Manî (pêxember): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Cat-a-lot: Moving from Category:Ol to Category:Dîn
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Gelo ew kurde ?
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
'''Manî''' (216-276), pêxemberê kurde {{çavk}} sedsala 3. e. Ola ku Manî saz kiribû, her çiqas îro ji holê rabûbe jî, di wê demê de alîgirên wê zaf bûn. Ola Manî li [[rojhilata Navîn]] derkete holê û bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta [[Pasîfîk]]ê belav bûbû û ji hezar salan zêdetir dom kiribû.
 
Ola ku Manî saz kiribû, sentezeke balkêş a olên din e. Manî [[Zerdeşt]], [[Bûda]] û H.z. [[Îsa|Îsa Pêxember]] wekî pêxemberên rasteqîn dibîne lê li gorî angaşta wî, piştî wan, wî wehiyeke hevgirtîtir standiye.
 
Di ola Manî de her çiqas hêmanên Bûdayî û Îsewî hebin jî (qene ji bo rojavayiyan) doktrîna herî balkêş ji dualîzma Zerdeştî hatiye standin. Manî daye hînkirin ku cîhan, ne ji aliyê xwedayekî ve tê birêvebirin, zaftir qada têkoşîna di navbera du hêzan de ye. Yek ji van “hêmana bed kuManîku Manî ew bi tarî û daringê re wekehevî kiriye; ya dî "hêmana baş" ku bi ronahî û ruhê re wekehevî kiriye. Ji ber vê yekê ramanên xweda û şeytên ên di ola îsewî de tîne bîrê; lê di ola Maniyî de hêmanên baş û bed wekî xwediyên hêzên wekhev têne zanîn. Di encama vê baweriyê de bedbûna felsefeyî ya ku feylesofên Îsewî û [[Cihû]] dixe nakokiyan, di felsefa Manî de nabe pirsgirêk.
 
Li vê, ji bo bi kitekit ravekirina ola Manî cî tune. Lê divê bê xuyakirin ku di ola Manî de, ji ber ku ruhê mirov bi hêmana baş û laşê mirov jî bi hêmana bed re wekehev bûye, alîgirên ola Manî bawer dikin ku divê ew xwe ji bihevrebûna cinsî -eger ji bo zêdebûnê be jî- dûr bigirin. Wekî din goştxwarin û şerabvexwarin jî hatibû qedexekirin.