Şueyb: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Legobot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 5:
Çend hezar salan pêşda li başûrê Filistîna îro milletek bi navê Medyen dijiya. Gellê Ayka jî cîranên wan bû. Zeviyên wan î pirr mezin û berdar hebûn.
 
Gelê Medyen bi ticaretê, kirîn û firotina tiştan jiyana xwe didomand. Lêbelê gava wan ticaret dikir, caran dadmend ranedidan. Gava tiştek difirotin, tim û tim kêm dikişandin, lê wexta jî bi xwe tiştek dikiriyan, wê tayê jî mexsûz pirr kîlo dikişandin. Bi vî awayî hemû pê hev dixapandin. Bisekinin hîna neqediya: Gava ji dest wan bihata, li rêwiyan dixistin, car caran jî ew dikuştin û tişt -miştên wan didiziyan. Baweriya xwe bi [[Xwedê]] jî nedianîn, li şûna wî da bi xwe ra cûrbecûr ji keviran û daran [[pût]] çêkirî bûn û ji wana bi şev û roj [[secde]] dikirin.
 
Ji ber ku Xwede pirr dilovan û mihrîcan e û naxwazî mirovan biavêje cehnimê[[dojeh|cehnemê]], rojekê Xwedê ji vî gellê Medyen ra pêxamberek bi navê Şûayb şand. Bi rastî jî karê wî gelekî dijwar û çetin bû.
 
Pêxamber hat cem gellê Medyen û bi van gotinan hemû mirov li dor xwe kom kir: “Ey gelê min, qeziya Xwedê bikin û qe xwedayekk din ji wî ra mekin heval, tenê ew layîqê perestinê ye. Îro şûnve gava hûn tiştekî bifiroşin û bikirin, hêjmarên qentera xwe meguherînin û nerast mekişînin. Ev neheqiyek mezin e û li cem Xwedê bêexlaqî ye. Hûn bi derewên xwe li ser erdê bêtarekî pirr mezin peyda dikin. Bisekinin, hîna hûn dîsa neçûne mala xwe, hinekî gotinên min guhdarî bikin û dû fermanên min herin. Rojek tê hûn dimirin û Xwedê jî ji we hemûyan karê we pirs dike!“
Rêz 17:
Ji Xwedê bitirsin û tim û tim qeziya wî bikin, ji ber ku tenê wî hûn afirandine.“ Lêbelê gelê Ayka jî ew hu nekirin û bi matî gotin: “Ey Şûayb, kê ji te ra sihir kir û aqlê te nav hev xist? Hemû tiştên tu dibêjî tam derew in! Mana pêxambertiyê çi ye, gerê çer were fam kirin? Û tu bi rastî kî yî, tu ji me çi dixwazî? Em gerê gotinên te çer fam bikin. Aqlê xwe bigire serê xwe!“
 
Hz.Şûayb Şûaybpêxember bi dilekî xemgîn mêzeyî wan kir. Hinek mirov dijî wî derneketin, hinek jî qe guhdariya wî nedikirin. Mirovên ku dijî wî derneketî bûn, dûra hatin cemê û pêxambertiya wî rastandin, ji ber ku wî belê jî qe derew yan jî neheqî nekirî bû. Piştî wî rojê şûnde wan dixwest ku li şûna pûtan tenê Xwedê xwe yî rast, Xwedê Hz. Adem, Hz.pêxember [[Nûh]], Hz. IbrahîmAaIbrahîm]], Hz.Ismaîl[[Îsmaîl]] û Hz. [[Şûayb]] biparêzin. Hz. Şûayb keyfan ra hemû mirovên biîman û dilnizm hemêz kirin û ji wan ra ola Xwedê yê rast hukrin da.
 
Dûra jî ket rê û çû welatê gelê Medyen. Tev wî mirovên ku yê ola Islamê[[Îslam]]ê pejirandî bûn jî çûn. Wan bi şev û roj bê qefilandin û bi hewlekî mezin pûtperestan ra waaz dikir. Tim û tim mirovên gelê Medya û gelê Ayka ban riya rast dikirin û ew bi agirê cehnimê ditirsandin. Lêbelê banga misilmanan ji hêla gahuran tim dihat caw kirin. Kesekî ew guhdarî nedikir û hêdî hêdî dest bi nefret kirina va mirovên baş kirin.
 
Hz.Şûayb û hevalên wî hembera xeterekî pirr maîn da bûn. Pûtperestan car caran mirovên ku dû Hz. Şûayb diçûn digirtin, lêdixistin û rût û repal dikirin. Hz. Şûayb êdî nedikaniya van neheqiyan bikşînî. Rojekî çû cem gahuran ku wan agahdar bike: »Ey gelê min, çi dibe gava hûn bi xwe bawer nakin se jî, yê herî hindik, qaşî mirovên misilman mekin. Hûn pirr nebaş û neheqin! Hela carekî tunebûna gelê Nûh, Hûd û Salih bînin bîra xwe! Hûn qe rojekî ser radan û gahurtiya xwe yî nebaş raman nakin? Ey eşîret û gelên vî erdî, bê şik hemû rastî ji we ra hat gotin.“
Rêz 25:
Ser vîna mêrikek dewlemend ku serokek bû derket pêş û got:“ Na, ey Şûayb. Em hewceyî riya te û Xwedê te nînin. Bizane ku em gerê qe ji te bawer nekin. Dijane tu dîsa were ser ola kal û pîrên xwe, va ji bona te hê baştir dibe. Lêbelê gava tu û piştvanên xwe zû aqlê xwe negrin sere xwe, em gere we ji bajêr bavên der. “Hz. Şûayb ji wan ra ev bersiv da: “Na, piştî me rastiya Xwedê dît û li ser riya wî ketin, em dîsa nikanin vegerin ser riya pûtan. Guhnekî aha mezin li cem Rebbê alemê nayê aborandin. Hûn ji me vegerînê hêvî mekin! Bê şik Xwede wê dinê li navbera me û we da biryarekê dide, ji ber ku tenê ew dadmend û dilovan e.»
 
Pûtperestan roj bi roj ji misilmanan ra hê pirtir nebaşî dikirin. Wan bi gotinên xwe yî derew, misilman tizî Hz. Şûayb dikirin »Em xurt û dewlemend in, li dû me werin û Şûayb red bikin. Em zêr, zîv, bostanan û gelek xwerinê bidin we.» Lêbelê piştvanên pêxamber dîsa jî hakana digotin: »Na hûn me bikujin jî em dîsa ji riya Xwedê da dernakevin û nayên ser ola we yî ji rastiyê dûr. »
 
Bi vî awayî pirr rojên biêş û bêhêvî hatin û çûn. Hemû misilman bi xemgînî mêze Hz.Şûayb Şûaybpêxember dikirin. Wî jî herdu destên xwe li ber wî ezmîn kir û ji Xwedê biryarek û rizgarî daxwaz kir ku bila ferqa navbera misilmanan û pûtperestan derbikeve rastê. Bila mirovên ser riya rast werin bexşîşandin û misilman jî dîsa hêvîdar bibin. Piştî diayên Hz. Şûayb hewadora wan her çû hê germ bû. Germî ewqas dijwar bû ku gahur ji tirsan qurifiyan û hêdî hêdî fêrî rewşa xwe ya nebaş bûn. Vê germiyê dikanî canê wan hişk bike û wan vegerîne xweliyê yan jî xolavê. Bi vî awayî pûtperest nav xûdana xwe da fetisiyan.
 
Van bêtaran tam heft rojan li ber xwe da. Hemû kanî, bîr û çem ziha bûn. Pirrî mirovan ji tiyan û birçiyan miriyan. Hinek jî nedikaniyan hê rabin ser xwe. Lêbelê dîsa jî ji Xwedê bawer nedikirin û xwe ber pûtan ji bona alîkariyê davêtin erdê: “Hewaaar, hewaaar, hewaaar, çi dibe ey xwedên kal û pîrên me, ji me ra dilovan bibin. Me ji vî bêtara mezin xilas bikin!» Roja heyştan hewa hinekî hînik bû, ewrekî reş ket pêşiya tavê û hemû der tarî kir. Ser vîna pûtperest bi dilekî fireh qêriyan:“ Şukir ji pûtên me ra, em xilas bûn. Wana bergerîn û sergerînên me bihîstin û bersiv dan!“ Lêbelê şahiya wan pirr hindik ber xwe da. Carekî da erdhêjînek pirr mezin bi wan girt. Hemû malên wan hêrifiyan û pûtperest bin kavilan da man. Qe pûtek jî zexm nema bû, hemû ser sêrî ketibûn erdê.
 
Qet pûtperestek nekaniya ber vî tofana Xwedê xilas bibe, hemû miriyan. Hêla din, rewşa gelê Ayka jî pirr baş nebû. Nav ewrên reş da birûsk mîna marekî bijehr bi erdê diketin û hemû tişt dişewitandin yan jî dikirin kumek xweliya reş. Bi vî awayî gelê Ayka jî hemû tune bûn. Ne ji eşîreta Madyan ne jî ji eşîreta Ayka qet mirovek xweş nema. Hemû ji bona bêîtaet û rika xwe yî li dijî Xwedê hatin kuştin.Tenê Hz.Tenê Şûayb û mirovên ku dû wî çû bûn, jîndar man.
 
Dûra jî Hz. Şûayb mêze wan herdu şunên helşandî kir û got » Ey Mîrê min, min ji wan ra pirr salan heqî û neheqî nîşan da. Min ji wan ra tim û tim hêza te, dilovaniya te û meziniya te neql kir, lê wan pirr bêitaetî kir û pirr bi ser de çûn. Wan qet karekî xwe yî nebaş ber nedan. Bi rastî jî van herdu gelan ceza te heq kir. Ez xemgîn ninim. Gerê heyfa misilmanekî li pûtperestên înad û bêîman neyê. Gelê Medyen û gelê Ayka bextê gelê Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Salîh û Hz. Lût ku hemû hatine tune kirin, parve kirin. Ey Rebbê min, ji te ra hezar carî şukir ku te em ji destên van zulimkaran xilas kirin.“
 
Hz. Şûayb pêxember dû vî bêtara mezin hîna pirr salên din jiya. Xwedê bi hezaran pez û dewar dayê û ew pirr dewlemend bû. Qîzên wî jî pirr biîman û dawênpak bûn. Piştî Hz.Sûayb çend salan şûnde pîr bû û êdî nekaniya şivantiyê bike, qîzên wî karê bavê xwe berdewam kirin.
 
[[Kategorî:Pêxember]]