Feqî Huseyîn Sagniç: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Piling (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Piling (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Mamosta Feqî Huseyn Sagniç (1926-2003) Nivîskar û Zimanzanê Kurdî'''
[[Image:HUSEYIN.jpg|right|thumb|Feqî Huseyn Sagniç ]]
Feqî Hûseyîn Sagniç di [[1926]]an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navça Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Ew salek piştî bizava [[Şêx Saîd]] hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navça Xîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûrîya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Wî zarotîya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştanda bûm, bavê xwe winda kir û sêwî ma. Ji ber xizanîyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bû berxwan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavanîya wa sê sal li pey hev domand. Di wê navê de wî Quran xwend. Li dawîya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çû gundê Oranisê li medresa Seydayê (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir.
Rêz 7:
Feqî Hûseyîn Sagniç, di navenda Çanda Mezopotamya de dersên zimanê Kurdî dide. Di damezirandina Înstûtiya Kurdî ya Stenbolê de cîh digire. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara Înstûtiyê ye û her wiha di bûltenên Înstûtiyiê de, nivîsan dinivîsîne. Lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derdikevin. Her wiha ew bi giranî bi Kurdî dinivîsîne.
Mamosta Feqî Huseyn, gelek caran jiber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû. Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand.
Roja 20 ê çirîya paşîn (sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma. Roja 12 adarêadara [[2003]] yanroja çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy ço ser heqî ya xwe. Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamosta pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û tezîyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt. Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin.
 
'''Berhemên Mamosta Feqî Huseyn yên ku hatine weşandin ev in:'''