Cudahiya di navbera guhertoyên "Îbrahîm Seydo Aydogan" de

1180 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 15 salan
kurteya guherandinê tune ye
'''Îbrahîm Seydo Aydogan''' nivîskarê kurd e.
 
[[Romanûs]] Îbrahîm Seydo Aydogan li [[Qoser]]a Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê xwend. Di sala 1993an de beşa mamostetîya edebîyatê ya zanîngeha Dicleyê ko li Diyarbekirê ye qedand. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stenbolê li lîseya Siltanehmedê dest bi mamostetîyê kir. Di ber mamostetîyê re edîtorîya kovara kurdî ya edebî [[Pelîn]]ê kir. Ji destpêka sala 2001ê ve dev ji hemî karan berda û ji bo çêkirina doktoraya xwe ya li ser edebîyata frensewî çû Fransayê. Li ser [[Victor Hugo]] û romanên dîrokî master kir.
Îbrahîm Seydo Aydogan di sal 1976an de li [[Qoserê]] hatiye dinyayê.
 
Wî di şanzdehsalîya xwe de dest bi nivîskarîyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û gelek nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996an de bi temamî dev ji [[tirkî]] berda û ji wê rojê ve tenê bi [[kurdî]] dinivîsîne. Aydogan heta niha 6 pirtûk nivîsandine. [[roman|Romana]] wî ya pêşiyê »Reş û spî« di sala 1999an de derket. Pirtûka wî ya duyem »Hezkiriya Xwedê« ko ji heft çîrokan pêk tê, li ber çapê ye. Pirtûka sêyem »Leyla Fîgaro«, ko dibe romana wî ya duyem, dı sala 2003'an de derket.
 
== Berhem ==
*[[Hezkiriya Xwedê]] (çîrok, neçapbûyî)
*[[Leyla Fîgaro]] (roman, 2003).
 
==Binêre ==
*[[Lîsteya romanên kurdî]]
 
[[Category:Nivîskar]]
21.889

guherandin