Bern: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 35:
== Erdnigarî==
Bajarê Bernê li ser bilindahiya 542 [[m]] jorî behrê hatiye avakirin û ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava erda navîn a Swîsreyê (ew beşa mezin a duz a Swîsreyê). Bajar xwe li her aliyê [[çemê Aare]] dirêj kiriye û di nava qotên Gurten (li başur) û Bantiger (li rojhilat) disekine. Çemê Aare li dora bajarê kevn ê Bernê bi şekla girêkeka ber bi rojhilatê viz dibe. Lewra çem li kenarên bajarê kevin ji bajêr 30 m heta 50 m jêrtir e.
 
== Nav ==
Di sala 1208'an de navê Bern cara ewil di çavkaniyeke nivîskî hatiye bi nav kirin. Ev nav ji ku tê û tê çi watê hê bi tevahî naye zanîn: tê texmîn kirin ku eleqeya navê bi hirça li ser aramayê bajêr heye, ji ber ku navê hirçê bi elmanî 'Bär' e, lê dîsa li gorî texmînên din koka navê yan keltî ye yan jî eleqeya xwe bi bajarê îtalyanî Verona heye.
 
== Dîrok ==
 
Li gorî çavkaniyên herî kevin bajarê Bernê di sala 1191'an de ji aliyê dukê Berchtold V. von Zähringen ve hatiye damezirandin. Dû re ji salên 1200 heta 1360 bajar gav bi gav hat berfireh kirin:
 
Heta 1200'an bajar ji pira Nydegg gihaşte heya birca Zytglogge. Yekemîn berfireh kirina bajêr di sala 1255'an de ber bi birca biqefes (Käfigturm) ve hatibû kirin, ya duyemîn ji 1268 heya 1273 ber bi Nydeggstalden/Mattenenge ve, ya sêyemîn di sala 1344'an de ji 'Äussere Neuenstadt' heya birca Christoffel ve, û ya çaremîn jî heya Matte ve hatibû kirin.
 
Ji 1300 heya 1555 bajar saya siyaseta xwe ya herêmî bi alîkariya hevkarî, peyman û feth kirinên cuda yên wek Aargau û Waadtê werdigere komara herî mezin a li bakurê çiyayên Alpê. Di sala 1353'an de Bern dibe 8'mîn endamê konfederasyona swîsrî. Bi pêkhatina reformasyonê bajarê serbixwe di sala 1528'an de hemû avahî û strukturên olî ji holê radike û dibe xwediyê rêveberiyeke sekuler.
 
Ji sala 1798'an heya 1803'an bajar dikeve bin destê leşkerên fransî û Waadt û Aargau ku heta neha di bin emrê Bernê de bûn dibin kantonên serbixwe. Ji sala 1799'an heta 1802'an Bern dibe paytexta komara navendî ya helvetîk. Di sala 1848an de yekbûna neteweyên swîsrî werdigere dewleta Swîsre ku ji 22 kantonên seebixwe pêk tê (di sala 1979'an de ew jimar dibe 23) û ji wir û pêde Bern wek paytext tê zanîn. Di nava 1933 û 1945'an de hereketên nijadperest û nasyonalsosyalîst çalak dibin, lê di siyasetê de bisernakevin. Saya aboriya navxweyî ya erênî, bajar dema dûyemîn şerê cîhanê bêyî ku zerarekî mezin bibîne derbas dike.
 
Digel ku rêxistinên jinan qasî sed sal ji bo mafên siyasî yên jinan xebat kiribin jî, jinên Bernê di sala 1968'an de dibin xwediyê mafê hilbijartinê, û di sala 1970an de jina ewil wek endama meclîsa şaredariyê tê hilbijartin. Ji sala 1993'an heta 1996'an pirraniya endamên rèveberiya kantonê jin in û Bern dibe mînak ji bo gelek bajar û kantonên din ên swîsrî.
 
== Pêşangeh ==