Cîhangîr Axa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Grammatica gecorrigeerd
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl
Spelfout gecorrigeerd
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl
Rêz 4:
Li gundê [[Çibûxlî]]yê, navçeya [[Bêgirî]]yê ya parêzgeha [[Wan]]ê jidayîkbûye. Wekî malbat axa bûne û him ji aliyê Êzdîya, him jî ji yên Misilman gelek rêzgirtina wan hebûye. Cîhangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî û ramanên nûjen tê naskirin. Li Soveta berê kasa sisîya (ser textê şayîya) ser navê Cangîr Axa vedixwarin.Ji berku qadirê wî hawqas habû cem milet.
Di pêvajoya [[Komkujiya Ermeniyan]] de bi hest û ramanên Êzdîtî li yekîtiya gelên Êzdîya û Ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma Tirkan (û ya Kurden misilman) biparêzin. Yekîtiya gelê Êzdîya û Ermenî bi gelek xurtî çênabe û bi bikaranîna hin peyayê ji hêzên cerdevan ([[Alayên Hemîdiye]]) dewleta Tirkan a ku hatibû belavkirin, Komkujiya Ermeniyan tê kirin. Di heman demê de komkujiya Êzdîya jî destpêdike, lê Cîhangîr Axa zûtirê peşa qirkirina Êzdîya digire.
 
Cîhangîr Axa wekî serokê ÊzîdiyanÊzdîyan li dijî Tirkan têkoşîneke navdar lidardixe. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên Tirk. Piştî dawîhatina komkujiyê û sazûmaniya nû ya [[YKSS]]ê Êzdîya yên ji ber komkujiyê reviyane xwe digihînin [[Ermenistan]]ê. Li ser wesiyeta [[Lenin]] li wan xwedî tê derketin.
 
Bi destpêka desthilatiya [[Josef Stalin]] tunekirina Kurdan li wir jî destpêdike. Stalîn Cîhangîr Axa dîl digire û dişîne Sîbîryayê û li wir li ser daxwaza Komara Tirkiyê tê kuştin û ji ber ku goristana wî kivşe nebe laşê wî tê şewitandin (?). Hin kes dibêjin Stalîn ew teslîmê dewleta Tirk kiriye.