Immanuel Kant: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 7:
Li bajarê [[Prûsya]]ya rojhilat Königsbergê (Kaliningrad) ji dayik bû û heta dawiya jiyana xwe li vî bajarî ma. [[Xusla Te'mîd]] Immanuelî bi navê ''Emmanuel''î hat kirin, lê wî, paştir dema zimanê [[îbrî]] hînbûye, navê xwe guhart û kir ''Immanuel''. Ew zaroyî çarê ji neh zaroyên malabatê bû (pênc ji wan hêşta zaro mirin). Wî piranî ya jiyana xwe li bajêrê bûna xwe, ko li wî çaxî paytextê Prûsyayê bû, derbaz kir. Babê wî, Johann Georg Kant (1682-1746), sin'etkarekê (hostayekê) almanî yê xelkê [[Memel]]ê (niha [[Klaipeda]] a [[Lîtwanya]]yê e) bû. Dayîka wî, Anna Regina Porter (1697-1737), keça kurtankerekî bû. Di zarotiya xwe da Immanuel xwîndinkarekê baş bû. Di malbateka [[luterî]] da mezin bû ko bawerî bi xwe terxankirina jibo [[dîn]]î, xwe-şkandin û zahidiyê û vexwîndina peyvaneya [[Kitêba Pîroz]] hebû. Ji ber hindê, Immanuel bi awayekî rijd hat perwerdekirin-xwedî tertîb, hişik- ko li zimanê [[latînî]] û rênumayiyên dînî pirtir ji riyaziyat û zanistî rêz digirt. Paştir, Immanurl behsa wê heyamê bi heyameka nexweş dikit.
 
Gava li zanîngehê xwendekar bû çend salan ders da xwendekaran. Gava xwendekar bû di bin bandora [[Leibniz]] û [[Woolf]] de ma. Di sala 1755'an de piştî ku bû [[doçent]] li zanîngehê dersên curbecur ên [[Zaniyariya Civatê]] da. Kant di destpêkê de di mijara [[fîzîk]] û [[astronomî|astronomiyê]] de nivîsand. Di sala 1755'an de berhema xwe ya bi navê "Dîroka [[Gerdûn]]iya Xwezayî û Teoriya [[Buhişt]]an" nivisand. Di sala 1770'an de bu serokê kursiya Mantiq[[mentiq]] û Metafîzîkê. Piştî 1770'an bi bandora [[Hume]] û [[Rousseau]] felsefa xwe ya rexneyî pêşve bir.
 
== Berhemên wî ==