Fatreşk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min dest bi mijarê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 20:00, 11 sibat 2015

Fatreşk an jî fişik, organê di piş zikê biçûk li pêşiya gurçika çepê û di bin diafragmayê(perdeya navbir) deye ye. Mezinbûna wê li gorî temen diguhere.

Karê fatreşkê pirranî bi şaneyan xwînê re ye.

Şaneyên xwînê yên sor (Erîtrosît)

Fatreşk şaneyên xwînê yên temenê xwe tije kirine û anatomiya wê xera bûne perçe dike û hemoglobîna wê jê azad dike ku di cîhekî din ya bedena mirovî te bê kar anîn. Ne tenê erîtrosîtên tementijekirî tenê lê erîtrosîtên anatomiya wan ji ber nexweşiyekê xerabene jî parçe dike.

Şaneyên xwînê yên spî (Lokosît)

Fatreşk cihêkî lokosît lê debo dibinê ye. Li vir ji bo dema nexweşiyê zû li xwînê zêde bibin debo dibin.

Alîkariya wê ya nexweşiyan

Fatreşk bi anatomiya xwe ve dikare hin cureyên bakterî û mîkroban bikuje. Veya jî bi saya ecikandinê tîne cih.

Mezinbûna Fatreşkê

Fatreşk ji ber hin sedeman mezin dibe. Yek ji wan sedeman nexweşiyê xwînê ne ku lokosît zêde çê dibin û li wir kom dibin. Sedemek din karê pirr e ku di hin nexweşiyan de ji bo bêhtir bişixule xwe mezin dike. Wekî din di hin nexweşiyên xwînê de anatomiya şaneyan ne normal e û wan parçe dike. li vir çêkirina xwînê û parçekirina xwînê dikevin şerrekî û ji ber vê sedemê jî fatreşk mezin dibe.