Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 39:
Ev [[komar]] piştî [[Şerê Cîhanê yê Duyem]] û nemana dagîrkarî ya 35 salî ya Japonyayê, li sala 1948'ê hat damezrandin. Serkevtî yên Şerî nîvgizirta Korêyê dinavbera xwe da vebeşî. [[Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê]] piştî şerekê ko bi [[Şerê Korêyê]] hatîye niyasîn, ev par ji xwe ra misoger kir. Para bakurî ya nîvgizirtê ji [[Yekîtiya Komar ên Sosyalîst ên Şêwirdar]] ra ma.
 
[[Aborî]]ya Korêyê yek ji aborî yên herî lezgîn bûye di warê pêşkevtinê da. Li dema damezrandina Komarê da, Korêya Başûr yek ji hejartirîn û xizantirîn welatên cîhanê bû û niha aborî ya 10ê ye. Ev welat di warê [[teknolojî]] û bikaranîna teknolojiyê jî da yek ji welatên herî li pêş e. Korêya Başûr bi hebûna karxane yên mîna [[Samsung]], [[Hyundai]], [[Kia]], [[Daewo]] û [[LG]]yê li seranserî cîhanê bi karsaziya [[kompyoter]], [[gemî]] û [[Telefona Beriyêberiyê|têlefonên beriyê]] navdar e.
 
Korêya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş [[Şerê Iraqê]] li sala 2003'ê pişikdarî ya [[hêzên pirnejad]] li Iraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê [[Tîpa Zeytûnê]] li derveyî [[Hevlêr]]a paytexta [[Herêma Kurdistana Iraqê]] li başûrê Kurdistanê ye. Ev hêz piranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemiyê û rahînan karmendan didin.