Yosîf Stalîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Josef Stalin''' ''(Jozef Stalîn tê bilêvkirin)'' (bi [[Gurcî]]: იოსებ სტალინი/Îoseb Stalînî; bi [[Rûsî]]: Иосиф Сталин/Josîf Stalîn; * [[6'ê befranbarê]] [[1878]] li [[Gorî]], [[Gurcistan]]; † [[5'ê adarê]] [[1953]] li [[Kunzewo]] ber [[Moskow]]) duyemîn sekreterê giştî yê [[YKSS]]´ê û yek ji polîtîker û îdeologê navdar ê sedsala 20emîn e.
 
Ew bi xwe ji gelê Gurcî ye. Di zaroktiya xwe de perwerdeya olî dîtiye. Hêj di ciwaniya xwe de tevlî tevgera sosyalîst dibe û gelek caran tê zîndanîkirin. Navê wî yê orgînal Îoseb Besarîonîs dze Cûẍaşvîlî (bi [[Gurcî]]: იოსებ ბესარიონის ძე ჯუღაშვილი; bi [[Rûsî]]: Иосиф Виссарионович Джугашвили) ye. Navê "Stalîn" tê wateya "pola" û kodnavê wî ye,. biBi [[Gurcî]] "cûẍa" jî tê wateya "pola"{{Çavk}} û "-şvîlî" paşbendikeke belav e di paşnavên Gurcî de{{Çavk}}.
 
Stalîn, piştî mirina serokê şoreşa Bolşevîkan Lenîn, tê ser desthilatiyê. Şerê navxweyî bidawîdike, hêza [[YKSS]]´yê ji bo sazûmanbûnê, pêşdebirina alavên hilberînê birêxistin dike. Polîtîkayeke taybet a nateweyan dimeşîne. [[Kurdistana Sor]] a ku [[Lenîn]] ji bo Kurdan avakiribû bo xatirê [[Tirkiyê]] û [[Îran]]ê ji holê radike. Kurdên YKSS´ê dihêle bin desthilatiya [[Azerbeycan]] û [[Ermenistan]]ê ku ew jî pirranî li pişavtina Kurdan digeriyan. Li Azerbeycanê nasnameya Kurdan tê înkarkirin. Li Ermensitanê rewşa Kurdan heya dawiya YKSSyê baş bû. Vêgav ew jî hebûna Kurdan înkar dikin û dibêjin "li cem me miletê [[Êzîdî]] hene, Kurd nînin"{{Çavk}}.
 
Stalîn dema artêşên Almanyayê yên di bin serdariya faşîzmê de bûn êrîşî Rûsyayê dikin, hêza xwe vedikişîne, dihêle ku Elman heya derê [[Moskow]] werin. Wê demê li amadekariyên şer dixebite. Bi şikestina "[[Parastina Stalîngradê]]" pişta artêşên [[Nazî]]yan dişkîne. Ev yek rewşa şer jî kivşe dike. YKSS dibe yek ji serdestên [[Şerê Dinyayê yê II.]]