Cudahiya di navbera guhertoyên "Girê Mirazan" de

84 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 5 salan
kurteya guherandinê tune ye
Verastkirina nave Xirabreşkê jibo feşikandin û kospandina damezirandina zanistê li ser kûtalê dêrsandî wek peywirek ji berpirsyariya parskî piraştibe tûşî min hat. Lewma ez weç dibînim,tew fer dibînim ku vê verastandinê li jêr bi dirêjahî vepasim.
 
'''Zelandina navê Xirabreşkê'''
 
Xirabreşk gundekî biçûk û nêzikî navenda Ruha`yê ku dûringa wê 15 kîlometer in. Navê wê ê resen bi kurdî ye û Xirabreşk e. Li sala 1946 navê wê ji aliyê dûgela tirk ve bêbextane wek `Örencik` hatiye guhartinê. Gund navê xwe ji vî xirabî hilgirtiye. Navê wî girî bixwe jî `Xirabreşk` û lewma jî ji wî gundî re jî gotine `gundê Xirabreşkê`.
Ma ev awişt e? helbet na!
 
'''Nîşeyên Sendroma Efendîtiyê'''
 
Binêrin navê Xirabreşkê ji tirkî Göbeklitepe wek `Girê Navokê` werdiçerxîne. Zeharên bi vî rengî ez dibawerim tenê li me kurdan diqelibin.Kurê min ! gedê min ! Ma te tu caran navekî wisa bihîstiye? Ma navê kurdî wisa dibin? Ev serê leşkerê tirk ê mêjîmirîşk e ku ew tenê navên wisa li cih û waran datîne. Ma tu nabînî? xwelî li serê te be! Ma ez ji te re çi bibêjim.? Ev kurdê me qay tu dibêjî ji valagehê hatine û haya xwe ji kar û barê dûgela tirk nînin. Nizane ku navê her cihekî bi kurdî jî heye, ne hewce ye hevwate be. Çim ku tirk xwe di ser kurdan re dizanin,lewma gava navê cihekî bi kurdî dibihîze bicinan dikevin, xwe hildipengizînin dibêjin `bu ne biçim dil böyle ! hemen degistirin ulan! burasinin adi filan olsun! falan olsun! `Örencik`, `Tepecik` ê dî xweda çi daye ber devê wî ê şom. `Tirk` tucaran neponijye ku ev gel xwediyê van deveran e, ev der binav kirine daku jê re kişametiyê û girametiyê binimîne,bejna xwe li ber çand û kelepora hingamên bihûrî, gelên kevin û gelê kurd bitewîne.Li bal wan ponijin, fikirin û ramanîn nîne, ferman heye `yap oxlim!` `et oxlim!` `git oxlim!`.Gava tirk tûşî kurdan tê tavilê dibe efendî. Bi rastî jî zerpên wan ji îngîl û rûsan xwerine ew nexweş kirine û xistine nava qeyraneke kûr û dirêj ku hê çend sedsalan jî jê nafilitin.Lêbelê tenê gava ew kurdan dibînin birîna wan a efendîtiya wan carekî din hildizidiqe.Ew hê ji dixwezin wê gewza wan a berê li ser kurdan bidomînin lê ew êdî ne gengaz e, ne jî şîmane ye.
 
'''Hinkeft'''
 
Li gelek deverên cihanê mirovên zanistê, serborîperest, mirovên naşî,şagirt, bextcu hwd. Di nava koş û xiroşeke mezin de lêgerîn û gercustên giranbiha dikin ku kifş bikin ka şaristanî li ku destpê kiriye û jikû pişkaftiye. Ev nêzî du sed sal in ev kar û xebatên wisa didomin. Geh gotin ji Qibtê derket geh gotin ji Romê, carinan jî digotin ji Yuna derhatiye. Gehinan jî digotin vedozînerên şaristaniyê Levantiyan in ku ji welatên li rojhilatê deryaspî ên wek Libnan, Kenan, Ednan, Filîstîn û Îsraîl dicemin, Piştre berê xwe dane Sumeriyan. Erê gelê sumerî gelek tişt veşikaftibûn û vedozîbûn, bes xêr ji seretaya şaristaniyê. Mirovên jîr û hêgîn bîr birin ku di serî de mirov ne di wê derawayê de bûne ku şaristaniyê di nava devê du robaran de damezrînin, ên wek ferat û dijlê de ku ji cihnigariyeke ji lîtav û avzêman,ji co û cobaran vedicemî bûye. Piştre gitiya zanistê ew fêhm kir ku wê şaristanî tenê dikane di nava bêlanên li qûntarên çiyan û li hilindiyên robaran bê hilberandin. Erê wisa jî hat selimandin ku bi rastî jî şaristaniyê ne li miyandevan, lê li pesar û berwarên di nava robar û çiyayên ku wan robaran bi berf û baran, û şilemeniyên xwe ên wek din xwedî dike digewzîne û dixurdîne de destpê kiriye. Erê li dawingê mirovên zanistê hevhizir bûn ku şaristaniyê li `hîvoka birişt` serfetihandiye.
 
'''Ango li Kurdistan`ê!'''
 
Erê Kurdistan landik û dergûşa şaristaniyê ye. Robaristan ku nava çemên Ferat û Dijleyê fire caran wek mezopotomya ya jêrîn tê fêrisandin, şeş hezar salî dîroka xwe a şaristaniyê heye. Gava li Kurdistan`ê dinihêrî, tu dibînî ku dîroka şaristaniya wê 12 hezar sal in. Ew çi mirêsdarî ye, ew çi wûrşedarî ye! Karê me kurdan gelekî hêsan e, em wek neteweyên din ne fer in şaristaniyek ava bikin, bes tenê em şaristaniya bapîrên xwe, a ku em li ser di şerepezetiyeke mezin, a ku em liser di belengaziyeke mezin de dijîn dakolin!
Xirabreşk ne tenê direfşa seretaya şaristaniyê ye, him vê re jî wek şehreke mezin û metropola hingama Neolîtîkê derdikeve pêşberê me. Ew nîşanê me dide ku jiber gome, zozan, gund û şehran peristgeh hatine avakiri, cûrbecûr, gir û hûr, mezin û biçûk. Lêbelê di nava van de a herî mezin bêguman Xirabreşk bûye. Ew hec û Mekke` ya wî zemanî bûye. Peywira ser milê kurdan ew e ku îro jî berê mirovên ji her dînî ber bi Xirabreşkê bikin da ku ew peristgeha wî zemanî bibe peristgeheke zanistî a dîroka mirovatiyê a nûjen jî.
 
'''Agahiyên Bingehîn'''
 
Xirabreşk an ji bi tirkiya şapînoz `Göbeklitepe` bi ser milê bakûrê rojhilat ve 15 km dûrê navenda parêzgeha Ûrha`yê û nêzikê gundê Xirabreşkê ye. Koma avahiyên ayîngeha herî kevin û dêrîn a li ser Cîhan`ê ye. Gewşeniya hevbeş a van avahiyan ew e ku 10 an 12 kêlên bi teşeya T bi şikleke girover li hev rêzandine û miyana wan jî bi dîwarên kevirîn honandine. Di navenda vê avahiya girover de du kêlên din ên hîn berztir hene ku li hindavên hev hatine çikilandinê. Li ser zehfaniya van kêlan, hinek direfşên mirovîn, dest, pî û baskên mirovîn, dawer û hêmeyên razber û nedîtbar bi şêwazeke hilpetikandî û qewartî hatine şayesandin. Li hinek kêlan ev nîgar û nimûşên dabaşkirî ew hinde himbiz hatine siviyandinê ku mirov bawer nake ku ew bi mebesta xemilandinê hatibin nitirandinê. Berewajî ew nîgar û nimûşên hanê mirov dihizirînin ku ew komnivîs şîmane ye ku bona, çîrokekê, amajeyekê an peyam û namilkeyekê hatine derbirin. Di nava nimûşan de ên ku herî himbiz dixuyin ganêr, bore ango berazê kûvî, rovî, mar, miraviyên kûvî, sîsark in. Ev cî ne wek wargehek, lê wek ayîngehekê tê veniyasînê.Ev tiştên ku hatiye fêrisandin ew e ku van ayîngehan di serdemeke derbaseya hilberînê a cotkariyê û zandariyê ji aliyê komên nêçirvan ve hatina bûnandin.Ew diwate ku li derdora Xirabreşkê qewtên nêçîrvan û hilçininde ên ku xûdanê sazûmaneke baweriyeke perisî, geşa û kûr hebûne, ev der ji wan re gelekî evra bûye. Tê angaştin ku şênîbûna vê herêmê a herî zû werçerxa A`yê a Serdema Neolîtîk a Bê Dîz û Kûz an bê Pinc û Şkevk e ku tûşê salên 9600-7300 ji B. Z. tê ye. Ew ji tê maneya 116000 ji berê rojgara me. Digel vê yekê em ne di wê derawayê da ne ku em dîroka çalakiyên mirovîn ên herêma Xirabreşkê bipeytînin, lêbelê ger mirov li van damezriyên bîrdarîn difekire, dihizire ku kevnariya wan digihije serdema Paleolîtîkê ango Hingama Berdîn A Kevin tew digihije hîn çend hezareyên kevintir heta Epîpaleolîtîkê ango Hingama Berdîna Kevnarê. Tê ramanîn ku siviyandina Xirabreşkê weke navendeke ayînî heta derdora 8 hezar salî B.Z. dikûdîne û ji wê pê ve hatiye şemirandin û bi tu awayên din û jibo tu haweyên din nehatiyê bikaranîn.
Hemû van kêlan wek peykerên mirovan ên şêwazkirî tên şayesandin. Nemaze nîgar û nimûşên dest û pê, piyên mirovîn ên di laşên kêlên navenda avahiya D de hatine nitirandin, di vê mijarê de hemû gûş û xişûşan dimesêxe. Lewma têgiha `kêl` vatiniyeke xwe a xwerû venahewîne, tenê wek têgîneke arîkar têt siviyandinê. Binema ev kêlên hanê traştiyên şêwazkirî ne ku laşên mirovan sêdîmenî dişayesînin.
 
'''Asûn û Hawir'''
 
Ew hilindiya ku li ser tirbek hebû, ji aliyê dimatiyan ve wek `Zêwiya Xirabreşkê` dihat bilêvkirin,girekî 15 metro bilind, li ser nêvengeke ku ji 300x300 metro pêk tê bû ku ew jî li ser besteke gêçîn a ku eşkêla wê 1 Kîlometro ye dipeyîde . Li ser bestê li tenişta van damezriyên ayînî, qator jî hene. Ev jî diwate ku mirovên dimatî ji 12 hezar salî pê ve bênavber ji wan giran kevirên kilsîn hildikolên û pê avahi û avadaniyên xwe dihonin.
Tê angaştin ku dozîna kêlên bi şikla T li ser rûyê axê, li herêma Ûrhayê wek Yenî Mahalle, Karahan, Sefertepe û Hemzetepe, destkeftina nimûşên taqsazîn ên bi vî rengî di dakolandinên li Nevala Çorî de jî nîşanê me didin ku Xirabreşk bi van cihan re di peywendiyê da bûye.Zanistyar û lêkolîner balê dikişînin ser biçûktiya kêlên T(1,5/2 Metro) ên li van deverên dawîn ji ên Xirabreşkê. Serencam li dûv van destkeftiyan boçûnên wiha tên derbirin ku li herêma Ûrhayê Xirabreşk ne bi tenê sere xwe navendeke ayînî bûye, çend cûre navendinên din divêtin hebûna. Lewra ev xala hanê gelekî giring e ku ev kêlên hanê ên dîmen biçûk ku li navendên din hatin dozîn tûşê ta û nihamên hîn dereng ên xirabrêşkê tên. Ew jî diwate ku Xirabreşkê di serdema xwe de, di biwarê ayînî de navenda herî mezin a herêma Ûrhayê bûye. Ger mirov bihizire ku li cihên din ên gitiyê di wan hingaman de tu deverên di ên wisa jî ne bûne, giringiyê Xirabreşkê hê zelal dibe û wê dike cihekî taybet ne tenê li kurdistanê, lê pê re li hemû cihanê. Ango bi peyvên hê pastir û zelal ev der cihê ewil ê şarisaniyê ye.Hîmê şaristaniya cihanê li vir hatiye darêştin. Ev jî kelecan balkêşiya mirovan her ku diçe zêde dikişîne ser xwe.
 
'''Vekolîn û Dakolîn'''
 
Xirabreşk di dema gercustên rûxalî ên projeya gercustên pêş-dîrokî ên başûrê rojhilatê Anadolê ango Kurdistanê ji aliyê Zanistana Stebol`ê û Zanistana Chicagoyê li sala 1963 an hat peytandin. Hinek girêleyên neasayî û nesirûştî ji parçeyê kevirên heste tije dixuyîn. Di encama gercustên rûxalî bi hilspartina dozemeniyên li rûyê gir, hatiye angaştin ku ev dever divêt warekî giring wek Goristana Biris, Kêlgeha Dara Biyê 1(Epîpaleolîtîk) an Kêlgeha dara Biyê 2(Paleolîtîk û Epîpaleolîtîk) be û wekî din jî tu xebatên din nehatine kirin. Cara ewil di gotara Peter Benedict de di a ku bi nave `surway work in Southeast Anatolia` ango gercustên rûxalî li herêma başûrê rojavayê Anadolê hatiye dabaş kirin. Dîsa jî kesî guh nedayê. Piştre li sala 1994 de Klaus Schmidt ji Zanistana Heidelbergê lêkolîneke din li herêmê rewand. Ta hîngah gewşeniyên bîrdarîn ên vê kavilê û vebestî vê, hêja wê a bastannasîn bala mirovên zanistê kişand ser xwe.
Xebatên dakolînê li sala 1995 an piştî dawinga gercustên rûxalî ên di bin serokatiya mûzeya Ûrhayê, di binê rawêjmendiya zanistî a Harald Hauptmann ji Daziya Bastannasiyê a Alman li Stembolê destpê kirin. Tavine re xebatên dakolînê dîsa di bin serokatiya mûzeya Bastannasiya Ûrhayê, bi rawêjmendiya zanistî a Klaus Schmidt destpê kirin. Dewra ji sala 2007 an pê ve kar û xebatên dakolînê bi biryara lijneya wezîran statûyeke dakolîna fermî wergirt û dîsa di bin pêşengiya Prof. dr. Klaus Schmidt ji Saziya Bastannasiya Alman hatin domandin.dûre jî Saziya Pêş-Dîrokî A Zanistana Heidelberg`ê a alman jî beşdarê vê projeyê bû. Kar û barên dakolînê ku bi salan nişmî û hûrgilî kûdiyan, encamên zanistî ên ewle ên ku merc û hoyên Şoreşa Neolîtîk ango Şoreşa Berdîna Nû amade kirine bi dest xistine.
 
'''Nihimandin'''
 
Di encama xebatên dakolînê de diyar bû ku li Xirabreşkê çar niham hene. Li niham û çîna herî jor pûwaza rûxalî heye ku ev ji kuncê bastannasiyê ve ne giring e. Her sê nihamên din ev in;
Nihama II. ji avahiyên biçûktir bi pilanên çarsûçe ên ku di gerûya wan de an kêlek û du kêlê hên biçûk hene an jî hîç kêl tê de tûne ne pêk tê. Mirov dikane nihama III. Neolîtîka bê kûz û dîz A,nihama II. jî gihaneka navmiyan û zû a Neolîtîka bê kûz û dîz B vewêrîne. Schmîdt wekat dikir ku nihama III. 10 hezar salî Berî Zayinê nihama hê nû jî 9 hezar salî Berî Zayinê bên mêjûyandinê. Dewra di encama mêjûyandina radyo karbonî de diyar bûye ku ev merzên nihama III. , ên hîn nû hatin dakolandin û derxistin ,bi ên din re ne sihê hevhingam in. Ya herî kevin merza D `yê li dûv van daneyan merza D di navmiyana hezareya 10. De hatiye bûnandin û di dawiya hezareya dehemîn de jî hatiye şemirandin. Dîwarê der a merza C ji dû honandina merza D hatiye bûnandin. Merza A jî ji her du avahiyan şûn ve hatiye çekilandin. Lewra bona dûpata van nirxandinan tê pejir kirin ku weçî bi hê zêdetir bi dane û agahiyan heye.
 
'''Dozemenî'''
 
Taqsazî
Di nava mezrên hatin vedan de tu dozemeniyê ku şopa banên xaniyan dinimînin naxuyin. Hîngahê mirov jê vê encamê koz dike ku van avahiyan perestgehinên serpas bûne.
 
'''Nihama III.'''
 
Di nihama III. de ku girintirîn dozemenî di vir de ne , di sala yekemîn a dakolînê de çar mezr derketin holê û ew wek mezra A,B,C,D hatine navandin. Di encama dakolînên din ên pişt re jî sê avahiyên din bi navê E,F,G ji binê herdê hatin derxistin. Pîvanên jeomanyêtîk dinimînin ku hê ji van avahiyan nêzikê 20 avahiyên din di binê erdê de ne.Di vea van avahiyên ayînî de gewşeniyên taqsaziyek hevşêwe hatine peytandin.
Embazek balkêş di nava van hilpetikan de jî ew hanê ku li ser kêla bi jimara xxv ye. Ji hilpetikan yek hilpetika mirovekî bi şêwazî ji duçarê de hatiye şayes kirin e. Tê derbirin ku ew nimûşa ku wek `xwîngiyek beridî`,ji aliyê serî de bi sikûme wek kilox hatiye nexşandin. Gava mirov çiniyên kêl li hev kom dike,dibîne ku nimûşek ajalekî bi qasî 10 cm 25cm dûr li hindava nimûşa mirov disekine heye. Tê têgihiştin ku ev ajal ji segelan e û dixuye ku çar lingên wî ber jor hilhatine û boça xwe li girşa xwe badaye.
 
'''Nihama II.'''
 
Di vê nihamê de avahiyên bi planên girover nayên dîtin,dêl vê avahiyên bi planên çarsûçe hene. Bes daçikilandina kêlên wek T ku şengistên taqsaziya avahiyên ayînî ên nihama III. in, di van avahiyan de jî hê hatiye domandinê. Mezrên vê nihamê jî bi zehfanî heman avahiyên ayînî ne. Bes dîmenên avahiyan biçûkîn quncisîne,
Ji bilî van alavên berîn gelek peyker hatin derxistin. Beşek ji van serê mirovan in ku bi dîmenên asa ne û ji kevirê kilsîn hatine dirûst kirin. Jêmayên şikestî tîne bîra mirovan ku ev ji peykerên binema qetiyane. Dozemeniyeke balkêş ji bilî van peykeran berhemeke wek totem e ku di dakolînên 2011 de derket holê. Bejna wê 1.87 m ,berê wê 38 cm ye ji kevirê kilsîn hatiye qewartin ku li ser darêjnivîseke hevdûdanî û nimûşên cûrbecûr cih digirin.
 
'''Dozemeniyên din'''
 
Di nava axa ku hatiye derxistin de piştî dakolînan hatiye dozîn ku genimên bejî ên yeklib hene. Tu berjengên ku nîşanê me bidin ku ka dexl û danên kedî kirî wî zemanî hebûne, nehatin şikaftin.Jêmayên riwekên din ên hatin peytandin tenê celebên behîv û fistiqên bejî ne
Dozemeniyên hestiyên ajalan, lewra aîdê gelek ajalên cûrbecûr in. Di nava wan de ên herî zehf tûşê me tên ev in ask,gakûvî,bet ku ev nimûneyên ajalgelên tejaneya Dîjleyê ne. Digel vê firecûretiyê cûreyên kedî di nava wan de nayên dîtin.
 
'''Hilsengandin û Şîrove'''
 
Heta dakolandinên Xirabreşkê gitiya zanistê cemawerên nêçirvan û hilçininde bihêsanî li ser standadên astnizim şîrove dikir jiber hizra ku ew bi awayeke gûrfên biçûk ên rewend xwe sazkiribûn. Bes di encama hildinan de derket holê ku ew cemawerên wî zemanî hîç nebe li vê herêmê weç e ku xwedî bastûreke civakî yeka pêşkeftî û firealî bin jiber ku navendeke ayînî bi taqsaziyeke bi dîmenên bîrdarîn,kêlên mezin ên qewartî,nimûşên direfşî, vejandinên şêwekar berjengên wê ne. Hemû ev dozemeniyên li Xirabreşkê derketin holê, nîşanê me didin ku seba çalakiyên bi vî rengî bên darastandin,pêwîstiyeke bi pêşkeftiyeke di biwarê rêxistiniya gûrfên gilûr,hêgîniyên arizî ên hunerê, tiz û niçên ayînî û hebûneka û lêgerîneke bîrbirî û rûbuwaryeke hunerê heye. Li ber roniya van dozemeniyên nû ku li vir derketin holê ,divê gitiya zanistê boçûnên xwe ên serwer li ser bastûra civakî û çandî ên qewtên nêçirvan û hilçininde venihêrin.
Li hêla din hêman û direfşên ên dirûvê Xirabreşkê,lêbelê ên bi pîvangên hê biçûktir di encamên dakolînên li başûrê Kurdistan`ê heta Rojavayê Kurdistan`ê de jî derkeftin qadê. Li ser van daneyan mirov dikane biangêşe ku Xirabreşk di hingama Neolîtîkê de ji quncê hevbandoriyê de navendeke giring bûye.
 
'''Veristandin û parastin'''
 
Xirabreşk wê di binê parastina berbesta heyiyên sirûştî û çandî a bi jimara 2863 a dûgela tirk de ye. Ji aliyê kargêriya lijneya herêmî a parasitna heyistên çandî a Amedê li 27. 09. 2005 bi biryara jimara wê 422 ne wek nêvenga wêran hatiye tomar kirin. Di neritandinên salên dawî ên xebatên hildinê de hindaveke ber bi `parastin û berpêşandina avahî û herêmê bi awayekî her wek xwe` derketiye.dîwar û kêl ,bi caw û axa bîtî û bastûrandinên depîn bê têlên direhîn tên parastin. Bes dîsa jî di maweya dirêj de gefa dêrsê û mercên hawirdorê fer dike ku avahiyên vir û berhemên bastannasîn nefsî bên sitirandin. Wek berginda vê weçiya hanê li 2010 de Fona Kelepora Giloverî daxuyand ku jibo sitara Xirabreşkê bernameyeke firesalî dê bê berdestkirin. Xebatên di vê hindavê de tên pêşbînî kirin ku wê bi hevkariya wezîrtiya geştiyariê û çandiyê a Komara Tirkiyê, şaredariya Ûrhayê,Saziya Bastannasiya Alman, fona gercuşta Alman tevde bê rewandin. Armancên vê rahijmendiyê ew in ku veristandineke bêdira a kargêriya avahî û derdorên wan, belitandina pêşnumayeke parastinê yeka guncav û hinkuf li pêşendê,piştevaniya çêkirina serpoşiyeke bo hêvişandina berhemên bên berpêşandin ji hoyên rêbayê û avêtina helc û pêngavên rahijmendiyên bi vê mebestê. Di vê çarçovê de tên pilankirin ku jibo desteya projeyê dam û dezgeh bên ava kirin,xêzên veguhastinê û cihên parkan bên bûnandin,nêvengên serdangeran bên honandin, bi hindê ku derawa weç dikin bi awayekî berfireh divê binavaya geştiyariyê bê geşandin.
6

guherandin