Abdullah Öcalan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guhertoya 621474 ya Rojava24 (gotûbêj) şûnde kir
link to Stenbol
Rêz 28:
=== Destpêkê jiyana wî ya siyasî ===
 
Di wan salan de [[Stenbol]] di bin tesîra bayê 68an de bû. Ocalan jî kete bin tesîra vî bayî û [[Marksîzim]] û [[Lenînîzm]] nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzî xeyalên xwe yên zaroktiyê dîtin. Ocalan biryar dabû ku sosyalîzm û pirsgirêka kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li fakulteya zanîngên siyasî ya [[Enqere|Enqerê]] çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê [[adar]]a 1972yan de pêşengên şoreşê [[Mahir Çayan]] û hevalên wî li [[Kizildere|Qizilderey]]ê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand fikra avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an [[pirsgirêka kurd]] bi gelek derdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerda bilind a demokratîk a enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên îdeolojîk ên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne merhaleya dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.
 
=== Avakirina PKK ===