê li wî Rebbî,
Kî ye ku karibê ‘efwê bidê barî wîyê ewzar.
 
Çiku “La teqnetû” gotî di Qur’ana Kerîm de, ez
Her ro her her bi hêvî me ji rehma dergehê Xeffar.
 
Selat û pur selaman tu bide ser qencê mexlûqan,
Digel al û sehaba ehl û ewladê wî yê mehpar.
 
 
***
 
 
12
Subhan ji Rebbê E’la (1’ê Êlûnê- 1372)
( Mustef’ilun, Fe’ûlun, Mustef’ilun, Fe’ûlun,)
 
Subhan ji Rebbê e’la, xelq çê kirin çi xweşkok,
Rizqê ewan der êxist, ji çêriyê pel û kok.
 
Bi wan wî daye zanîn, çi b’xwun ji her giyaî,
Da ku li wê biçêrin, gava ku hat sibatok.
 
Dibişkivin yek û yek, heta ku hat dema wan,
Giya û dar kirin şîn, wek sosin û gangilok.
 
Hin şêrîn in hinek tal, hin nazik in hin qîval,
Hin tuj in wek reşadî, hinek tirş in wek tirşok;
 
Hinek şor in hinek miz, hin kerbeş in hin nêrgiz,
Ev serbimast û zîwan, ev tehlî û penîrok;
 
Ev zûrçik û ev nefel, ev ‘endeko ev herdel,
Ev qûncir û zilindar, hêlkê şimqet pîvazok;
 
Qeyinber û strîzerk, ev parpar e ev guhbelk,
Ev pûng û tolik û xes, ev xuşîlo xecxecok;
 
Ev pîrqelaçk û kardî, ev tûzika qelandî,
Ev gêzgêzk û gûnîpez, ev sûrim û sêvanok;
 
Ev şoqil û kerengzer, ev kulîlka sor û zer,
Ev xemrî yû xercûnî, şaşkêmela mîjmijok;
 
Qerenful û sorliyaz, sîrik û sîr û pîvaz,
Ev catir û jehrmasî, kuncî kerk û gultîtok;
 
Strîmişk û xelendor, ev dendefêrş û kerkor,
Paryêmihê giyaxwîn, ev be’cik û teptepok;
 
Ev rezrûvîk û ‘elbik, qozyadûpişk û banik,
Ev gûriz û têlantir, ev karûş û rîşrîşok;
 
Ev wek firîz û sorik, giyareş û pûşdanik,
Ev lavlak û derzîndank, şekr û ne kû dardarok;
 
Ev tirhûn û petrûşik, birûskafir razyanik,
Ev şembelîlk û hermel, ev bilbizêk û pîvok;
 
Ev zehferan û beybûn, ev wek benc û wek tûtûn,
Ev reyhan û ev çîçek, ev zirpûng û darhêrok;
 
Giyagerm û sitirhik, giyayê mêrg û gerzik,
Ev bacanê reş û sor, ev xaşxaş û çeqçeqok;
 
Ev bamî yû ev kindir, ev lûbiya û kundur,
Ev qawun û fasolî, ev şebeş û şimamok;
 
Ev tivr û ev toletirşk, ev betat û hilotirşk,
Sêvê bin’erd û pincar, ev silk û ev hîbelok;
 
Ev tîto ev hîştirav, nêl û feradê nîv av,
Reşkahespa barevîn, nivînhirç û rizyanok;
 
Ev ‘agol û bureqran, ev wek reşada diyan,
Ev hêliz û rîvaz in, zimançûk û zengilok;
 
Ev genim û ce kuncî, nîsk û şolik birincî,
Ev baçîk û ev maşik, ev garis û eva nok;
 
Hinek jehr in hin derman, hin birane çiqil dan,
Hin bi ber in hin bi şîr, hin nêr û mê hin zarok;
 
Hin avî hin bejanî, hin çolî hin zozanî,
Hin bi stirî hinek nerm, hinek hişk in hin zirhok;
 
Hin li Çîn û Hindistan, hin li Misr û Kurdistan,
Hin li Sûdan û Hebeş, hin li Danîr û rêzok;
 
Her yek bi sirr û hikmet, çê kirne Şahê Qudret,
Ewan tewbîhê Barî, xilas nabê şev û rok.
 
‘Ibret tu bigre bo xwe, Sîraco b’gotinê xwe,
Dê w bav biçin buhuştê, herê li deştê çîrok.
 
 
***
 
 
13
Hewar e Sed Hewar e (29’ê Nîsanê- 1373)
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun)
 
Hewar e sed hewar e, sed hezar carî dikim gazî,
Gelo çawa bê halê min, dema bimrim belengazî?
 
Dema bimrim gelî yaran, me bikne nava dîwaran,
Me bispêrin di nav maran, der an halet bibim tazî.
 
Di tirs û wehşeta qebrê, gelo çawa bikim sebrê?
Di wê kûranî yû xewrê, ku hem Reb jî nebê razî…
 
Hewar nîn e ne feryad e, ne av û xwarin û zad e,
Ne qinyat e ne imdad e, ne xan e ku tu lê razî…
 
Du milyaket werin ser min, bipirsin ew ji halê min,
Ewê pirs kin ji Rebbê min, di çê j’dest hîle perdazî…
 
Eger qulto minel heqqî, huwellah xaliq-ul xelqî,
Muhemmed cae bissidqî, feqed fuzto biefwezî.
 
Me’azellah eger hûnin, me got her ew qe narûnin,
Ewê endama tev hûnin, tevî hûr kin wekî mazî.
 
Îlahî tu bi qenca kê, bi qedrê neby-û welya kê,
Bi ehbab û muhebba kê, bi dêm an dem serefrazî.
 
Hene ni’met te bê husban, li ber rehma te heft asman,
Di gel heft erd û heft behran, di bin yek pirtikê bazî.
 
Gunahê min wekî axê, li ber tavê ku tu daxê,
Heçî kêm e tu wî daxê, bi rehma xwe ke efrazî.
 
Sîrac ‘ebdê te ya Rebbî, divê ‘efwa te ya Rebbî,
Rica rehma te ya Rebbî, dikê tu wî bike razî,
 
Digel cûmle musulmanan, ji pîr û pîrek û canan,
Bi qas ‘ilmê te her anan, selat ser ehmedê xazî…
 
 
***
 
14
Bikin Sebrê Eya Ixwan( 1370)
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun)
 
Bikin sebrê eya ixwan, di sal û mah û hîn û an,
Tefekkur ke li der Furqan, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Bikin şukrê Xuda her dem, bikin tewbe wekî Adem,
Nebêjin min fulan kerdem, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Bitirsin hun ji sexta wî, bi hêvî bin ji rehma wî,
Mekin goftin bi şuxla wî, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Bikin xeyra ji bo Rehman, ne ku bo rûmeta xelqan,
Hemî ‘ebd in xudî-‘isyan, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Xuda Rebbek dilovan e, ji bona xas û ‘amman e,
Çi kafir çi musulman e, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Di weqtê tu bibê gêje, ji xewnê hêstiran rêje,
Tefekkur ke bira bêje, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Eger her dem te xem pur bin, wekî min ew bi coxur bin,
Bila daman tejî dur bin, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Tunîn e feydeya malî, meger ku qelb nebê xalî,
Ji zikrê Rebbê ‘ebda lê, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Tu bawer ke der an wextî, tu sultanê li ser text î,
Xudî taca zer û bextî, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Tefekkur ke li der Adem, li Eyyubî wusa xwey-xem,
Li Ibrahîm û Nûh her dem, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Li zannûn Salih û Yehya, li Ye’qûb Yûsuf û hemya,
Li qenc û efdelê heyya, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Selat û tehyeta Ellah, li ser wan bê di sal û mah,
Di heşrê bo me bin hemrah, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
Sîracuddîn bi kovan e, dikê gazî yû aman e,
Meded Kafî yû Rehman e, digel ‘usrî bizan yusr e.
 
 
***
 
 
15
Estexfirullah Ji Ber Gunhê Me (…)
( ……………………………………………………………………)
 
Estexfirullah ji ber gunhê me ‘ebd û insan,
Estexfirullah ji ber gunhê çiqa musulman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ku destê me kir,
Estexfirullah ji ber gunhê bi qelb û ziman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi çav û bi pê,
Estexfirullah ji ber gunhê bi lêv û devan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ku hatî di guh,
Estexfirullah ji ber gunhê me ê her zeman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê êvar û sibeh,
Estexfirullah ji ber gunhê di roj û şevan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi qest û xelet,
Estexfirullah ji ber gunhê dizî yû ‘eyan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi herf û kelam,
Estexfirullah ji ber gunhê seb û xeberdan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bihar û havîn,
Estexfirullah ji ber gunhê pehîz û zistan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê rûniştî jipê,
Estexfirullah ji ber gunhê bi lok û bazdan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ketî xiyalî,
Estexfirullah ji ber gunhê ne ku tê ziman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ji nefsa me bê,
Estexfirullah ji ber gunhê ji alî şeytan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ku çûn hê ji mêj,
Estexfirullah ji ber gunhê kum in kir nihan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê li ber sih û tav,
Estexfirullah ji ber gunhê zeman û mekan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bit irs û bi zor,
Estexfirullah ji ber gunhê bi keyf û xundan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê li çol û çiya,
Estexfirullah ji ber gunhê li deşt û zozan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê li xilwexana,
Estexfirullah ji ber gunhê di şehr û gundan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê limêj û rojî,
Estexfirullah ji ber gunhê zekat û heccan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê di hindik û pur,
Estexfirullah ji ber gunhê biçûk û giran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê di roj û heftê,
Estexfirullah ji ber gunhê di sal û mehan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê di pazdehsalî,
Estexfirullah ji ber gunhê di bîst û sehan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê huqûqê Xuda,
Estexfirullah ji ber gunhê huqûqê ‘ebdan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê heval û hogir,
Estexfirullah ji ber gunhê gundî yû cîran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê dê yû bavê min,
Estexfirullah ji ber gunhê huqûqê biran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê huqûqê şerîk,
Estexfirullah ji ber gunhê huqûqê jinan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi fetwa me kir,
Estexfirullah ji ber gunhê fitû lê neman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê elîf tê hebê,
Estexfirullah ji ber gunhê bi bê yû têyan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê hebê tê de sê,
Estexfirullah ji ber gunhê bi cîm û hiyan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi xê yû bi dal,
Estexfirullah ji ber gunhê bi zal û rêyan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi zeyn û bi sîn,
Estexfirullah ji ber gunhê bi şîn û şeran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi sad û bi dad,
Estexfirullah ji ber gunhê bi ta û milan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê biz a ‘eyn û xeyn,
Estexfirullah ji ber gunhê bi fa ey fulan,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi qaf û bi kaf,
Estexfirullah ji ber gunhê bi lam û leman,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi mîm nûn û ha,
Estexfirullah ji ber gunhê bi waw û beran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê bi lamelîf bê,
Estexfirullah ji ber gunhê bi ya û ciran,
 
Estexfirullah ji ber gunhê ku têne hijmar,
Estexfirullah ji ber gunhê ku nîn e husban,
 
Ya Reb bi navê Xefûr Sîrac bixefrêne tu,
Bê hed selat û selam ser xatemê enbiyan.
 
 
***
 
 
16
Merş û Xweşxana Feqehan
Tevde Bismillahî Bêjin (……22- 1373)
( Fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun, fa’îlun)
 
Tevde Bismillahî bêjin hemdê Ellah der-xitam,
Her bixwênin ‘ilm û xwendin ku biçin Darusselam.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Em dixwênin xwendina Qur’anê Rebbil Alemîn,
Em dikin tefsîr û te’wîl her ji bo dînê mobîn.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Serf û nehwê em ji bo çi pur dikin guhdanê wan,
Da li ber me bête rayê her ‘ulûmê pur giran.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
‘Ilmê şer’ê em dizanin yê huqûqê herkesî,
‘Ilmê ‘ama xwendina wî ferd e bona herkesî.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Em ‘eqîdê dikne tekrar da neçê ewna ji bîr,
Hem qewîn bê dîn û îmana me der Rebbê Qedîr.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ew hedîsa ku kelamê efdelê xelqa ye ew,
Pê helal û pê heramî em dizanin bê derew.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
İ sti’are w mentiqê de ku fesahet çê bibê,
‘Ilmê tibbê sihheta cismê bedî’ pê çê bibê.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ewwlê Qur’anê “Iqre’” gotina Rebbê me ye,
Lew dizanin xwendin û zanîn ji bom e feyde ye.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ger nebê ‘ilmê şerîf insan ne hêja mûyekî,
Qenciya Adem li ser cumle melek bo vê yekî.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ma bi çi insan û heywan têne ferqê ey bira,
Her bi vê nutqa zimanî nasiya Rabbê wera.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Qenciya zanînê der Qur’anê ku: “ Hel yestewî,
Ellezîne ye’lemûne” w xeyrê wan ma “ Yestewî”.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Herkesê ‘ilmê bixwêne xas ji bo dînê Xuda,
Da melek herdû piyê wî danî ser çengê xwe da.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ger ji me yek rabê ‘alim ew di hêja ‘alemek,
Hem bi ‘eql û hem feraset, wek wî nîn e qet kesek.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
‘Ilm û zanîn xaniyê ku, bê sutûn ava dikê,
Lê cehil wê xaniyê ‘izz û şeref wêran dikê.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ger ku hibra ‘alima xûna şehîdan bê kişan,
Hibrê ‘alim dê girantir bê yeqîn û bê guman.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ma bi çi eqtab û ewtad û welî têne wucûd,
Ger nebê şer’ û heqîqet wê fena bin ew ji zûd.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ev bes e bona kesê ku ‘ilm dizanê ey cuwan,
Bê şek û şubhe ew e her warisê peyxemberan.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ya Îlahî merteba seyda û şeyxan ‘ale ke,
Zihnê tullab û feqîh û suxteyan pur zêde ke.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Em qe nakin terkê tehsîl sûnd bi zatê Ehmeda,
Ta ku em bimrin di van mizgevt û van hucrê xwe da.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Sîn û Cîma pur gunehkar hêvîkarê rehmetê,
Ya Îlahî me w hevala tevde bêxê cennetê.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
Ewwel û axir bibarin selewat û hem selam,
Ser Muhemmed al û eshab ehlê îman bittemam.
 
Da ku em dînê Muhammed nû bikin qesd û meram,
Paşî bêjin ser Muhammed sed selat û sed selam.
 
****
 
 
 
 
17
Ey Dilo Rabe Binêre (2wê Adarê - 1365)
(Fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun /Fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilun)
 
Ey dilo rabe binêre ev dinê bûye gerav,
Nû li wê bû şubhê şêre te li wî hatî zirav.
 
Tu tefekkur ke ji zû ve ê berê çûne bikûve,
Ew kesê ku mewt li dûv e çi bikê j’zêr û dirav.
 
Her mirin tû bêne bîrê l’pey te tê teşbîhê tîrê,
Yan te cih wê çê se’îrê yan buhuşta bû-gulav.
 
Pal nede regê emîra kû dirûnin ser herîra,
Lê bibe mislê feqîra rûne ser merş û kulav.
 
Ger çiqa malê tep ur bê hin ji zêr û hin ji dur bê,
Kû mirin teşbîhê gur bê heyf e tu berdiyyê çav.
 
Bike tewbe ji gunehê xwe bike emrê xaliqê xwe,
Ser bide l’ehl û kesê xwe bigre qedrê dê yû bav.
 
Guh nede şeytan û nefsê her divin kû tu bitehsê………..
Bi ser û pa herê hepsê divedin pêşya te dav.
 
Geh ewê bêjin tu tûr î geh ewê bêjin tu mîr î,
Wê li te ser kine gêrî paşî wê sojin hinav.
 
Pur gelek şeytan le’în e ji me re her dem bi kîn e,
Hiş ji insana re nîn e xwariye lew şîrê xav.
 
Mekrê şeytên pur giran in hîlê nefsê pur xedar in,
Ji dinê re her du yar in qet neke ser wan silav.
 
Le’neta Heq lê bibarê sibeh û danê êvarê,
Şubhê barana biharê kû dibarê tav bi tav.
 
Ger tu têr bê xudî-dewlet bike şukrê Rebbê ‘Izzet,
Da bidê bona te cennet jê bike hêvî û lav.
 
Wer feqîr bê bibe sabir bizimên her bibe zakir,
Te xilas kê Rabbê Qadir ji pira tûj û zirav.
 
Nexwe malê ‘ebd û insan neke xeyba kes û ixwan,
Ê neqenc qet neçe rex wan bêhenek û kêlîk û gav.
 
Şîreta min her bi guh ke emrê Xaliq tu bicih ke,
Tu li nefsa xwe gilih ke ma te nîn e çav û gav?
 
Here nik xasê Xudayî ê di weqtê te de dayî,
Da li qelbê kî dewaî şe’ledar bê şubhê tav.
 
Şubhetê murşidê Seyda bû di weqtê me de peyda,
Da ji wê bigrê tu feyda j’dest vexwe şerbet û av.
 
Soz bide ku tu tu cara bi dizî-yyû aşîkara,
D’xidmeta Rabbê kubara neşkênê nîr û kilav.
 
Xweziya me b’wî kesê bê koleê dergahê wî bê ………
Şêx çi bêjê weke wî bê nakevê teqn û çirav.
 
Ey Sîrac ma vî zamanî şubhetê Seydaî kanî?
Her du ‘ilman ew dizanî lewra Seyda bûye nav.
 
Reb li wî ‘umrî dirêj kê Munkirê wî lal û gêj kê,
Muhbeta wî li me hêş kê ger çi min vala ye nav.
 
 
 
 
****
 
 
18
Ey Gelî Ehl û Hevalan (2wê Adarê - 1365)
(Fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun /Fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilatun, fa’ilun)
 
Ey gelî ehl û hevalan bes bibin sewda û gêj,
Pur nekin huzn û mitalan zikrê Rabbê xwe bibêj.
 
Zanibin dunya fena ye qey li wê kî pal vedaye,
J’hakim û şah û geda ye kî bihîstî j’we ji mêj?
 
Hiz nekin hun ji dinê qet ger çiqa pur bê wekî şet,
Nîv de noq bin şubhetê bet li dinê nekin ‘inêj.
 
Nebe ‘aşiq tu li pîrê ê ku wê bênê li bîrê ,
Dê ewan wer kê di bîrê ev dina kevn û kelêj.
 
Bê hisab şubhê te rabûn ew jî wek te canfida bûn,
Pur neçû ewna zi’a bûn hişti-bûn mal û qirêj.
 
Çawa ku xeyrî dugaza nebirin wan ji mixaza,
Çûne gur bê find û gaza his ji wan der nayê hêj.
 
Tu li şûn wa rayî îro bi dinê ve dibê zîro,
Reben û ‘ebd û feqîro rûn xilas bû ma dewêj.
 
Ê berê ‘umrî hezar bûn qametê wan wek çinar bûn,
B’quwwetî l’şêra suwar bûn navê wan kanî tu bêj.
 
Zani-be dunya ne mal e genî yû pûç û betal e,
Her bike bo Zilcelal e hecc û rojî yû limêj.
 
Emrê Heq cih bêne her dem ‘aşiqê wî be wekî Mem,
Ji dinê qet mereq û xem nexwe ‘umrê te dirêj.
 
Çiqa bêjê bibilênê Sîraco ma tu dibînê?
Melhema derd û birînê durr û mercan bes birêj.
 
Te ‘umur çû nîvî muxtar hê nebû tu j’xewê hişyar,
Ev tenûra dinê bû sar va du nanan lê nepêj.
 
 
****
 
 
 
19
Ey Dil Eger Tu L’halêm Dipursê (28ê Nîsanê - 1373)
( Mustef’ilatun, Mustef’ilatun, Mustef’ilatun, Mustef’ilatun )
 
 
Ey dil eger tu l’halêm dipursê min dil sedirye wek cils û kilsê,
Dunya li min bû teşbîhê hebsê jana me dîtî jê nayê behsê.
 
Ha ev me kir bû wek dewr û dersê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Nefsa me jar e qencî hilanî emrê Xudaî wê pêk neanî,
Meyzê çi zûka wê şer deranî derheq me hewqa bûye nezanî.
 
Mîna ji keskî qet nakê tirsê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Wellahî zanim dunya betal e tellahî zanim gurrin me mal e,
Ewna cihe bû her can û kal e ê vê nizanê ew kor û lal e.
 
Paşî muheqqeq ew dê bi tehsê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Nefsa me bulbul dunya gula sor gava dinê dît pê bûye mexrûr,
Pîra hezar sal pê bûye wek hûr zahir bi cav e nefs e di xefkûr.
 
Yan ‘Enter e yan ew lawê Qeysê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Dunya eger ku xweşyê bidê te paşî muheqqeq reşyê didê te,
Paşatiyê ger ewna bidê te reş dê girêdê ew ser serê te.
 
Kes nîn e ku lê naêne keysê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Nefsa me hişk e yara le’în e şeytan werê min jê re mu’în e,
Mestir ji nefsê dijmin me nîn e ne muşrik û ne j’agir hebîne.
 
B’gurzê hesûdê yan kibr û hirsê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Dunya fena ye dil lê nerûnên meznatiya wê halo bihesbên,
Wek tu ji hewşê çûyî serê bên ku rojê avêt bar kirye karwên.
 
Meydan kin e b’vê pîvan û qeysê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Nefsam ze’îf e teşbîhê zarok tirsê qe nakê j’tengî yû tehlok,
Şetan e kaş û ewna wekî gok naçê hilê ger xalek nekê lok.
 
Wek şevşevokê nabînê şemsê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Dunya ji bo me otêl û xan e qey roj û danek em tê de mane,
Lê bûye êvar axirzeman e dunya gelo kî lê kir demane.
 
Teşbîhê lîlan j’dûr ve di tîsê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Nefsa me îro bûye emîrek şeytan ji wê re bûye wezîrek,
‘Aqil melik bû, bûye esîrek şer tev civandin wîna bi qîrek.
 
Ez yek tenê me dijmin me her sê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
Siraco ger tu d’xwazê hidayet j’dunya û nefsê bigrê selamet,
J’qelbek selîm bik tewbe w nedamet hêvî heye Heq bid te ‘inayet.
 
Hingî ji bîrke vê dewr û dersê,
Hawar ji destê dunya û nefsê…
 
 
****
 
 
 
 
20
Hawar Ji Dest Ehlê Zemên (14ê Hezîranê - 1373)
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, )
 
 
Hawar ji dest ehlê zemên cumle me cerbandin henûz,
Qet min nedît rastî ji wan ger ser sipî bê ka kû boz. .............
 
Nîsana qencî bû mehel reyhan û sunbul hişkî bûn,
Germa şerê havînî hat ku derketî roja temûz.
 
Tu l’wan dinêrê şaş û reh tizbeh dikin şeqşeq belê,
Yek car bi cerbên meyzeke kakil xuya nakê ji gûz.
 
Pur-zaneyê dunya xwene bo axiret tev eblehin,
Îşê Xuda ma nîv-temam şuxlê dinê kirne tekûz.
 
Çiqqa civata du kesan yan xeybet û behsa hinan,
Yan cot û cobar û pez in valayî nîn e rengê kûz.
 
Xayînî yû bêbextî yû ixbarî yû sûndê bi vir,
Pur bûn ji lewra meş dikin ser wê riya xwehr û nedûz.
 
Dunya temam bû rûmet û kibr û ‘eceb bitr û hesed,
Lê bû buhara makera ku wan pere kirna kirûz.
 
Ehlê neqencî bûne pur bêhtir ji mêş û pêşiyan,
Qencê Xudê kêm bûn li me wek sîmur û yan şubhê qûz.
 
Çiqqa ku rojek derkevê pîstir ji ya dîtir dibê,
Çiqqa dibê heqqê didest batil dikêtin kûzekûz.
 
Meyzê çiqa qedr û şeref bûye bi mal û mulkê pur,
Çiqqa xuyayî tev ketin pîs û geda girtin debûz.
 
Sîraco ma hê tu dixwazê ku bibê bûk pîrebî,
Pîra li talî şixr e(şihz e) ev şubbat e ma kanî temûz?
 
 
****
 
 
 
 
21
Were Ey Birayê Min (21ê Temûzê - 1373)
( Mefa’ilun, fe’ûlun, mefa’ilun, fe’ûlun)
 
Were ey birayê min li min guh bide dîsa,
Ji bo pend û we’zê min dilê xwe bike lîsa.
 
Dilê xwe neke xweş tu bi dunyaê wellahî,
Nema pur bibê nazil ji jorê nebî ‘Îsa.
 
Zemanê me ye axir-zeman ma tu nabînê?
Dilê me ji bo tem’a dinê bûye na wîsa.
 
Ji bîra me çû axret dinê tê li xewna me,
Çi îşê Xudê nakin ji bo xitrê iblîsa.
 
Binêre eger pezkî me wunda bibê carek,
Li wê em dikin pursê heta Mûş û Bidlîsa.
 
Belê ger limêja me herê guh me lê nîn e,
Weke mêşekî firda ji pozê kerê pîsa.
 
Eger yek bikê zulmê li me nîn e bûrandin,
Weger ku bikê mehder li wî Nûh û Idrîsa.
 
Belê ger li wîna em nikarin bikin heyfê,
‘Efû kirye min da xatirê gebr û serkîsa.
 
Çi bêjim me qenc nîn e miqdarê du qurûşa,
Belê seb tenê îro biha bû bi sed kîsa.
 
Şev û roj dikuddênin li dunyaê naê dest,
Behar û zivistana temûz û di mayîsa.
 
Gelo axretê çawa werê destê me ku qet,
Li wê nagirin hêja ne ristî li wî rîsa. .............
 
Di nav hev de em tev zikreş in şubhetê masî,
Belê zahirî me şaş û perwek tewawîsa.......
 
Sîraco me qurbano bibe nobedarê xwe,
Li her çar teref bûn eskerê nefs û iblîsa.
 
Bi ker tu nekarî ma nikarî bi kurtanî,
Tu şûn-mayîya Qarûn ji nû ve nealîsa.
 
****
 
 
 
 
 
22
Birano Hun ji Xwarê Werne Banî (18ê A.... - 1373)
( Mefa’ilun, mefa’ilun fe’ulun )
 
Birano hun ji xwarê werne banî,
Bi zan bê şek ku ev dunya me fanî.
 
Gelo ma hê ne bes ev xefleta we,
Çiqa ev xew li we bûye giranî.
 
Weke zarokekî razê di dergûş,
Bibêje raze jinbava kebanî.
 
Tu cara navê ew rabê bikê ken,
Çikû jinbav ji wan xelkê biyanî.
 
Diya wî dûredest e çûye malbav,
Buye poşman çewa gel xwe neanî.
 
Pepûko dî kî ye kîjan e jinbav,
Hişê te çûye kû ‘eqlê te kanî?
 
Diya te axret e sekna te cennet,
Te avane li wê pur qesr û xanî.
 
Şev û rojê diya kî ey kurê min,
Were nik min ji nik ya îş xiyanî.
 
Dinê hewya min e qet quh nede wê,
Ewê paşî te kê destê zebanî.
 
Emê êdî ji hev qut bin xwelîser,
Ku da hingî nebê min ev çi zanî.
 
Gelek qasid Xuda bo te şiyandin,
Gelo qey tu ji wana bi qumanî?
 
Hemî zahir yekî xef tê de nîn e,
Dikin guşguş diherkin şubhê kanî.
 
Nema kes pê nehesya yan nedîtin,
Ji zarok û jin û pîr û cuwanî.
 
Eva Peyxember û Qur’an û cibrîl,
Eva heyv û stêrê asîmanî.
 
Eva roj û şev û baê bi dimdim,
Eva mirn û heyata pur giranî.
 
Temam hatin ji bona te digotin,
Ji xeyrî Heq heçî tişta dî fanî.
 
Ewî ‘eql û mejî kirne serê te,
Ji bo xeyr û şeran tu pê bizanî.
 
Gelo ma kanî bav û kalikê me,
Gelo ka ê ku dil kir şadimanî?
 
Gelo ka hakim û paşa û begler,
Ewê ku pur li te kir bûn şivanî?
 
Gelo ka ê dinê cumle vegirtin,
Gelo ka Qasidê axirzemanî?
 
Gelo koma sehaba kanî etba’,
Neqil bûn çûne Ridwan û Cinanî.
 
Tu nabêjê wekî wan ez li rê me,
Nema ku pur bikim wî kariwanî.
 
Ruhê min rabe qenciyyê ‘emel ke,
Riya te dûr e û çolek beranî.
 
Dixum sûndê bi Zatê Lemyezel ez,
Eger wek wan bikê qencî ji canî.
 
Tu dê bighê ewan wek sewqiyatê,
Li qonaxa Diyarbekrê ku danî.
 
Hemî tevde herin baxê buhuştan,
Vekirne der hemî wî dergevanî.
 
Ewa ku lê diherkin hingiv û şîr,
Şerab û av wekî rûbar û kanî.
 
Kî ye ku karibê wek wî wesif dê,
Ew e Rebbê mezin lê bûye banî.
 
Weger ku guh bidê dunya û nefsê,
Bi şêwra wî le’înê wî qiranî.
 
Digel Qarûn û Haman û Fera’în,
Biçê dozex bi qamçiyê zebanî.
 
Ewa ku şij ‘edab û zûx û zeqqûm,
Ji bo wan av e hin jî şubhê nanî.
 
Gelo kî karê wesfê wî temam kê,
Ew a qehra xwe Qehhar têde danî.
 
Ev a Heq her du rê dan pêşiya te,
Li ser yaçî... bimeş wek pehlewanî.
 
Nebe wek korekî kopal şikestî,
Dihilteplê çep û rast jev nezanî.
 
Xera mek mala xwe gel ya hevalan,
Di berfê de bi rengê tûretanî.
 
İlahî her dikim hêvî tu Sîrac,
Bikê ser wê riya rast û xuyanî.
 
Heta karê selat û pur selaman,
Bide ser ê ku mehder bo me anî.
 
 
****
 
 
 
 
 
23
Gelî Heval û Cîran (21ê A..... - 1373)
( Mustef’ilun, Fe’ûlun, Mustef’ilun, Fe’ûlun )
 
Gelî heval û cîran bikin tewbe ji ‘isyan,
Berî ku biçne goran bibînin bo xwe derman.
 
Bila aqil di ser bê zikrê Xudê jiber bê,
Behsa mirin xeber bê da Heq bidê we Ridwan.
 
Bêj kanî bav û kalik ruh çû de kanî qalik,
Tirba xwe kirne malik xira bûn qesr û eywan.
 
Bê şek bizan wekî wan vexwê şerab û fincan,
Paşî tuwê gehê wan yek gaz û nîv e meydan.
 
Dinê gelek civandin hespê xwe lê bezandin,
Bi gurrî ve .......gihandin bi sîrî ....... çûne tirban.
 
Gelek rabûn xwedî-mal gelek rabûne ‘ebdal,
Hinek law û hinek kal di tirbê bûne yeksan.
 
Va hat dora te îro nakê te qet jibîro,
Ka tê çi kê feqîro dema xwestin rûh û can.
 
Ezê bimrim bi hesret li malê yan li xurbet,
Man mal û zar û hermet destê xwe ser me lev dan.
 
Piştî danîm ser şûwar ezî şuştim du sê car,
Bi ava germ û ya sar sabûn ketî du çavan.
 
Kefen kirin li min cil hildam bi destî ser mil,
Şewtî ewan bi min dil berê me dane tirban.
 
Ezî danîme çar dar li çar alî me hawar,
Kirim qebra reş û tar gorin li min kirin xan.
 
Danîn li ser hed û kêl ne bertîl e ne berdêl,
Çiqa bidin zêr û mêl ji wê kes naê berdan.
 
Çi gorekî teng û tal tê de bûyim pîr û kal,
Ne hogir e ne haval ne sohbet e ne serdan.
 
‘Emel tenê heval e yan baş e yan betal e,
Li gor wê gor te mal e yan nar e yan jî Ridwan.
 
Ê qencî kir libas e ji cinn û yan ji nase,
Di gorê de xilas e j’guvaştin û ji lêdan.
 
Kesê ku pîs ‘emel bê wî kor û şeht û şel bê,
Gorin tejî ji pel bê wer baş e rûh û reyhan.
 
Ji xeyrî xeyr û qencî nadê feyda te gêncî,
Li vir ew e birincî wê pur bike bi heyran.
 
Ya Reb bi Mustefa kê me J’gunha bê wefa kê,
Ji êşa wan şefa kê tuwî Xeffar û Rehman.
 
Li vê dunyaê ni’met li wê dunyaê cennet,
Me dûr bike ji hirqet çiqa kesê bi îman.
 
Madem ku te d’hebênin bi te îmanê tênin,
Yeqîn Xudê yeqîn in bi rehmê çav me kil dan.
 
Bê hed selat bi teslîm li ser nebî bi te’zîm,
Digel ala bi tekrîm Sîrac mehder giha wan.
 
 
****
 
 
 
 
24
Li Ser Vê Dinê Ku Me Dî Bûye Şer (28ê Adarê - 1375)
( Fe’ûlun, Fe’ûlun, Fe’ûlun, Fe’ûl )
 
Li ser vê dinê ku me dî bûye şer,
Hemî şûr û mertal bi tîr û teber.
 
Çiqa ku me nêrî me qet kes nedî,
Ku destê wî vala welew dar û ber.
 
Hemî Rustemê Zal û hin ‘Enter in,
Çiqa hîlê herbê temaman jiber.
 
Bi ‘umrê xwe sundê dixum sed hezar,
Bi Rebbê semawat û şems û qemer.
 
Wekî vî şerî qet kesî seh nekir,
Tu cara di weqtê ‘Elî yyû ‘Umer.
 
Hemî bûn Mem û hin jî Mecnûnê dîn,
Dinê Zîn û Leyla ye kul kir ceger.
 
Çiqa tiştê zanin dilê wan me dî,
Di ‘ilmê dinê de kitaba meher.
 
Dema ku me dît ev şerê pur xerîb,
Weha lê civîn pîsek û mu’teber.
 
Me rahijtî gurzê xwe ê Rustemî,
Bi min şer dibû şubhê şîr û şeker.
 
Me qesda şerî kir hucûm daye lê,
Ji her çar teref min vegirtî çeper.
 
Dirahiştî min “burnuwa” destebaş,
Êmintî me qulband fîşek birye ber.
 
Heme çok veda min dirêj kir tifek,
Me sîhrik kirî rast libik kor û ker.
 
Li dora xwe çiqqa ku min meyze kir,
Dinêrim xuya nakê qet yek eser.
 
Gelek mam te’eccub gelo kanî şer,
Weya xewn e ev yan xeyala xeter.
 
‘Inayet ji Rebbê me hat gote min,
Çira maye şaş tu eya bê xeber.
 
Deka rehje fikrê xwe yê dûrebîn,
Ji nûka li şer kûr bike tû nezer.
 
Tuwê hingî bînê şerê me’newî,
Çi qewmî çi ceryaye tev ser bi ser.
 
Me rahijte fikrî bi destê ‘eqil,
Bi qelb û besîret me da ber beser.
 
Dinêrim ku vaye kelaşek genî,
Ji her çar teref se dikin ker bi ker.
 
Dema ku dixun hin ji wan gêj dibin,
Dibin har hinek jê qe nîn e meqer.
 
Hinek jê dizûrin bi mislê guran,
Hinek rûvî d’alîsê ax û hecer.
 
Heçî şêr dilê wî diçê gurçikê,
Pisîkê ji nêza du çav bûne zer.
 
Hinek Kurd û dubrak û hin sêsiyark, ............
Li birhanê hatin bi çeng û bi per.
 
Ji nû kurmik û kêz ji xew radibûn,
Ku hasil giha Mûsilê sed keder.
 
Digirtin demûşa kelaşê mirî,
Digel mêş û mîro digel zîv û zer.
 
Heçî şêx li gunda dibûn muşterî,
Mela çûn melatî hetanî keper.
 
Heçî haciyê me diçin ber pezî,
Tewil da şevînê heta bû seher.
 
Heçî sofiyê me bi nextê keçan,
Zikê xwe tejî kir bi mislê ceher.
 
Heçî wa’izê me weke korekî,
Bi şev nîv civatê ku rehjê fener.
 
Heçî seyyidê me ticaret kirin,
Bi qaçaxî hatin girêdane ker.
 
Ji van her dibin em zena qenciyê,
Wekî ev nebin yar û eynel-mefer.
 
Wekî ev wehane j’sedî nîn e yek,
Ku dunya ji qelbê xwe bavêje der.
 
Eva rehmetullah li van cahila,
‘Eceb nîn e zirzir bikin şubhê ker.
 
Digel vê yekî em dibê hun hemî,
Herîsê dinêne wecih bû seqer.
 
Belê halbûkî em ji wan zêdetir,
Dilê xwe j’dinê re dikin musteqer.
 
Sebeb vê yekî ku me nîn e ‘emel,
Guhê wan di we’zê de bû summ û ker.
 
Gelo qey ne gotî Resûlê kerîm,
‘Eleyhî-sselatu bi’eddîl-meded.
 
“Serê her gunaha ye hubba dinê.”
Li dostê xwe dunya dikê her xeder.
 
Hebe tu li dunya xerîbî weten,
Weya rêwiyê ku dikê rehguzer.
 
Dinê kuprî ye têve derbas bibe,
Qe ava nekin ya kesî mu’teber.
 
Belê şûvek e başe bo wê dinê,
Bitemrêne wê tu bi qenciyyê hej.
 
Te neb’hîstî Peyxemberê ummetê,
Hesîrek hebû rokî raze li ser.
 
Imamê ‘Umer dît ku fetlê hesîr,
Di laşê ewî de xuya bûn eser.
 
‘Umer pur girî yyû digo ya Hebîb,
Te ez sohtim û pêtê daye ceger.
 
Dinêrim li Kisra û wek Qeyserî,
Evan dînbetalê cihê wan seqer.
 
Li ser doşekê dî bû çox û qedîf,
Dirûnin vexwarin şerab û şeker.
 
Emir ger hebê bo te yek doşekî,
Emê çêbikin da tu rûnê li ser.
 
Tuwî efdel û çêtirê ‘alemê,
Tuwî ku pesin bê hisab û qeder.
 
Dema ku bihîstî ‘eleyhîsselam,
Şeker wî şikand gotiyî ya ‘Umer.
 
Tu negrî eger min bivê ku çiya,
Ji bo min bibin zêr dibin zêrê zer.
 
Dinê ger bi hêja perê mêşekî,
Li cem Xaliqê ‘Erş û Ferş û beşer,
 
Qe ne d’da ji wê wî bi yek kafirî,
Tu tiştek welew qasî misqalê zer.
 
Gelo qey te navê ku dunya betal,
Ji bo wan bibê mesken û musteqer.
 
Ji bo me hebê cenneta baqî ye,
Me lezzet herê wî cihê bê keder.
 
Gelo qey Nebî yyê me dunya heband,
Weya wan sahabbiyyê sahib huner?
 
Weya Malik û Şafi’ û Ehmedî,
Henîfî nebû guh li zêr û zeger.
 
Gelo em li pey wan çira nameşin?
Weya bê mejîne me vala ye ser.
 
Weyan jî ‘eqîda me nuqsan e kêm,
Ruyê dînê me bû beş û hem kever.
 
Nekir min fedî wey gidî min çi dî!
Ji mala xwe ez hatime vê sefer.
 
Heta ku j’dinê min xwe jê naskirî,
Xelas kir me ‘umrê xwe ev çend qeder.
 
Belê ew nepoşman e dîsa kesê,
Ji nîvê riya xwe dema ku veger.
 
Dinê wek hewî yye ji bo axretê,
Tu kîjanê bigrê heval kirye der.
 
Ji vê mes’elê va du rê jê diçin,
Yekî rast û pîs e yekî çep guzer.
 
Yekî ce’de ye yek şevîla çiya,
Yekî tarî yek rehnî yû qozeqer.
 
Bi keyfa xweyî her du rê l’ber te ne.
Diçê yek buhuştê diçê yek seqer.
 
Xwezî me b’ewî ku ji vê gotinê,
Bikê guhde cotek guharê guher.
 
Heta rabê rûnê bikin zenge zeng,
Le al û mirarî yyû zergûwî zer.
 
Xuda tu bi heqqê Kelamê xwe kê,
Bi ‘Erş û bi Lewhê bi sirra qedem.
 
Ji vê xefletê min tu hişyar bike,
Ku her hikmetê te li min kin eser.
 
Xuda min hifiz ke ji dunya genî,
Ewa tole û sa li ser qal û şer.
 
Bixefrêne gunhê me gel da û bav,
Digel her musulman hemî ser teser .......
 
Di herdu dina de me keyfxweş bike,
Ji agir me êmin bike badiger.
 
Ziman pur dirêj e Sîracê heqîr,
Siyah e ewî qelb û bilcumle qer.
 
Eva ez bi gunhê xwe iqrar dikim,
Me qencî nekir yek dem û yek sefer.
 
Belê min heye husnûzennek temam,
Bi Rebbê xwe puşta xwe da sexr û ber.
 
Dilê min bi rehma te bê hed xweş e,
Ku em kirne Islam ne başqe ji der.
 
Di pey vê selat û selamê gelek,
Bi qasî çiya û giya û we ber.
 
Bi qasî tijî-bûna erd û sema,
Bi qasî tijî-bûna her behr û ber.
 
Ji hev qet nebin ser şefî’ê me bin,
Digel al û eshabiyê mu’teber.
 
 
****
 
 
 
25
Ehlê Fedlê Çûn (4ê Gulanê - 1374)
( Fa’ilatun, Fa’ilatun, Fa’ilun )
 
Ehlê fedlê çûn û qet yek jê nema,
Xeyrî bê esl û we pîsê bi esil.
 
Qet nebêje esl û feslê min ev e,
Eslê herkes ev e ya kir dev û dil.
 
Hem digel vê hemdulillah nesebam,
Bi Ebî Bekrê Sidîq ve diwesil. (**)
 
Ger bi eslê hin gihabane Xudê,
Şubhê Qabîl ku ji Adem ra necil.
 
Hem Ebû Cehl û kurê Nûhê nebî,
Dê biban ehlê Xudê ê bê misil.
 
Ê wekî ‘Emmar û Selman û Bilal,
Nedibûn ehlê kerem ehlê fedil.
 
Lê belê herkes bi teqwaya Xudê,
Digihê baxê buhuşta wî ji dil.
 
Ekremê we l’cem Xuda teqwatirê,
Weye , belkî ne bi esl û ne nesil.
 
Nîn e fedla ‘Ereba ser ‘Ecema,
Ne bi teqwaya Xudê ba mil û hil.
 
Hun temam cumle ji Adem welidîn,
Da bizan Ademî wî ax e esil.
 
Ê mutî’ qenc e ji ‘ebdê Hebeşî,
Wer ne bed ger çi Qureyşê bê fesil.
 
Nîn e fexra kes bi hestiyyê rizî,
Lê belê ew fexr e ê xalî ji xil.
 
Kesê fexra xwe bikê b’laşê mirî,
Şubhê çavê korî dagirtî ji kil.
 
Ger bibêjê çiye teqwa ev e lo,
Ew e pêk bênê çiya hatî neqil.
 
‘Eynî şer’ê bikê her weqt û zeman,
Di fi’al û di hewal û di qiwal.
 
Çi di emr û çi di nehyê wê de bê,
Qet nekê kêmî yyû zêde qasî zil.
 
Ne ku ew ‘ilmê tu pê nakê ‘emel,
Ne ku tûrê kutuba hildê li mil.
 
Ne ku tesbîh û ne wek şaş û riha,
Ku bi wan re nebê qet çavê te şil.
 
Heykela resmê melik nabê melik,
‘Abidê xalî çi qîmet bi şekil.
 
Heq te’ala nanerê l’şeklê kesî,
Lê belê meyze dikê l’fi’l û li dil.
 
Çi kesê ku bi ‘emel pêş nekevê,
Bi neseb na gehê dam na birê hil.
 
Xweziya me b’wî kesê jêre hebê,
‘Emelek wî vedî ser teqn û wehel.
 
Ya Ilahî bide Sîrac kesekî ,
Wî şiyar kê ji xewê şubhê nemil.
 
 
 
(**) Ev hersê beyt tercumekirina ji qesîda “’Umer Ibni-lwerdî” ewa serê wê ev e : “e’tezel zikrul eğanî wel ğezel.” (اعتزل ذكر الأغاني والغزل )
 
 
****
 
 
 
 
26
Ji Ehlê Zemanê Xwe Bibe Dûr Bi Hişyarî(17ê ........... - 1375)
( Mefa’îlun, Fe’ûlun, Mefa’îlun, Fe’ûlun)
 
Ji ehlê zemanê xwe bibe dûr bi hişyarî,
Neçe nîv civata wan neyar in weke marî.
 
Hemî xeflet û lehw û tinaz û seb û kizb in,
Tu jî dê wekî wan bê çi qail çi guhdarî.
 
Ne bêje me xem nîn e weger ku herim ba wan,
Bi lingê xwe ve tê daleqandin mî yû karî.
 
Here nik heddada ku dikin çinge çinga xwe,
Muheqqeq birûskê agirî bên te sed carî.
 
Civata zemanê me gelek pîstir e j’kûrî, .............
Ji wê her çirawîskek dibê mezrebek narî. ......................
 
Wekî ku civatê baş nebin tu here çolê,
Tu rûne l’civata hikmet û sin’etê Barî.
 
Hene kurmik û kêzik giya û nebat û ber,
Tefekkur bike her yek mijûlin bi yek zarî.
 
Bi teqdîs û tehlîlî te’ala heleq girtin,
Ketin cezbe û halê bi nal û bi zarzarî.
 
Belê ehlê vî wextî ketin xefleta dunya,
Di emrê Xudaê xwe hemî bûne sersarî.
 
Çikû ‘umrê xwe tev wan bi heywên re bûrandin,
Ji heywên jî ‘elmîn teb’etê ku ne guhdarî.
 
Ji rojê şixul zanin ji şêvê dizanin xew,
Ji havînê germ û hem zivistan sirr û sarî.
 
Çi zanin ku roj dunya ye şev axreta baqî,
Niha ger nebînê cih siba wê kevê tarî.
 
Zivistan e ev dunya dina dî kû havîn e,
Li vê ger nekê cotî li wê nîn e yek parî.
 
Zivistanê tovê xwe tu bavêje şûva baş,
Ku havîn werê da dagirê çal û ‘embarî.
 
Bizan ev dinê pûç e ne bû cih ji bo keskî,
Ji bo wê dina dî deyne vî rukn û dîwarî.
 
Bi cih bêne emrê wî bi rev tu ji ber nehyê,
Bi rehma Ewî re her bike dostî yû yarî.
 
Eger bo te heval bê bila tev bibin dijmin,
Di nav hewlika ‘esker qumandar û serdarî. ...........
 
Sîraci de ka bes ke di vê meclisa şîrîn,
Tu sohtim di vê sohbet bi lêvên şeker barî.
 
******
 
 
 
 
27
Ya Reb Ji Rehm Û Fedlê (12ê Nîsanê - 1375)
( Mustef’ilun , Fe’ûlun, Mustef’ilun, Fe’ûlun)
 
Ya Reb ji rehm û fedlê her ji te hêvîkar im,
Zanim ku ez neqenc im bi gazî yû bi zar im.
 
‘Efwê bide me Rehman lê ez ketim belayê,
Dunya û nefs û şeytan çawa bi wan bikarim.
 
Dijmin li min bûyin kom tev Rustem û ‘egîd in,
Bi şûr û top û mely in ez bê çek im neçar im.
 
Mertalê hifzê bid min digel tenga yeqînî,
Da xwe ji wan bistrênim di pişt sûr û dîwarim.
 
Wellahî ya Îlahî Tu nebê pişt û haval,
Li ber wan pur zeîf im wek hilm û wek buxar im.
 
Lê belê her dibêjim “Îyyake Neste’înû”
Weqtê hevalê min bê ez betlekî xedar im.
 
Ya Reb Te çêkirim hem di min de nefs û şeytan,
Terkîb kirin di laşê ji wan re ez qerar im.
 
Hem ez danîm dinê de dijwar e wek tenûrê,
Çawa bikim tebatê ger Tu newê hewarim.
 
Em jevre kirne dijmin ka kî bi kî dikarê,
Bi cuz’ek ixtiyarî Te ez bi wan siparim.
 
Cuz’ê me wek zilamek bê çek herê berazî,
Mertal nebê ‘inayet ka fêde ixtiyar im.
 
Madem Te çê kirin em quwwet bide me wek wan,
Da pîs bikim le’înî li nefsa hîç suwarim.
 
Ger bi nezanîya min ber bikevê xusarî,
Bi fedlê zîvirêne ber bide feyd û karim.
 
Ya Reb bi cahê Ehmed ser bê selat û rehmet,
Sîraceddîn ‘efû ke Te gotî ez Xeffar im.
 
 
******
 
 
 
 
28
Her Kes Heye Heqqek (29ê Nîsanê - 1379)
( Mustef’ilun , Fe’ûlun, Mustef’ilun, Fe’ûlun)
 
Her kes heye heqqek lê kes nagihê heqqê xwe,
Me heq berda, dikin em tişta ne laiqê xwe.
 
Heqqê ‘alim ‘emel bû belê gihaye cahil,
Heqqê hakim ‘edalet belê gihaye xafil,
 
Selm e heqê musluman belê giha kuffara,
İnsaf heqê kesê Heq belê giha neyara.
 
‘Eqil heqê kesê pîr belê giha ciwana,
Merdî heqê kesê têr belê giha xezana.
 
Selah e heqqê dewlet belê gihaye millet,
Tedbîr e heqqê malxwê belê gihaye hermet.
 
İta’ e heqqê Me’bûd belê gihaye ‘ebda,
Dijmintî heqqê şeytan belê giha dubenda.
 
We’z e heqê ‘emeldar belê gihaye fasiq,
Serdarî heqê eşref belê giha nelaiq.
 
Şeref heqqê ‘ilim bû belê gihaye meyla,
Kurtan e heqqê bergîl belê giha kihêla.
 
Sual heqqê feqîra belê gihaye axa,
Zuhd e heqqê meşaîx belê giha nesaxa.
 
Tifaq e heqqê mu’min belê giha ecanib,
Bawerî heqqê rasta belê gihaye kazib.
 
Huzun heqqê ‘uşşaqa belê gihaye Sîrac,
Rehma Xudê Heqqê Heq bilanî bighê muhtac.
 
******
 
 
 
 
29
Ê Bêjê Rastî Tehl e (27ê Êlûl - 1376)
( Mustef’ilun , Fe’ûlun, Mustef’ilun, Fe’ûlun)
 
Ê bêjê rastî tehl e yeqîn ew bê fikir bû,
Dilgirtê titme te’ma devê wî wek jehir bû.
 
Bi xwe ez ketme jehrî anîn ji bo me hingiv,
Dû ba we saf û taze wekî ziravê mir bû.
 
Ava zelal û şîrîn her sebebê heyatê,
Binhêre tawîyê jar li cem wê qurreder bû.
 
De ka rabe gula sor bêne ji bo kerê reş,
Qîmet ji wê re nîn e ne kerbeşa kever bû.
 
Ma qey zeman xerab e em jî dikin şikayet,
Ev roj û şev zeman in kî dî ji cih bi der bû.
 
Binhêre ew kesê ku li wîna roj digerhê,
Ne ku roj çûye ava lê ew ji ‘eqlê der bû.
 
Tu cara xwedyê xêra nebû pepûkê dêra,
Belê dana me daî ne j’bo Xudê bi vir bû.
 
Xêra bike li masî welew masî nezanê,
Belê Xuda dizanê heyfa te wê li ser bû.
 
Xeyrker ew w dibêjê me da bo wechê Xaliq,
Me navên şikr û minnet ji sail bê xeber bû.
 
Belê xêrê me daim betal in bê cezane,
Bi minnet em didin rû feqîr lew dil keser bû.
 
Felek xayîn e pûç e çi soz bi kî re daye,
Ku dom bikê li ser wan her dem bi wê re şer bû.
 
Felek çerx e digerhê di bin emrê Xudê de,
Ji bo nef’a wucûdê lê hiş me ney-li ser bû.
 
Li me we’zê dikê her da derkevin ji xeflet,
Dewran e dom tunîn e ê zanê mu’teber bû.
 
Dunya ne ku betal e lê em betalê wê ne,
Xebatê tê de nakin destê me lew sifir bû.
 
Ka rabe lê binêre çi xweş bazar û sûk e,
Dukkan hemî tejî ne “fatore” tev li ser bû.
 
Tuccar di wê de digrin feydê ji destê petron,
Serê sedî hezarî rast mal ne ser bi ser bû.
 
Lê muflisê ‘emel boş tembel û vala berdoş,
Nekir feyda bi du-qrûş jê çû xwelî li ser bû.
 
Ê gotî nabê dil pîr her dem can û cuwan e,
Ku her tiştî dixwazê ji hikmet bê xeber bû.
 
Dil e serdarê laşî bi wî tev jan û jîn in,
Hemî ‘eda da’îf in dema dil bê huner bû.
 
Çiqqa ehwal bi wîne çi şîn û şahiyê te,
Bi te’sîra ewî laş xwedî ah û keser bû.
 
Li tibbê ka binêre dema deqqa tê qelbî,
Ketin kêmbûnî va laş ji ber wî kor û ker bû.
 
Hewasê zahir û xef dibin pîr û nekarî,
Dema dil ketye neqsê bi cir bû geh bi ser bû.
 
Çavê me ê çilê ne li ber roja heqîqet,
Qet nahilin ji lew şev daim me tê de ker bû.
 
Ê diz dibêjê herkes diz e bi dilxerabî,
‘Ettar ji hûremûrê xwe re xwedî xwber bû.
 
Gotin hekîmê zana te ev dinê çilo dît,
Got wek dilê xwe min dît ne kêm û zêdetir bû.
 
Behlûl digotî ez çûm bo dîtina cehennem,
Va cehnemek sir û sar bê pêti-yû şerer bû.
 
Belê çiqqa kesê ku tanîn ku bikne tê de,
Agir ji paşila wî pêket bi firrefir bû.
 
Em ehlê vî zemanî bûne neyarê waqi’ ,
Lewra heqîqetê cih nemaye bê meqer bû.
 
Meyzê kumê heqîqet qetya ji kulmê batil,
Ji bo sola xwe bû diz rastî hukum li ser bû.
 
Bi rotka tecrûba xwe me nasîn derdê wextî,
Loqman ji wî re ma ka Sîrac her ev keder bû.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
41
Çiqa Zehf in Ji Bo Min Yar (6ê Adarê - 1375)
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun )
 
Çiqa zehf in ji bo min yar, heta ku min hebîtin pirç,
Dibin dostê me mişk û mar, kedî bûn ev gur û ev hirç.
 
Dema dîtin ji min feyda, li mala min hero ‘eyd a,
Dibêjin merheba seyda, berên desta bi maç û mirç.
 
Digotin min tu pur baş î, ji min re qenc î qerdaş î,
Xelet bûm nedgo tî şaş î, çikû ew hingî mayî birç.
 
Bi dev xêrxwaz û dilsoj in, beşaş in wek gul û roj in,
Hinek xaltîk û amojin, bi dil port hilgirin go zirç.
 
Dema ez ketme yek tengî, bikim hawar bide dengî,
Me nîne dost bi yek rengî, ji nûka feyde nakê nirç.
 
Me got yek ev çilo çê bû, berê dostê me pur çê bû,
Gelo yan dostî birçî bû, niha lew dar me bû go qirç.
 
Heta min xwe j’ewa nas kir, ji nû piçkî kepîlas kir,
Sîrac ‘imrê xwe derbas kir, di destê wan de nabê ‘irç.
 
 
 
 
 
 
42
Sed Ah û Nalîn Tên ji Min (25ê Adarê - 1375)
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun )
 
Sed ah û nalîn tên ji min, roj û şevan wek bilbula,
Dûr im ji yara nazenîn, ka tê gelo buxçê gula?
 
Mehrûm ji dîdarê ketim, tev xurbet û nîv hicret im,
Dêstêm ji ta û bave bû, wer bûm di nav behra kula.
 
Xwezyê dixwazim her zeman, cardî bibînim dilberan,
Çi b’kim xwezî bê feyde ye, lew ya dila nayê mila.
 
Wê horiya teb’et melek, awir ji wan çavê belek,
Berdane dil lew dînî bûm, aqil nema qasî zila.
 
Ger çi ku weslet ey heval, min bo xwe zanî pur mecal,
Lê dîtina çava yeqîn, xweş bûye qinyata dila.
 
Min soz li ber dilber hebî, hetta muwek ruh min hebî,
Hubba ewê qet bernedim, ger min bikin qeydûlela.
 
Çiqqa ji min ‘ernê bikê, cewr û eziyet pur bikê,
Bêhtir me ‘işq ê zêde bê, e-l’dilberê bûme bela.
 
‘Işqa me çengê rastî ye, pur şiddet û bê sisitî ye,
J’parsa wisalê nagirim, çiqqa cewab bê bo me la.
 
Çiqqa ji min radî nebê, herdem li min xadîbe bê,
Nakim li wê yek i’tirad, ew nîne şeyx nabim mela.
 
Şeyx û mela her hal ev e, geh mu’terid ev geh ev e,
Şeyxê bibê ew munkir e, ew dê bibê şeyx mudlila.
 
Sofî dibêjin ev mela, nekê ‘emel ‘ilmê ‘ula,
Feqî dibê sofî ji dîn, tiştek nizanê cahil a.
 
Seyyid dibê Kurmanc bi şûr, bûne musulman hê ji dûr,
Kurmanc dibê hun xeyyibîn, naçin li pê xeyr-il-mela.
 
Hacî dibêjin têr e ev, wî malheram e neçne dev,
Ew dî yê hacîyê li mal, kêr bû, bû dasa sunbula.
 
Kalo dibê xorta we kir, çiqqa neqencî her we kir,
Xorto dibê hew ji te hat, nûka dibê Ellah ela.
 
Bav go kurê min ‘asî ye, bom in dikê bê emriya,
Kur derketî j’qalka berû, go dev ewî fehşa qula.
 
Hasil ji mêr hetta jinan, tu j’padişah hetta şivan,
Bigre tu nabînê du kes, pev xweş bi ne’em yan bela.
 
Her kes dibê ez ho me ez, dirha reşik go bûme rez,
Dîk go ez im bazê sipî, çeng lev kutan deng çû mila.
 
Jîjo dimalin herdu dest, ser çêliyê pur xeşt û zist,
Gotî çi nerm û nazik in, ê gij ew in çelyê çila.
 
Herkes me dî j’eybê xwe kor, l’eybê heval dûrbîne zor,
Gêsin di çavê xwe nedît, dît şûjina j’çavê kila.
 
Nav ji dîdar mestir nebê, qewl ji emel bêhtir nebê,
Dê ez li kû peyda bikim, lê qalikek bê kakil a.
 
Ka ‘alimê ‘ilmê Xuda, mîrat-xwerê Muhemmeda,
‘Icb û hesed jêre nebê, b’ilmê şerîf her ‘amil e?
 
Kanî gelo şêxê neqî, j’işqa dinê her mutteqî,
Wek hev bibin cem zêr û ber, mislê ‘Umer pîne l’cila?
 
Ka sofiyê safî zelal, zikrê Xudê daîm li bal,
Nefsê bikê êsîr û jar, hingî eva ew ‘aqil a?
 
Ka haciyê dil ke’be bê, her dem bi se’ yû newbe bê,
Tem’ û buxul j’qelbî derên, j’dunya weşîn dest û mila?
 
Ka seyyidê tahir nazîf, bigrê riya ceddê şerîf,
Bê şer’î jê zahir nebin, da ew kevê nav fadila?
 
Ka cahilê mutî’ û jîr, we’za di guh de bênê bîr,
Xwe b’kê şerîkê ‘alima, j’dîn fehm bikê çend mesela?
 
Ka ixtiyarê kal buyî, l’umrê çuyî poşman buyî,
Ta’et şev û roj zêde kê, meşxûl nebê b’yek şaxila?
 
Ka xortê canî tobedar, xwezgîniyê horê kubar,
Xweş ‘eskerê Hesen Huseyn, nîv cennet û baxê gula?
 
Ka dewlemedê şakirî, malê helal lê êwirî,
Bavê feqîr û sêwiya, bûne buhuştî qabila?
 
Ka ew feqîrê sebrêdar, qani’ bibê b’rizqê ku xwar,
Heşir bibê nîv enbiya, ‘ibret ku bigrê j’bulbula?
 
Lê tev me dîn yarî dinê, ev girtin berdan ya dinê,
Her sinfekî j’sed yek pur e, b’vê faniyê neb mubtela.
 
Me j’xeyrî ‘uşşaqê hebîb, ê rast nedîtin dil kebîb,
Bes ew dibin radî ji yar, çendan ku cergan pelpela.
 
‘Işqa giran wek findekî, çiqqa ku êgir pêve kî,
Bêhtir didê şewq û beraq, me’lûm li nik ehlê dila.
 
Xwezya bi wî va çendî roz, bo kes nebêtin kîne doz,
Xwe j’her kesî kêmtir bibîn, ta wergirê cawê şila.
 
Belkî Xuda wî ‘ef bikê, nav safiya wî sef bikê,
Rehmê li wî kê bê hesêb, ew hakimek pur ‘adil a.
 
Ya Reb bi heqqê enbiya, me l’ber derî ev hêvî ya,
Radî bibe j’Sîracedîn, halê ewî pur muşkul a.
 
Wî ta’etê mewla nekir, xeyb û seba ‘ebdê te kir,
J’bîra kirin ‘eybîn di xew, bûran ‘umur sebehlela.
 
Çumkû te rehmet pur hebû, tem’a me jê lê zêde bû
Şabaş û hemd her bo te bin, te j’vê nekir me j’xafila.
 
Bê hed selat û pur selam, ser Ehmedê şêrînkelam,
Bid hem li sehb û alê wî, me b’wan ‘efû ke ox bila.
 
 
****
 
 
47
Ey Hemşerim Dinle Beni (1ê A.......- 1372)
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, )
 
 
Ey hemşerim dinle beni söyleyelim dinle beni,
Çok dertliyim dinle beni dinle beni dinle beni.
 
Dunyayı gezdim çok zaman hiç bulmadım birden aman,
Çoğaldı bu fısk û ziyan dinle beni dinle beni.
 
Her nêrde gitsem görmişem tem’ û hesed can pişmişem,
Tar oldu dünya demişem dinle beni dinle beni.
 
Hayrane kaldım kuş gibi sevdasız bir serhoş gibi,
Bir hane maldan boş gibi dinle beni dinle beni.
 
Hadsiz günahım var aman ben bilirim Allah’ıma,
Rahmin doludur ta sema dinle beni dinle beni.
 
Ben kıymetsiz bir köleyim ona ‘ibadet eyleyim,
İta’esinden dikleyim dinle beni dinle beni.
 
Dunya içinden hiç hayır miskalê zerre var mıdır?
Yok ğayrı Allah’ın zikir dinle beni dinle beni.
 
Er bir şere bir çağırın bin arkadaş var, ver hayır,
İse bulunmaz basabır dinle beni dinle beni.
 
‘Ukba işinden ğafılız dünyada biz gözaçığız,
Bu nushemi tutar mınız dinle beni dinle beni.
 
Dünyaya sevmez sevdiğim dibin denizden balığım,
Bol suda doymaz yüreğim dinle beni dinle beni.
 
Dayan Xuda’nın kapısı et tevbe hiç ‘ısya nısı ...........
Etmem ki ölmek gelmesi dinle beni dinle beni.
 
Kılma hisabsız ah û zar Sirac Ataç Allah Ğefar,
Sen kölesin o xwendekar dinle beni dinle beni.
 
 
****
 
 
 
 
47
Eger Mamik Werê Daran (Kanûna Ewil 11- 1375)
( Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun, Mefa’îlun)
 
Eger mamik werê daran bibêjin çi l’dinê pîs e?
Ezê bêjim weke golê li garanê jina pîs e.
 
Eger bêjin çiye bihna kelaş û serkil û rîxa?
Ezê bêjim ewe me’d û mirûsdanê jina pîs e.
 
Eger bêjin çiye ya kû zilamî sax dikê jehrî?
Ezê bêjim ji lêv û dev xeberdanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya şubhê tûrê gû l’milê mêrik?
Ezê bêjim difûrê bêhn bi tevdanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû ‘eşîra pev didê kuştin?
Ezê bêjim kû herdû kirne nîşanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya ew nekin wêran fenanîne?
Ezê bêjim di emsala de min zanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya exlebê ehlê cehennem de ?
Ezê bêjim Resûlî got kû çû banî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû hemildarin bi şeytana?
Ezê bêjim kifiş bûne dema zanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû di qûna wan de aqlê wan?
Ezê bêjim ji ‘işqa mêr û tevdanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû ji mêra têr nebê carek?
Ezê bêjim ewe yanî ji bûkanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya ‘eql û dîn wê her zeman kêm e?
Ezê bêjim hedîs min dît bi Qur’anê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya yek neqencî qet ji bîr naçê?
Ezê bêjim dused qencî li bîr nanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû serê bavê nizimtir kir?
Ezê bêjim dema çûn mehkemê banî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya soz bi kesre qet nebir sêrî?
Ezê bêjim gelek ‘xirhan bi peymanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya dev-biken şubhê ziha jevkir?
Ezê bêjim bi dil jehra silêmanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye masî ji şûva sor derêxistî?
Ezê bêjim girêda mêr bi dîwanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ger hej te kê wê te bixê gornê,
Ezê bêjim te wunda kir bi dilmanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya wek werîsê rîx di qirka mêr ?
Ezê bêjim ku sê car hat grêdanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye dostin ji bona dasimê mel’ûn?
Ezê bêjim di malê de xefik danî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû bi Nûh û Lût re xayîn bûn?
Ezê bêjim kufur bûn piştî îmanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye şeytên xiyanet tev firotî wan?
Ezê bêjim digotin weyhe qurbanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû bi mekrê wan çiya hûr bûn?
Ezê bêjim binêre tu li Furqanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye Harût û Marût seb ewan girtî ?
Ezê bêjim nema fir din bi çin banî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya bê ‘heyaî bûye nîşanek?
Ezê bêjim jibona dunya wêranî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya hê pepek çarin di avê de?
Ezê bêjim di xenqî rastî dernanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya qet esil bo wan xuya nabê?
Ezê bêjim ewana qet……….. çiya zanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya gotine wê ‘alema me’kûs?
Ezê bêjim çiqa tişt ‘eksê mêranî jina pîs e.
Eger bêjin çiye çiqqa mezin bûbê serî vala?
Ezê bêjim di bûkanî û pîranî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya parsuwa wan xwahr gelek hişke?
Ezê bêjim nebê rast ‘xeyrî berdanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya kû dido rûnin li cem hevdû?
Ezê bêjim xeberdan şubhê karwanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya pê bi şêwre lê neke ya wê?
Ezê bêjim di şêwra wê de poşmanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ger vir bikê bo wan guneh nîne?
Ezê bêjim çikû rastî beha nanî jina pîs e.
Eger bêjin çiye ger keyf bikê karê hemî betlan?
Ezê bêjim ewan çekkê li meydanê jina pîs e.
Eger bêjin çiye bê wan ne gerha yek mesel qet’e
Ezê bêjim çiqa qewmê di dewranê jina pîs e.
Eger bêjin çiye Behlûl di go ew kes xwelî-ser bê?
Ezê bêjim ketî bin emr û iz’anê jina pîs e.
Eger bêjin çiye ya mekr û ‘hîle qet xilas nabin?
Ezê bêjim Sîraco te j’kû ev zanî jina pîs e.
 
****
 
 
 
 
64
Sala Hezar Û Neh Sedî (11ê Adarê - 1375)
Bi Munasebeta Hatina Berfê Û Behabûna Kayê
( Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, Mustef’ilun, )
 
Sala hezar û neh sedî pêncî yû neh tarîx de bû,
Zistan bi çavan kes nedî qet ‘ewr û ba peyda nebû.
 
Xelqê digo sala me çû agir li ax û pûş diçû,
Hetta sibat pênc roj diçû ‘ewrê sipî wek ‘eyne bû.
 
Berfek dibarî pêşemê wek wê nedît kes vê demê,
J’berfa mezin naxwê xemê Xaliq bi fermana Te bû.
 
Subhan ji ê çêkir heyat berfê veşartin teht û lat,
Deşt kirye Sîpanê Xelat zêde nebê kêmtir nebû.
 
Ne d’go me sala serhejên hê çêtire j’ya dûvhejên,
Hê maye heyva gagurên çêle li me nû peyde bû.
 
Zêde me kir êmê bizin çinkû hero hin jê dizin,
Hetta nema ka û kizin qet ev li bîra min nebû.
 
Barî li me berfa sibat va xweypeza naê tebat,
Ê ka heyî pî daye lat xweska bi wî lodek hebû.
 
Kayê xilas kirne pere insaf birî şaşik zer e,
Ma nayê weqtê bêndere çaxê te qîmet qet nebû.
 
Kayê nehişt yek serpiya ne j’haciya ne j’sofiya,
Murwet ji xas û ‘amiya wunda kirî tişta hebû.
 
Hin jê kirin bê bext û soz hin tevlî kayê kirne toz,
Hin jê bi kakir nadê poz nabêjê ev dostê mebû.
 
Dosta gelek dost dakirin hubba berê wunda kirin,
Xwe j’bê ‘eqilmenda kirin çimkû seradek ka hebû.
 
Dostê minê bê pût û zad ger pê nedim ez yek serad,
Kengî ji bo wî yek murad hasil dikim lew hîle bû.
 
Hat berfeka sor û sipî firkand li me l’daran kepî,
Binhêr li şopê pî li pî kakir li ser wek ce’de bû.
 
Kakir didane kafiroş teşt û kulav merş û beroş,
Piştî nema pol û quroş ka wek heşaşîn feyde bû.
 
Ax kayê ma tu l’kû heyî şêrîntirî j’çîta neyî,
Xweska bi ê ka wî heyî kî ma bi te muhtac nebû.
 
Kakir dibêjê wey li min çawa ku min loda mezin,
Tijî nekir bona bizin lê ev jê bê hişya me bû.
 
Hatî sibata qirr û qat hişk çû terî qet jê nehat,
Nû bariye berfa gulat qût jê xilas bû pût nebû.
 
Hetta nebû adar du şev qet qut nebû berfa me jev,
Nûka çema dev kirne hev herkîn şev û roj nale bû.
 
Salê hejand dûvê xelek kayê serî bir ber felek,
Nalîn ji derdê wê gelek çiqqa kesê heywan hebû.
 
Yek kakirî yek heq sitand ku bû subeh heq zîvirand,
Ê zêdekê wî ka hiland halo me soz beyhûde bû.
 
Hin jê di nav kayê de bûn piştî bi heq lev hatibûn,
Got bîst quroş lê zêde bûn ger wan nedî ka b’te nebû.
 
Vê kayê madem ev kirî ka çend qroşek kar kirî,
Wucdan ji xudyê xwe birî lewre temaî zêde bû.
 
Ê ka heyî ew bûye mîr lê ê neyî bûye esîr,
Tesbît ewan kirne jibîr nabê me heywan berze bû.
 
Xweska heba xernûf û dar belkî miyê qer nebne jar,
Da wan di ser gû nekme xwar laşê miyan bê hemye bû.
 
Wer va kelaşê ser birî hin bê kefel hin bê hirî,
Dunyahebên dîn ser kirî ‘ibret di qelbê wî nebû.
 
Ê pez heyî dil bû kebab dîtî li vê dunyê ‘ezab,
Hê mayiye roja hisab ê ku feqîr xem pê nebû.
 
Îro wî şalek ka divê hingî xilas nabê bivê,
Gava xuya kir wê bivê** ew mehkeme gava vebû.
 
Zanê çima hat ev bela pursê bike j’şeyx û mela,
Herkes bi hev bûn mubtela ev tev ji ber zulma me bû.
 
Herçî ku nanek xwariye wî îş temayî w bitriye,
Nabê me cîran birçiye nanek ji destan der nebû.
 
Ma qey nizanê ku feqîr ehl in ji bo Rebbê qedîr,
Çiqqa kesê wan kê jibîr Xaliq li wî xwey de’we bû.
 
Bo wan eger kir xizmetek dî mal xedî bidnê çi yek,
Xeyrî peza şeht û kulek yan şîr û yan port lê nebû.
 
Şukrê Xudê nakin yeqîn çawa me ê wextê xwe dîn,
Çiqqa hebin hesp û mehîn belkî li ferdan guh nebû.
 
Lê hê jî rehma Wî heye ger kuç bibarin ser meye,
Em nagihin heqqê xweye dunya me girt axret nebû.
 
Wellahî ez pur tirsiyam nişkê ve ku rabê qiyam,
Ba zorê Rehman zoriyam rehmet ji niqmet zêde bû.
 
Ya Reb bi heqqê esfiya rehmê bike l’me ‘asiya,
Sa bid bi xatrê xwediya Sirac ji kolê derge bû.
 
Qasî evê berfa mezin selewat ji Wî Rebbê mezin,
Ser Ehmedî hê zêde bin ê ku bi wî rehme l’me bû.
 
 
**Bivê: Bi zimanê zarokan tişta ku mirov jê bitirsê.