Albert Einstein: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 2:
'''Albert Einstein''' (1879-1955) zanyarek e. Wekî damezrandinêrê [[Teoriya Îzafiyetê]] tê nas kirin.
Einstein, li [[Ulm]]ê, di 14'ê adara [[1879]]'an de, wekî zarokekî malbateke [[cihû]]yên [[Almanya]] ên xwedî [[raman]]a azad, hatibû cîhanê. Bavê wî mûhendîsek[[endezyarî|endezyar]] bû û zêde [[pere]] qezenç nedikir. Albert, zarokatiya xwe li [[München]]ê derbas kiriye û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend dihate dîtin jî, li dibistanê serkeftinên zêde awarte bi dest nexistibû. Di [[dibistan]]a navîn de, hez ji pergala (sîstem) hîndekariya Alman nekiribû û di berdêla vê de, bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigeriyan, ketibû nav pevçûnê. Ji ber van [[azmûn]]ên pêşwext, li hemberî meqamên fermî yên Alman bûbû [[dijmin]] û neyar. Şert û mercên neyênî yên kar, di sala [[1894]]'an de, malbat ber bi koçberiyê ve bir û berê malbatê da [[Mîlano]]yê. Lê Eistein ji bo hîndekariya xwe temam bike li Münchenê hatibû hiştin. EisteinEinstein bi hinceta [[nexweşî|nexweşiyê]] piştre tevî malbata xwe ya li [[Îtalya]]yê dibe. EisteinEinstein gelekî hez ji Îtalyayê dike û li wê derê di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta [[Cenove]]yê 160 km rê, bi armanca gerê bi meşê dibihûrîne.
Einstein piştre ji bo ketina dibistana [[Polîteknîk]] a li [[Zurih]]ê serlêdana dibistanê kir. Bi tevî ku di [[fizîk]] û [[matematîk]]ê de xwedî serkeftineke serdest bû jî, lê ji ber ku [[bawername]]ya wî ya têr a [[Dibistana Amadehiyê]] tune bû, nekarî [[azmûn]]a ketinê derbas bike û serlêdana wî nehate pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo dîtina hîndekariyê çû cîmnazyûma li [[Aarau]]yê. Li wê derê gelekî bextiyar bû. Ew êdî evîndarê [[Swîsre]]yê bû; piştre derbasî [[hemwelatî|hemwelatiya]] Swîsreyê bû û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet veneqetiya. Di dawiyê de dema ku kete Dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê [[H. Minkowski]] û [[A. Huntwitz]] bûn. Her du jî zanyarên pola yekemîn bûn. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan wergirtibû û ne jî wan Einstein ferq kiribûn.
 
Dema ku bû destûrdar ango mezûn bû, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî hebû û wî di kar dîtinê de zor û zehmetî kişandibû. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar kir û dersên taybet ên fîzîkê[[fîzîk]]ê da. Di 1902’an de, li Daîreya Patentê ya li [[Kanton]]a [[Bern]]ê karekî dilnizm dîtibû. Di van deman de Einstein bi [[Mileva Mariç]] re zewicî. Ji malbata EisteinEinstein du zarok çêbûn. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li [[Berkley]]ê de, dibe profesoreke mûhendîsiyê yê pir bi bandor.
Karê li ofîsa Patentê gelekî li gorî Einstein bû. Dema ku li ofîsa xwe îcadên dihatin şandin lêkolîn dikir, di nav karê xwe de bêyî zêde xûya bike, ji xwe re wext peyda dikir. Wê demê, dest bi nivîsandina gotarên fîzîkê kir. Nivîsên xwe ji [[Annalen der Physik]] a di rêveberiya [[Wilhelm Wien|W. Wien]] ku bi cismên reş namdar bû re, dişand. Di 1901an lêkolînek, di 1902’an de du, û di 1903`an de û 1904`an de lêkolînek pêşkêş kir. Hemû jî di warên dînamîkzanî û dînamîka germ de, lêkolînên kûr bûn.