Hawar (kovar): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
'''''Hawar''''' yekemîn [[kovar]]a [[kurdî]] bi [[tîpên latînî]] bû.
 
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi [[tîpên latînî]] hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina [[zimanê kurdî]] de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di [[15'ê gulanê|15'ê gulana]] [[1932]]'an de derket û heta [[15'ê gelawêjê|15'ê gelawêja]] [[1943]]'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta [[Sûrî|Sûriyê]] [[Şam]] bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê [[Celadet Alî Bedirxan]] ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala [[1943]]'an weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:
 
''Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.''