Fistiq: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
↓↓bknz ΣΓ*Ψ*ζ=Σ⅛*σ*ζ*⅛*⅛*ψ*1/1/22/7 26.11.2014 p:m :15:30 |
B Reverted 1 edit by 95.9.102.130 (talk) identified as vandalism to last revision by MikaelF. (TW) |
||
Rêz 1:
{{Taxobox
| name = Fistiq
| status = NT
| status_system = IUCN3.1
| image = Fistiqa_Kurdistane.jpg
| image_caption = Dara fistiqê û fistîqê lûtik
| regnum = [[Riwek|Plantae]]
| divisio = [[Riwekên kulîlkdar|Magnoliophyta]]
| classis = [[Dicotyledon|Magnoliopsida]]
| ordo = [[Sapindales]]
| familia = [[Anacardiaceae]]
| genus = ''[[Pistacia]]''
| species = '''''P. vera'''''
| binomial = ''Pistacia vera''
| binomial_authority = [[Carolus Linnaeus|L.]]
| origin = [[Iran]]}}
'''Fistiq''' yek dar ji malbata benîştokan û fêkiyên ew darê ye. Darê fistiqê yek ji darên kuvî ya ku li çîyayên Kurdistanê diçê ye. Bi fitiqa kuvî ra dibêjin [[benîştok]]. Ku ye darê benîştokê qelem ke dikane çexa darê fistiqê ke. Her wiha [[menegûş|darê menegûşê]], [[butlum|darê butlumê]], [[şengîlî|darê şengiliyan]] ji malbatekê ne û bi qelem kirinê kanîn bibin fistiq.
== Fistiqvanî ==
Fistiqvanî karekî pir bi zehmete. Fistiq pir avê naxwaze lê dareka gelek hesas e. Çavikên darê fistiqê wextê biharê diteqin. Mehê tebax fistiq rind gir dibin û lûtik. Fêkiyên fsitiqê wek [[guşî]] dibin. Bi guşiyên gir û çê re dibêjin [[kelle]]. Bi fistiqê kesk ra dibêjin fitiqê boz û bi yên sor ra jî dibêjin lûtik. Ku fistiq dibe lûtik devî xwe diqelişe. Qalikî ser radikin û diqewirînin.
[[Wêne:Pistachios.jpg|thumb|left|Lûtika devqelişî]]
Çavikên fistiqan di ber pelçan de dertên. Ku ew çaviknan bweşin an jî ji aliyê ajalan de werin xwerin fêkî bi darê nakeve. Ji bo neweşandinê çavikan mirov di xwaze ku tim bi çav xwe ra ke û baldar be. Wê lomê fistiq topkirin karekî bi zehmet e.
Darê fisdeqan di destpêkê de wek sitil anji wek hebek te candin.
Jibo ku sitila xwe bas bigihe gelek emek û peywendî jê re pewist e.
Dema ku umrê xwe digihêje 13 salan dar tê lûlkirin dakû meyweyan bide. Ji lûlkirinê 4-5 salan bisunde dar cara yekemîn meyweyan dide. Ev cend sal in dar bi îlacên candeyî tên ilackirin jibo ku berdar be.
Darê fisdeqan dareke gelekî taybet e; jibo berdarbûna vê dare dive ku sal bas derbas be. Ev yek tê mane ku sal xwediyê zivistaneke xort, buhareke bê sarî û bê zîpik û havîneke hisk û germ e (nêzike 40 dereceyan). Bi vi awayi meyweya dare ne tenê zêdetir lê bastir jî dibin.
=== Payîz ===
Di vê demsalê de fisdeq (meywe) tên komkirin û ji komkirina fisdeqan mehek bisunde dar tên adakirin. Milên zuha ên dare wek hersal tên qutkirin. Ev qutkirina milên zuha him jibo tenduristiya dare girîng e, him jî jibo ku dar di zivistanê xwe bastir karibe li hemberî sermê biparêze. Ev milên qutkirî ji alîye gel ve tê komkirin û jibo vêxistina êzingê tê bikaranîn. Di demsala payîzê de baxê fisdeqan careke tê cutkirin.
=== Zivistan ===
Wekî her dar dare fisdeqan jî di zivistanê de vedihese. Îlaca zivistanê tê avêtin daku dar zêde zerar ji zivistanê nebîne. Di vê demsalê bax naye cutkirin.
=== Buhar ===
Bi hatina buharê baxê fisdeqan jinuve tê cutkirin. Di orteya buharê salkimên meyweyê xwe nîsan didin û bi pelgên darê re vedibin. Di dema buharê de bax 3-4 caran tê cutkirin.
Demê biharê [[tertûl]] derdikeve. Tertûlî fistiqan kurmekî gewrikî biçûke. Bi kom li darê dicivin û çavikan dixwin. Ajalekî din ku zerarê dide fistiqan [[Xatûn (ajal)|xatûn]] e. Xatûn dihere di ber kokê fistiqan de hêkan dike û kurmî xwe di kokê darê da girdibe. ku meriv nekujê dikane darê hişk bike. Ajalekî din ku zerarê dide fistiqan cureyekî [[kelmêş]]an anjî yê [[kuv]]an e. Nexwaşiya ku kurd dibêjin zeng wek mîna aveka reş ya zeliqoqî ye. Hin dibêjin ew ji kelmêşan çêdibe lê dibe ku ji kuvan jî çêbe.
[[Wêne:Fistiqa kurdistane1.jpg|thumb|right|Li Kurdistanê topkirina fistiqan]]
=== Havîn ===
Di rojên havînê de fisdeq (meywe) di qalikan de tijî dibin û pêsdikevin. Bi destêkirina meha îlonê gel dest bi komkirina fisdeqan dike.
=== Komkirina fisdeqan ===
Komkirina fisdeqan herî kêm ji aliyê 4 kesan tê kirin. Jibo komkirina fisdeqan ev tist pêwist in: erebe, 5-6 qumasên ku ji wan her yek 4 m<sup>2</sup> ye û nêrdewanek (ku destê mirov bigihêje fisdeqên herî jor jî).
Qûmas di bin darê tên rêxistin, kesek bi aliyê nêrdewanê derdikeve ser darê û fisdeqan wek salkim qut dike. Fisdeq dikevine ser qûmasan.
== Çavkanî ==
== Girêdanên derve ==
[[Kategorî:Fêkî]]
[[Kategorî:Dar]]
[[Kategorî:Famîleya sincan]]
[[Kategorî:Floraya Kurdistanê]]
|