Derwêş Serhedî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
+Çavlêgerandin |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
Jiyannameya Derwêş Serhedî:
'''Derwêş Serhedî''' di payîza sala [[1964|1964an]] de li gundekî qeza [[Cilawiz]] (Susuz), ku girêdayî bajarê [[Qers|Qersê]] ye, hate dinê. Gundê wî dikeve qontara çiyayê Qisirê, wê demê gundekî 70-80 malî bû. Mixabin ji sedema jîyana aborî û bi piştî destpêka şoreşa bakurê Kurdistanê gundê wan jî mîna gelek gundên din ji xelkê vala bû û gundî neşar man ku ji cihê bav û kalên xwe ber bi metrepolên Tirkiyê koç bikin. Ji bona wê jî niha di gund de tenê 20 heya 25 malan mane.▼
▲
Derwêş ji malbatekê tê ku hal û rewşa jiyana wan baş û mîna salên berê di etmosfêrekî Kurdewarî de jiyana xwe didomînin. Wî xwîndina xwe ya dibistanê li gundê xwe bi dawî anî û piştî wê dibistana navîn jî li bajarê Qersê berdewam kir. Sala 1985an Derwêş bû esker û di Adar 1987an de eskeriya Romê bi dawî anî. Li Ilona 1987an de ji Kurdistanê derket û hat Ewropa û li welatê Elmaniya bi cîh bû.
Ji çaxê zarokatiyêde Derwêş di Serheda dengbêjperweran de bû evîndarê kilam û stranên Kurdî yên otantîk. Ev evîn û rûhiyet ji malbata wî mîna mîrasekê gehiştibûyê. Di malbata wî de herçiqas ji bilî bilurvan û dengbêjê navdar Rizayê Fetî
Derwêş ji zarokatiyê guhdarekî radyoya Rewanê(Êrîvanê) bû û di şahî û govendên gelê herêmê de bi îsrar û evîneke bêdawî beşdarî dikir. Derwêş hemû şevên ku jêre şevbêrkên dengbêjan digotin, bi hesretek bêdawî li dengbêjên Kurd guhdarî dikir û xwe hînî fen û hunera dengbêjiya Kurdî dikir.
Line 21 ⟶ 24:
Derwêş li xerîbî û jiyana dûrî Kurdistanê jî di nava şahî û dîlanên gelê xwe de cihekî pir girîng digire. Ji bona wê jî di nava gel de xwedî qedir û qimetek gelek mezine.
Kakşar Oremar
07.01.2004
|